ANALÎZ

Ukranya – Rûsya û şerê desthilatiyê

Têkiliyên di navbera Rûsya û NATO-yê de di gelek dosyan de aloz dibin, weke dosya sîxuriyê, destwerdana di hilbijartinan, vekişîna balyozan û kêmkirina nûneratiyên dîplomatîk, digel mijara kontrolkirina Rûsyayê li ser girava Qirmê, ev yek jî ku li gorî Berpirsekî berê yê NATO-yê “Jamî Şiya” destnîşan kir, bû sedema rawestandina peywendiyan ta asteke mezin û xetimandina tikiliyan bi taybetî jî di asta hevkariya dualî de di navbera her du aliyan “Mosko û NATO” de.

Ev kirîz bi komkirina nêzî 100 hezar leşkerên Rûsyayê li ser sînorê xwe yê bi Ukranyayê re dijwartir bû. Kirîza Ukranyayê yek ji dosyayên herî aloz e di navbera Rûsya û Ukranyayê de ya ku ji hêla NATO-yê ve tê destek dayîn. Wezîrê Parastinê yê Ukranyayê “Olêksî Rêznîkov” ragihand ku Moskoyê zêdetirî 94 hezar leşker li nêzî sînor kom kirine û ew jî amade ne bersivê bidin. Li gorî nêrîna Rûsyayê, komkirina hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukranyayê dikare bandorê li ser Yekîtiya Ewropa û NATO-yê bike, û sûd ji serkeftina xwe ya di Qirimê de û girêdana wê bi axa Rûsyayê ve digre, her weha nebûna bersiveke zelal û tund ji aliyê NATO û Yekîtiya Ewropayê ve, ku tenê hin cezayên aborî li ser wê feriz kir û girêdana Qirimê bi Rûsyayê ve red kir “tevî ku Rûsya referandumeke li wir çêkir”. Digel nakokiyên di navbera endamên NATO-yê de ku “ji ber siyaseta Trump” weke daxwaza Dewletên Yekbûyî ji welatên Ewropa yên di nav hevbendiya (NATO) de ku mezaxtina parastinê bigihînin 2% ji giştî berhemdana hundirîn – