ANALÎZ

Sûrîya Nû û Astengîyên Damezirandina Artêşeke Niştimanî

Li gor dîroka sîyasî ya dewleta Sûrî, tu caran artêşeke wê ya niştimanî ya ku civakên sûrî dinimîne, çênebûye. Artêşa ku hebû, ji bo xizmeta desthilatê bû. Sazîya leşkerî bi roleke mezin di avakirina awayên desthilata zordar di vê dewletê de lîst, ew jî bi rêya lêdanên  leşekî ji destpêka sazkieina wê ve (1920). Ev artêş tu caran nebûye artêşeke niştimanî ku hemû pêkhateyên civaka sûrî bihewîne. Di dîrokê de tu helwestek nehatîye tomarkirin ku ev artêş bi rola xwe ya sereke di parastina gelê sûrî de bê cûdahî rabûye û maf û rûmeta wî li hember êrîşên derve û hundir parastîye, jkixwe Îdyolocîya neteweyî ya tundrew ya hin alîyên siyasî, handera serek ya şerên wê li Filestîn, Urdun, Libnan, Kiwêt, Iraq û hundirê Sûrîyê de bû.  Di van şeran de gelek dahat û mirov li ber çûn; hilweşandina nepêşbînkirî (diramatîkî) ya ku di 8. 12. 2024 de pêk hat, vê rastîyê tekez dikin. Ev yek jî gumanê li ser niştimanîya bawerîya leşkerî ya artêşa sûrî ji dema damezirandina wê ve, zêde û xurt dike. Jixwe ew ji hêla hin welatên biyanî ve hatibû damezirandin (Brîtanya, Fransa, Yekîtîya Sovyetî û Rûsîya) ku ji bo berjewendîyên pergala desthilatê ya neteweperest û faşîzm ya hevlbendê wê ava kir. Piranîya şerên ku ew beşdarî wan bû, ji bo pêkanîna rojevên partîtî û çînî bûn ku vîna gelê sûrî bi giştî nanimîne.

Di sibiha 8 çirîya pêşîn 2024 de, piştî 60 salî ji siyaseteke neteweperest, tundrew û zordar, sûrî û cîhan tev li ser nûçeya hilweşandina rêjîma Basê rabûn. Di encamê de piştî rêzebinkeftinan û hilweşîna pergala rêveber a leşkerî li hember pêşketina komên “Dijî Êrîşê“ bi serpereşîtya HTŞ, artêşa rêjîmê ya mayî jî xwe radest kir. Paşê di bin navê “Tîr û kevana Beşan“hêzên israîlî dest bi êrîşan kir û nêzî %80 ji karînên artêşa sûrî (bejahî, ezmanî û deryayî) û binesazîya leşerî hilweşand. Ev pêngav weke mezintirîn pêngava ezmanî di dîroka Israîlê de bû. Behaneya fermandarên israîlî jî ew bû ku ev çek nekevin destên komên sawkar de û ewlehîya dewleta Israîlê were misogerkirin. Ev yek di demekê de pêk hat ku hêzên îranî û milîsên wê yên li Sûrîyê vekişîyan û Rûsya jî ragihand ku ew ê hêdî hêdî dest bi vekişîna hêzên xwe bike. Êdî dîmena Sûrîyê wisa bû ku artêşeke hilweşîyayî, komên leşkerî yên ku pêrewî û girêdanên wan cihêreng in ku bakur, başûr û rojavayê welêt berbelav in, her wiha HSD jî li bakur û rojhilatê Sûrîyê ye. Bi wateyeke din, Sûrîya nû bê artêşeke fermî ye.

Di vê dema dawî gelek nerîn li ser avakirina artêşeke nû li Sûrîyê derketin pêş. Her wiha wan nerînan behsa xwezaya bawerîya leşkerî ya nû, şêweyê birêveberîya leşkerî ya bê û pêşeroja dewletê piştî vegeriya destpêka damezrandina wê (binkeftina rewşa siyasî û leşkerî ya welêt di 1920 de). Tevî ku desthilata nû ya li Şamê dilê milet rehet dike û erênî xwe dide xuyakirin, lê ev desthilata nû nikare bawerîyê bi civakên cihêreng ên li ser xaka Sûrîyê re ava bike, jixwe van civakan ji dema serxwebûna dewleta sûrî (1946) ve, gelek zordarî ji destê desthilata sazîya leşkerî dît, ev sazîya leşkerî navgîna parçekirina nasnameya civakên xwecihî bû. Wê nikarîbû ewlehî û aramîya dewletê biparêze û artêş kir mîna navgîneke zordarî û çewsandinê li dijî her kesên rêjîmê napejirîne. Ev sazîya leşkerî piştî destpêkirina alozîya sûrî 2011 de, di ezmûna sinî û niştimanî de bi bin ket (berovajî artêşa misrî û tûnisî). Ji ber wê jî piranîya nerînan dibînin ku damezirandina artêşeke niştimanî ya sûrî li hember desthilata Şamê ya nû, astengîyeke zehmet e, nexasin di vê rewşa nakokîyên herêmî û navdewletî de û di vê rewşa ku êdî civakên  xwecihî nema dixwazin rêjîmeke mîna ya berê ava bibe.

 Ji bo fêmkirina astengîyên li hember avakirina artêşeke niştimanî ya sûrî de ku vîna hemû civakên siyasî yên sûrî dinimîne, pêwîst e hin agahîyên girêdayî sazîya leşkerî ya sûrî werin pêşandan. Ev agahî ji dema rizgarîya wê ji dagirkerîya osmanî ve hatine rêzkirin:

  1. Artêşa yekem a ku bi lez piştî rizgarbûna Sûrîyê ji dagirkerîya osmanî hat damezirandin û di heman demê di 8 avdara 1920 de, Qiralîya Erebî ya Sûrî hat ragihandin, jixwe Yûsif Elezme şalyarê berevanîyê bû. Ew artêş mîna wan tabûrên erebî bû ku şahzad Fêsel ew bi rê ve dibirin û ji hêla Birîtanyayê ve piştî Şerê Cîhanê yê yekem hat damezirandin. Ev artêş gelekî biçûk û nûhatî bû, loma tevî vîna fermandarê wê Yûsif Elezma jî, wê nikarîbû li hember artêşa fransî bi serkêşîya Ceneral Goro di 25 tîrmeha 1920 de li ber xwe bide. Piştî ku Fransa Sûrî dagir kir û Qiralîya Erebî ya Sûrî hilweşîya û hêzên Brîtanyayê ji Sûrîyê vekişîyan (ev vekişîn li gor encamên kongira San Rîmon pêk hat ku ev kongir piştî serkeftina hevpeymanan di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji hêla Encumena Bilind a Hevpeymanan ve li Îtalyayê di nîsana 1920 de hat lidarxistin û tê de Sûrî û Libnan bû para Fransayê), ev artêş hat jihevxistin û artêşa fransî bû artêşa tekane li Sûrîyê.
  2. Fransa artêşeke sûrî ya girêdayî xwe damezirand û wê ew perwerde û bi çek kir. Paşê di sala 1932 de ʺZankoya Leşkerî ya Humsêʺ çêkir ku ew navoka artêşa sûrî piştî serxwebûnê hat sazkirin. Di dîroka 12. 11. 1945 de, serok Şikrî Qiwetlî û serşalyar û şalyarê berevanîyê Sedelah Elcabirî fermaneke bi damezirandina artêşa sûrî ya niştimanî ya ji Fransayê cûda, derxist, lê vê artêşê weke avahîsazî û çekdarîya xwe ya fransî ya ku di sala 1936 de serxwebûna Sûrîyê erê kir, ma. Şerê wê yê yekem ji derveyî Sûrîyê, di sala 1948 de ku tevlî artêşa Rizgarîya Rrebî re bû ku damezirandina dewleta Israîlê nepejirand, lê di erk û peywira xwe de bi ser neket, jixwe wê artêşê ev yek di demekê de kir ku bakurê Sûrîyê di bin dagirkerîya dewleta Tirk de bû.
  3. Ji 1949 ve artêşê destwerdan di siyaseytê de kir û bi rêya lêdanên leşkerî yên ku ejindeyên dewletên ku li ser mewdan û dewlemendîyên Rojhilatê Navîn di nakokîyê de bûn, vê artêşê desthilata xwe sepand. Di wê demê de rêkeftina Taplayn a petrolê ya Amerîkî derket holê. Lêdanya leşkerî ya pêşîn di 30 avdara 1949 de bû ku bi behaneya binkeftina ferwerîya sûrî nikarîbû rê li ber avakirina dewleta Israîlê bigire, ji hêla Hisnî Zeîm ve hat pêkanîn. Lê wî li gor biryara Encumena Ewlekarîya Navneteweyî di mijdara 1948 de, rêkeftina agirbestê bi Israîlê re mor kir. Piştî wê rêzelêdanên leşkerî çêbûn û pê re jî pêvajoyên tolhildanê di navbera serbaz û evseran de pêk dihatin. Jixw gel di piranîya van lêdanan de piştguhkirî bû û her tim astengî ji ber alozîyên siyasî û aborî dikişandin. Lêdanên  leşkerî yên ku pêk hatin ev in:
  • Lêdanya evser Samî Henawî yê hevalê Birîtanya di sala 1949 de, jixwe Partîya Gel pişta wî girt.
  • Edîb Şîşeklî bi du lêdanyan rabû; yek sala 1949 li dijî Henawî bû. Şepêla dijberî Birîtanya di Partîya Gel de pişta wî girt. Lê wî nikarîbû bi awayekî yekser desthilatê desteser bike. Lêdanya duyem jî di sala 1951 de bû. Dê demê de Şîşeklî “Tevgera Rizgarîya Gel“[1] ava kir û bi rêya wê desthilat heya sala 1954 desteser kir, lê piştî çend rageşîyên siyasî wî dev ji desthilatê berda û ji welêt derket.
  • Lêdana nerim a Bas û neteweperetan di sala 1957 ku dewleta sûrî û artêşa wê kir bin serwerîya misrî bi serkêşîya Cemal Ebdilnasir de, ew jî ji ber hin sedemên îdyolocî yên partîtî, nejadperestan nexwestin hevpeymanê bi Bexdayê re girê bide, di 1956 de piştgirîya ferwerîya Cemal Ebdilnasir di şerê Siwêsê (şerê sêalî li gor nivîsên wan ên partîtî) de û nêzîkatîya ji Yekîtîya Sofyetîi , êdî wê demê ve û bêyî ku ferwerîyeke niştimanî hebe û hemû sûrîyan binimîne, Sûrî ber bi leşkergeha sosyalîst ve hat kişandin.
  • Lêdanya evser Ebdilkerîm Nehlawî li dij birêveberîya misrî û ragihandina cûdabûna Sûrî ji Misrê (1961).
  • Di 8 avdara 1963 de evserên neteweperest û basî bi serkêşîya Ziyan Herîrî û bi alîkarîya evserê basî yê bihêz Selah Cideyd, lêdanyeke leşkerî li dijî ferwerîya cûdabûnê pêk anî û basîyan ferwerî desteser kir û careke din pirojeya yekîtîya bi Misir û Iraqê re anî holê.
  • Di sala 1970 de Hafiz Esed bi lêdanyeke leşkerî di hundirê Partîya Bas de pêk anî û desthilata xwe û malbata xwe heya 8. 12. 2024 li ser Sûrîyê sepand. Yek ji behaneyên vê lêdanyê, têkçûna artêşa sûrî di şerê Hezîrana 1967 de li hember Israîlê bû.
  1. Ji 1955 ve Yekîtîya Sofyetê hevparê leşkerî û siyasî yê tundrewên neteweperest ên li Sûrîyê bû. Wî çekên nûjen dan wan, ew perwerde kirin û bingeheke leşkerî ava kir. Rûsîyaya Yekbûyî jî da ser rêya heman şopê. Piştî destwerdana wê ya yekser di Sûrîyê de (2015), wê Hewl da ku artêşa sûrî çeksaz bike da ku bibe hevbeşeke ji bo parastina berjewendîyên rûsî, lê ew di vê yekê de bi ser neket, sedema vê yekê pêşbazîya îranî li ser serwerîya leşkerî û hewldana Mosko ku artêşekê ava bike ku armanca wê ne pêkanîna levkirineke niştimanî li Sûrîyê be; nexasim ku ev artêşa sûrî bi erkê xwe yê sincî yên parastina gel û welat ranebû, gelek fermandarên wê komkujî li ser sivîlan pêk anîn û bazirganî bi hişbiran kir. Birêveberîya rûsî koka pirsgirêka artêşa sûrî çareser nekir. Ya ku peywira Mosko zehmettir kir, beşdarîya wê bi rêjîmê re di topbarandinê de ku di encama wê bi dehan sivîl birîndar bûn û hatin kuştin. Hewldana Rûsîya ye pêşîn ji bo jinûvesazkirina artêşa sûrî di 2015 de bû ku wê xwest milîsên girêdayî rêjîmê kom bike û bi navê desteleşkera çarem bi rêxistin bike, paşê desteleşkera pêncem di 2016 de, paşê jî desteleşkera şeşem di 2018 de û paşê jî bi rêveberîyeke navendî ya girêdayî xwe (Rûsîyayê) ve girê da.
  2. Di îlona 2011 de navgînên ragihandinê biryara Elî Xaminaî ya ku tê de doza cîhadê ji bo rêjîma Esed dikir, weşandin. Ji wê demê ve hêzên îranî û komên girêdayî wê berê xwe da Sûrîyê ji bo şer. Di tebaxa 2018 de Tehran û Şamê rêkeftineke hevkarîya leşkerî li dar xist[2]. Bi rêya wê rêkeftinê Îran hin destkeftîyên taybet bi dest xistin. Bi rêya wan destkeftîyan wê dikarî pêşesazî û bineszîya lşekerî ya sûrî ji nû ve damezirîne. Vê yekê bandoreke nerênî li pilana rûsî ya li hember artêşa sûrî kir û rastî nerazîbûnekê ji hêla alîyên herêmî yên bibandor ve hat; her wekî Israîl, Siûdiyê û Urdunê[3]. Ji wê demê ve artêşa sûrî bi awayekî yekser di navbera Îran û Rûsyayê de parve bû.
  3. Artêşa sûrî di dema rêjîma bas de beşdarî gelek şerên hundirîn û derveyîn bû. Ew beşdarî şerên artêşa “Rizgarîya Erebî“ bû da ku şerê dewleta Israîl di 1948 de bikin. Di sala 1961 de, hin beşên artêşa sûrî ji bo Başûrê Kurdistanê hatin şandin da ku pişta rêjîma iraqî di çewsandina Şoreşa Îlonê ya kurdî de bigirin, di 1970 de vê artêşê pişta komên filestînî di bûyerên “Îlona Reş“ de li Urdunê girt; ew jî bi rêya piştgirîya Rêxistina Rizgarîya Filestînê ya ku ferwerîya haşimî hilweşand. Di 1973 de artêşa sûrî li gel ya misrî beşdarî şerê Tişrînê li dijî Israîlê bû û di sala 1976 de bi behaneya qewtandina hêzên israîlî ji Libnanê, beşdarî şerê navxweyî yê Libnanê bû. Ew heya 2005 li Libnanê ma lê piştî ku bi kuştina Refîq Herîrî (serokşalyarê Libnanê) hat tewanbarkirin, ji Libnanê derket. Di sala 1982 de beşdarî çewsandina raperîna ixonan bû û di 1991 de li gel hêzên Rojavayî beşdarî şerê Kendavê yê Duyem bû (Pêngava Bagera Çolistanê).
  4. Di 2011 de devjêberda ji artêşa sûrî dest pê kir û van kesên ku dev ji artêşê berdan, “Artêşa Sûrî ya Azad“ (weke ku ew nav lê dikin), ava kir ku piştî salekê ji damezirandinê perçeyî dehan komên bi heman navê bû. Di encamê de ji 2012 ve û heya ketina rêjîma bas, şer di navbera artêşa rêjîmê û ya azad de berdewam bû.
  5. Di 11. 12. 2024 de, HTŞ dest bi sazkirina Desteya Berevanîyê ya sûrî kir û xist bin desteserîya xwe û ji hemû koman xwest ku tev li şalyarîyê bibin[4] û doz li kesên dev ji hêzên rêjîmê berdabûn kir ku vegerin. Her wiha wê lêborandinek (nemisoger) ji bo serbazên di artêşa hilweşîyayî de, derxist. HTŞ endamekî xwe yê bi navê Murhef Ebûqesîr kir şalyarê berevanîyê. Di 22. 12. 2024 de di kongireke çapemendîyê ya bi şalyarê derve yê tirkî re, da xuyakirin ku ew ê kar bikin da ku çekan ji destê HSD derxin, lê rêbazê pêkanîna vê yekê diyar nekir[5]. Hin şîrovekaran rêbazê wî weke yê Partîya Bas di desthilatê de dît.

Rola sazîya leşkerî di alozîya nasnameya niştimanî ya sûrî de:

Sazîya leşkerî li Sûrîyê nikarîbû hevsengîyê di navbera xwestekên desthilatê û peywirên xwe li hember gelê sûrî bêyî ku tu cûdahîyê bixe di navbera civakên wê de, bike. Dibe ku sedema vê yekê cewherê dewleta Sûrîyê bi sînorê xwe yê siyasî yên niha be. Ew di encama raperîneke gelêrî yan hebûna neteweyeke bi tenê yan jî li ser bingeha girêbesteke civakî ya rastîn saznebûye. Jêderên dîrokî amaje dikin ku ew di encama parvekirina du dewletên mîtinger (Birîtanya û Fransa) ava bû. Wan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî serkeftina hevpeymanan ew parve kirin. Piranîya ferwerîyên sûrî nikarîbûn an jî nedixwestin hemahengîyê di navbera civakên cihêreng (ji alîyê nijad, pêrewî, çandî û siyasî ve) bikin. Van ferwerîyan bi qasî ku xwe pîroz dan xuyakirin û nijadperestî  di pergalên xwe de xurt û kûr kirin (bi rêya pîrozdîtina neteweya dewletê û mandelekirina mafên gelên din li herêmê), ewqasî wan alîkarî di sazkirina nasnameyeke niştimanî ya sûrî ya rastî de nekir. Vê yekê jî nehezkirin di navbera civakên herêmê de peyda kir, çimkî kîna li hember kesê din, hêmaneke sereke ya tundrewîya îdyolocî ye. Heya niha gotara kînê ya xwedî taybetmendîya neteweyî, tîreyî û olî li ba gelek sûrîyan heye ku hişê wan li ser tundrewîya neteweyî û tîreyî bi rêya dibistan, navgînên ragihandinê, civînên partîtî û belavkirina dîtaneya komployê hatiye sererastkirin. Armanc ji vê yekê bala milet li ser sedema sereke ya alozîyên wan (desthilat) biguherin. Ev yek bêtir li ser beşa xwendevan hat pêkanîn (tevî ku gerek e ev beş baş zane bûya û baş di alîyê siyasî de têgihiştî be). Nîşaneya vê yekê jî zordarîya ku kurd, êzdî, xiristîyan, elewî, dirzî û gelek civakên erebî li ser destê sazîya leşkerî û komên cûr bi cûr rastî hatin (çi ew komên girêdayî sazîya leşkerî bûn çi jî yên sedema derketina wan ew sazîya leşkerî bûn). Piştî ketina rêjîma bas û hewldanên Tirkî yên dagirtina valahîya îranî li Sûrîyê, xuya ye rewş ber bi başîyê ve naçe, ew jî ji ber rewşa tevlihev piştî hilweşîna Bas û hewldanên Tirkîyê ku şûna Îranê dagire. Jixwe rêjîma tirkî ragihand ku ew amade ye alîkarîya desthilata nû li Şamê bike û artêşa sûrî perwerde bike[6]. Lê tê zanîn ku rêjîma tirkî ya islamî li hember çîneke mezin a gel û şepêlên siyasî yên sûrî, xwedî helwesteke dijminatî ye, jixwe koma Ixwanan a sûrî, alîyê siyasî yê tenê ye ku bawerîyê bi rêjîma tirkî tîne.

Êdî ji ber wê, rêya siyasî û ewlehî ya ku niha Sûrîyê tê re derbas dibe, ne geşbîn e. xuya ye sazîya leşkerî ya sûrî ji desteserîya neteweperestan ber bi desteserîya islamîyan ve çû û ji hembêza rûsî-îranî derket û bikeve hembêza tirkî. Heya hiha komên dijberî HTŞ tu helwesteke zelal li ser tevlîbûna wan a di yek artêşê de, ranegihand (her wekî koma “Artêşa slamê“ a ku Zehran Elûş ew damezirand, komên Ixwanan ên ku hewl dan ku komên selefî yên nêzî HTŞ têk bibin, komên Partîya Rizgarîyam Islamî û hwd), êdî her komeke çekdar xwe li gor îdyolocîyeke taybet bi rêxistin dike û wê îdyolocîyê weke bingeh ji bo her desthilata di bin destê xwe de dibîne. Desthilata nû li Şamê jî desthilateke leşkerî ye û ne sivîl e. Ev jî diyar dike ku sazîya leşkerî dê fverwerîya Sûrîyê bike; lewma di vê qonaxa dîrokî de, reşbînîyek li ser pêşeroja Sûrîyê de heye û tirs heye ku rêjîmeke zordar ava bibe yan jî welat di navbera dagirkeran de parçe bibe. Ev jî kêşeyekê li ser şêweyê guncav ê artêşa nû de dide pêş û ka gelo binemayên wê û peywirên wê dê çi bin? Nexasim piştî ketina rêjîmê ya ji nişkan ve û tu pilaneke niştimanî yan destûreke amadekirî û cihê bawerîyê ji bo avakirina artêşa sûrî tune ye.

Ji ber ku temenê wê di desthilatê de yê herî dirêj bû, vê rêjîma bas nikarîbû hestên niştimanperwerîyê di hundirê artêşê de ava bike û ev sazîya leşkerî nebû sazîyeke niştimanî ku hemû pêkhateyên sûrî bihewîne. Ya ku vê yekê tekez dike jî, vekişîna bi hezaran leşker piştî 2011 ji nav refên wê û revîna gelekan derveyî welêt ji ber leşkerîya neçar. Di vê artêşê de çênedibû kurd pileyên bilind ên leşkerî bi dest bixin û artêş bûbû sazîyeke çewsandinê li hember dijberên rêjîma bas.

Ji alîyekî din ve jî, artêşa sûrî astengî ji ber kêmbûna lojistîkê dikişand. Rêjîmê di vê yekê de xwe dispart siyaseta “birçîkirinê ji bo serîtewandinê“. Her wiha gendelî di nav artêşê de belav bûbû. Vê yekê hişt ku piranîya komên artêşê bibin mîna dizan û mal û mewdanên koçber û penaberan bidizin. Sûrîyan navê “Tefîş (kelûpeldizîn)“ li vê pêngavê kir. Her wiha artêşê bac li ser her kesên di bendên wan ên leşkerî re derbas dibû, sepand û gendelîya kargêrî belav bû ku nîşaneya wê jî ʺTefîîş (rev)ʺ bû, anku bi rêya bertîlan xwe ji leşkerîyêrevandin, êdî bi rêya wê gelek kesên dewlemend û yên nêzî desthilatê ji leşkerîya neçar revîyan. Di encamê de leşkerî û şer di stûyê kesên bêçare û xizan de ma. Ev yek bi rêya zagona berdêla darayî (dana diravan li şûna leşkerîyê) hat sepandin. Di heman demê de pêngavên leşkerkirina “Yedekî“ pirttir bû. Gelek sûrîyan ev pêngav mîna pêngavên ʺseferberîyêʺ yên osmanî yên qirêj bi nav kirin. Di heman demê de bidawîbûna leşkerîya neçarî jî hat dirêjkirin. Di encamê de bi hezaran ciwan û kesên ditirsîyan ji bo leşkerîyê werin girtin, koçber bûn. Ya ku hişt bêtir hestên niştimanî di hundirê sazîya leşkerî de tune bibin, ew bû ku evserên rûs û îranî  vîn û ejindeyên xwe li ser leşkerên sûrî sepandin û hin komên çekdar ava kirin û kirin mîna artêşekê, lê ji alîyê darayî û biryarên leşkerî ve rewşa wan baştir bû. Bi vî awayî leşkerên sûrî bûn mîna mertalên mirovî ji bo van komên çekdar.

Van sedeman û ji bilî wan hişt ku hêvî sist bibin û karînên şer li ba artêşê lawaz bibin û êdî bû hêzeke bêkêr li ser asta stratîcî û bû hêzeke kesayetî. Ev jî sedema hilweşîna sazîya leşkerî ya rêjîma bas ya ji nişkan ve zelal dike. Di heman demê de piştgirîya saloxgerî, ezmanî û bejahî ya îranî û rûsî jî rawestîyan.

Di encamê de, ev rastî tev didin diyarkirin ku sazîya leşkerî ya sûrî ji dema damezirandina wê heya hilweşîna wê, alozîyeke mezin jiyan dikir. Rêjîmên sûrî her hewl didan teqîna wê bi hemû awayan dereng bihêlin, lê dawî bi hilweşîna pergala leşkerî ya dewleta sûrî re teqîya. Xuya ye bandora wê li ser hewldanên nûavakirina vê pergala leşkerî dê mezin be; nexasim ku agahîyên heyî yên ku didin diyarkirin ku alîyekî tenê dixwaze desthilatê desteser bike û îdyolocîya xwe li ser bawerîya leşkerî ya nû li Sûrîyê bisepîne, dê zemînekê ji bo alozîyeke nû di hundirê sazîya leşkerî ya fermî de peyda bike. Di encamê de alozîya nasnameya niştimanî di hundirê dewleta sûrî de dê bidome.

Binema û zehmetîyên li hember nûavakirina artêşa sûrî:

Piranîya jêderên taybet bi ramana leşkerî li hev dikin ku avakirina artêşekê ji komên tundrew ên îdyolocî, nepêkan e û desthilata zordar nikare artêşeke niştimanî ava bike. Artêşa neteweyî yan jî ya tîreyîya ku ava bibe jî, bi kêrî wan welatan nayê ku gelek çand, milet û bawerî tê de hehe. Mirov dikare sûdê ji wan artêşan wergire ku heya astekê di alîyên niştimanî, teknelocî, rêxistinî û pabednîya bi girêbesta civakî ya welatên xwe, serkeftî ne; her wekî artêşên amerîkî, brîtanî, israîlî, vêtnamî û siwêdî. Bi awayekî giştî hin binemayên sereke yên damezirandina artêşeke fermî hene. Ew jî ev in: Bawerîya leşkerî[7], dahatên peyda û rêveberîya bîrwer[8].

Bêyî bawerîya leşkerî artêş nayê avakirin. Ev bawerî ji destpêka damezirandina artêşa yekem ve heye û çanda sabara civakî ya ku endamên xwe pêşkêşî vê artêşê dike, dinimîne. Jixwe geleek pênase ji bawerîya leşkerî hene ku her çandek nêzîkatîyeke wê li hember têgeha bawerîya leşkerî heye. Ew yek jî xwe dispêre bawerîya şer an jî sedema şer a ku li bersiva van her sê pirsan vedigere: Ez kengî şer dikim, çima şer dikim û çawa şer dikim? Her artêşek rêgezên bawerîya xwe ya leşkerî li gor gefên ku sabara civakî rastî tê, diyar dike. Her wiha ew rêgezên bawerîya xwe li gor çawanîya jîngeha şer ya ku dê tevlî bibe, dahatên peyda yên ku berdewamîya artêşê misoger dikin û wizeyê (enerjîyê) didinê û şêweyê rêjîma desthilat jî diyar dike. Ji ber wê jî bawerîya leşkerî xêzên xwe yên qalind ji destûrê werdigire. Qasîya hêzên leşkerî û cûreyê çekdarkirinê jî, xwe dispêrin gefên hundir û derve û hwd.

Ji bo rewşa nû li Sûrîyê, pilansazîya avakirina artêşa sûrî, xwe dispêre tevlîkirina komên ku şerê rêjîma bas kirin, di nav Desteya Berevanîyê de ku HTŞ ew damezirandîye. Jixwe ev gava han li ser zemîneke sist ava dibe, çimkî ew xwe naspêre destûreke niştimanî yan jî girêbesteke civakî ya ku vîna hemû sûrîyan dinimîne. Her wiha bawerîya leşkerî jî ne zelal e û piranîya koman bi îdyolocîya olî û tîreyî ya ku ber bi neteweya erebî ve diçe, bawer in. Li gor navgînên ragihandinê yên nêzî van koman, ji dema ketina rêjîmê ve ew xwedî gotareke hundirîn in ku li hember kurd, elewî û dîmokrasîyan dijminane ye û xwedî gotareke derveyîn in ku li hember Israîl, Îran û Rûsîyayê dijminane ye. Hejmareke dewletên erebî (di serê wan de Iraq) dan xuyakirin ku ew li hember vê rewşa ewlekarîyê ya nû li Şamê ne rehet in. Di heman demê de Tirkî û Israîl hin beşên bakur û başûrê Sûrîyê dagir dikin, pê re jî Israîl hêza leşkerî ya mayî ya artêşa sûrî rûxand û Tirkî hewl dide ku destwerdanê di damezirandina vê artêşa nû de bike. Ev yek jî dide diyarkirin ku ew ê kurd, dirzî, eleweî û xiristîyanan nexe nav refê vê artêşa nû. Îcar artêşa ku dixwazin wê damezirînin, dê ji ya berî xwe ne baştir be û desthilatên sivîl dê nikaribin desthilata leşkerî ya fermandarên xwedî paşxaneyeke komî, sînordar bikin. Hin nerîn dibêjin ku zehmetîya avakirina artêşeke bihêz û hevgirtî li Sûrîyê, dê karîgereke sereke ya fedralîkirina Sûrîyê be yan jî bi kêmanî guhertina wê ber bi rêveberîyên xweser ve be; nemaze ku bawerî di navbera hêzên leşkerî yên xwecihî de tune ye. Rewş heyî û bûyerên diqewimin, didin diyarkirin ku kurd, dirzî, elewî û xiristîyan, bawerîya wan bi komên cîhadî nayê û bawerîya wan jî bi hev nayê.

Di dema niha de, du artêş li Sûrîyê hene; HSD û hevpeymana komên islamî bi serkêşîya HTŞ. Tevî ku her du jî li ser yekîtîya xaka sûrî li hev dikin, lê nêzîkatîya wan ji hev cûda ye; HSD xwe dispêre demokrasîyê û ji bo civaka navneteweyî, di şerê li dijî Daişê de hevalbendekî cihê bawerîyê ye, lê HTŞ xwe dispêre şerîeta ku bi rêya tîreyî hatîye şîrovekirin (bawerîya hemû misilmanan pê nayê) û ew ji bo rêjîma tirkî hevalbendekî cihê bawerîyê ye. Ev yek jî wê rûbirûyî hejmareke pêkhateyên resen ên gelê sûrî dihêle. Di encamê de pilana ku ji bo nûavakirina artêşa sûrî hatîye danîn, Sûrîyê ber bi rewşekê ve dibe ku tê de alozîya nasnameya niştimanî ya sûrî berdewam e û dibe ku ji berê aloztir bibe.

Karîgera duyem a ku damezirandina artêşa sûrî zehmet dike, lawazîya dahat û jêderên perepêdanê ye. Sûrî welatekî hilweşîyayî ye, nexasim binesazîya wê ya leşkerî. Tu karînên niştimanî yên ku dahatên peyda veberhîne bike, tune ne û gelek kesên hoste (pirpor) û sermayedar ji welêt koçber bûne û rewşa welêt wan handan nake ku vegerin, ji alîyekî din ve sizayên li ser Sûrîyê û kêşeyên ku heye derkevin dema mijara wamên (deyn) derve yên li rêjîmê were vekirin. Bê guman rêjîma nû jî dê berê xwe bide wamkirina (deynkirin) ji derve û dê mercên dijwar ên navneteweyî li ser sazîya leşkerî ya nû li Sûrîyê hebin. Bi awayekî giştî, eger aramnî li Sûrîyê peyda bibe, pêwîstî bi 50 salî heye da ku artêşa sûrî bi ser xwe ve were.

Ji bo rêveberîya bîrwer û aqilmend jî, heya niha tu kesayetên niştimanî û li ser raman û karên leşkerî û rêvebirina artêşê û danîna stratîcîyên hûrbîn hoste ne, tune ne, piranîya evserên berê jî xwedî paşxaneyeke partîtî ya tundrew in (Partîya Bas) û wan nikarîbû rêveberîya bîrwer û aqilmend di hundirê sazîya leşkerî de pêk bînin. Ji ber wê jî ew bi kêrî birêvebirina vê qonaxê nayên, loma dê alîkarî ji şêwirmendên leşkerî yên derve were xwestin. Welatên mîna Amerîka, Brîtanya, Fransa, Misir û Tirkîyê welatên herî zêde ku ji bo piştgirîya leşkerî û şêwirmendîyê li berçav in, ew jî ji bilî Tirkîyê, çimkî ew beşekê ji xaka Sûrîyê dagir dike, helwesteke wê ya dijminane li hember hejmarek hêzên niştimanî yên sûrî heye,  hêzên wê komkujî li ser gelê sûrî de li Efrîn, Girêspî û Serêkanîyê de pêk anîne û di navbera salên 2023 û 2024 de hêzên wê gelek binesazî û avahîyên giring li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hilweşandine.

Di encamê de:

Kesên ku dixwazin sazîya leşkerî ya sûrî li ser bingeha nasnameya niştimanî ava bikin, pêwîst e berpirsiyarîya sincî li ba wan hebe, rewşa cosiyasî ya Sûrîyê û cihêrengîya çandî û neteweyî di ber çavan re bigire û rêzdarîyê ji destûra nû re bigire ku gerek e hemû sûrî li ser vê destûrê li hev bikin. Rast e wisa xwiya dike ku Sûrî vegerîya qonaxa xwe ya pêşîn (destpêka damezirandina wê), lê rewşa meydanî gelekî ji berê cûda ye. Bê guman hişmendîya nepejirandina alîyên din, tundrewîya olî û neteweyî û pêkanîna xwestekên rêjîma tirkî, dê rê nedin avakirina sazîyeke leşkerî ya niştimanî; berovajî wê, alozîya nasnameya niştimanî li Sûrîyê dê zêdetir bibe û dûrbûna ku tundrew û neteweperestan di navbera civakên xwecihî de çandibû, dê kûrtir bibe.

 Di dema ku komên bakurê Sûrîyê û Dera de, dan diyarkirin ku ew amade ne tevlî Desteya Berevanîyê ya ferwerîya veguhêz a Şamê bibin, gelek komên din yên ku rêjîma Tirkîyê bi awayekî yekser pişta wan digire (ev kom binpêkirinên rojane li ser welatîyên sûrî pêk tînin û êrîşî gelek civakên sûrî dikin), naxwazin çekên xwe deynin. Her wiha komên dirziyan û koma ʺArtêşa Sûrî ya Azadʺ a ku li Tenefê ye, naxwaze bikeve bin desteserîya islamîyan de. Ji alîyekî din ve xwesteka HTŞ ku ew rêjîma tirkî bêzar neke (HTŞ pêwendîya fermî bi HSD re nake û hin daxuyanîyên nepejirandina HSD bi awayekî nerasterast dide da ku Tirkîyê bêzar neke), di jinûvesazkirina sazîya leşkerî  de, ne nîşaneyên erênî ne. Her çiqasî hemû hêzên leşkerî tevlî vê sazîyê bibin jî, ew ê tenê komên leşkerî bin ku di bin laşê leşkerî de, dê girêdanên wan û pêrewîtîyên wan cûda bin, êdî di dema her binkeftinek a pêngava siyasî ya hundirîn de, ji bo cihêbûn û vekişîna ji vê sazîyê, amade bin.

Tê zanîn ku hemû hewldanên serdestkirina li ser HSD a xwedî rêxistina baş û hostetîtîya di şeran de, di nav artêşa sûrî de, bi ser neketin. Yek ji wan pêşinyarên tikildarî vê babetê “pêkanîna hevsengîyeke hûrbîn di navbera serxwebûna HSD û tevlîbûna wê li rêveberîya navendî ya artêşa Sûrîyê de“[9]. Di encamê de çareserîya herî baş ew e ku hêzên çekdar ên ku weke hêzine niştimanî tên hesibandin, bi darê zorê tevlî sazîya leşkerî neyên kirin; ew jî weke HSD, komên islamî, komên dirzîyan, koma “Artêşa Sûrî ya Azad“ û “Komên Başûr“, lê belê gerek e hevpemanek bi wan re were çêkirin û çalakîyên leşkerî di navbera wan de werin hevrêzkirin; ew jî li gor rêbaza sazîya leşkerî ya welatên ku xwe dispêrin pergala fedralîyê ku bi misogerîya destûrê be, jixwe xuya kir ku ev nimûne ji nimûneya artêşên girêdayî rêjîma navendî, bêtir serketî û bi bandortir e.

 

 

Jêder û çavkanî:

(1) محمد علاء الدين؛ الجيش السوري في عيده الماسي .. من البدايات إلى حافظ الأسد؛ الناشر: العرب الجديد؛ تاريخ النشر: 2020.09.05؛ الرابط:

https://www.alaraby.co.uk/الجيش-السوري-من-البدايات-إلى-حافظ-الأسد

 (2) Haaretz; Iran and Syria Seal Military Cooperation Agreement; 28.08.2018; Link:

https://www.haaretz.com/middle-east-news/syria/2018-08-28/ty-article/iran-and-syria-seal-military-cooperation-agreement/0000017f-f802-d47e-a37f-f93e6b760000

(3) أليكسي حليبنيكوف؛ روسيا والإصلاح العسكري السوري: التحديات والفرص؛ الناشر: مركز مالكوم كير-كارنيغي للشرق الأوسط؛ تاريخ النشر: 2020.03.26؛ الرابط:

https://carnegieendowment.org/research/2020/03/russia-and-syrian-military-reform-challenges-and-opportunities?lang=ar&center=middle-east

(4) العربية؛ جميع الفصائل بسوريا ستتبع وزارة الدفاع.. إليك التفاصيل؛ تاريخ النشر: 2024.12.11؛ الرابط:

https://www.alarabiya.net/arab-and-world/syria/2024/12/11/جميع-الفصائل-بسوريا-ستتبع-وزارة-الدفاع-اليك-التفاصيل

(5) يورونيوز؛ بحضور الوزير فيدان.. الشرع يعد بنزع سلاح كل الفصائل بما فيها قسد وإسرائيل قلقة من تحرك عسكري تركي؛ تاريخ النشر: 2024.12.22؛ الرابط:

https://arabic.euronews.com/2024/12/22/-û-sharaa-vows-to-disarm-armed-groups-including-sds-kurds-turkey-fm-newser

(6) الجزيرة؛ تركيا تبدي استعدادها لتقديم التدريب العسكري للإدارة الجديدة بسوريا؛ تاريخ النشر: 2024.12.15؛ الرابط:

https://www.aljazeera.net/news/2024/12/15/تركيا-تبدي-استعدادها-لتقديم-التدريب

(7) موقع: مجلس الشعب/ الجمهورية العربية السورية؛ المرسوم التشريعي 30 لعام 2007 قانون خدمة العلم؛ تاريخ النشر: 2007.05.12؛ الرابط:

http://parliament.gov.sy/arabic/index.php?node=201&nid=4921&

(8) للمزيد عن العقيدة العسكرية انظر: أحمد خليل؛ العقيدة العسكرية: الخصائص والتكوين؛ الطبعة الأولى/ 2023؛ الناشر: مركز الخطابي للدراسات.

(*) القيادة التي تتميز بالحكمة والتفكير الاستراتيجي والقدرة على اتخاذ القرارات الصائبة…

(9) أنطون لافروف؛ كفاءة القوات المسلحة السورية: تحليل للمساعدة الروسية؛ الناشر: مركز مالكوم كير-كارنيغي للشرق الأوسط؛ تاريخ النشر: 2020.03.26؛ الرابط:

https://carnegieendowment.org/research/2020/03/the-efficiency-of-the-syrian-armed-forces-an-analysis-of-russian-assistance?lang=ar&center=middle-east

[1] محمد علاء الدين؛ الجيش السوري في عيده الماسي.. من البدايات إلى حافظ الأسد؛ الناشر: العرب الجديد؛ تاريخ النشر: 2020.09.05؛ الرابط:

https://www.alaraby.co.uk/الجيش-السوري-من-البدايات-إلى-حافظ-الأسد

[2] Haaretz; Iran and Syria Seal Military Cooperation Agreement; 28.08.2018; Link:

https://www.haaretz.com/middle-east-news/syria/2018-08-28/ty-article/iran-and-syria-seal-military-cooperation-agreement/0000017f-f802-d47e-a37f-f93e6b760000[2]

[3] [3] أليكسي حليبنيكوف؛ روسيا والإصلاح العسكري السوري: التحديات والفرص؛ الناشر: مركز مالكوم كير-كارنيغي للشرق الأوسط؛ تاريخ النشر: 2020.03.26؛ الرابط:

https://carnegieendowment.org/research/2020/03/russia-and-syrian-military-reform-challenges-and-opportunities?lang=ar&center=middle-east

[4] العربية؛ جميع الفصائل بسوريا ستتبع وزارة الدفاع.. إليك التفاصيل؛ تاريخ النشر: 2024.12.11؛ الرابط:

https://www.alarabiya.net/arab-and-world/syria/2024/12/11/جميع-الفصائل-بسوريا-ستتبع-وزارة-الدفاع-اليك-التفاصيل

[5] يورونيوز؛ بحضور الوزير فيدان.. الشرع يعد بنزع سلاح كل الفصائل بما فيها قسد وإسرائيل قلقة من تحرك عسكري تركي؛ تاريخ النشر: 2024.12.22؛ الرابط:

https://arabic.euronews.com/2024/12/22/syria-sharaa-vows-to-disarm-armed-groups-including-sds-kurds-turkey-fm-newser

[6] الجزيرة؛ تركيا تبدي استعدادها لتقديم التدريب العسكري للإدارة الجديدة بسوريا؛ تاريخ النشر: 2024.12.15؛ الرابط:

https://www.aljazeera.net/news/2024/12/15/تركيا-تبدي-استعدادها-لتقديم-التدريب

[7] Ji bo agahîyên zêdetir der barê bawerîya leşkerî:

أحمد خليل؛ العقيدة العسكرية: الخصائص والتكوين؛ الطبعة الأولى/ 2023؛ الناشر: مركز الخطابي للدراسات

[8] Birêveberîya zana ew birêverî ye ku bi zanebûn, hizirîna stratejîk û karîna standina biryarên durist…tê naskirin.

[9] أنطون لافروف؛ كفاءة القوات المسلحة السورية: تحليل للمساعدة الروسية؛ الناشر: مركز مالكوم كير-كارنيغي للشرق الأوسط؛ تاريخ النشر: 2020.03.26؛ الرابط:

https://carnegieendowment.org/research/2020/03/the-efficiency-of-the-syrian-armed-forces-an-analysis-of-russian-assistance?lang=ar&center=middle-east

زر الذهاب إلى الأعلى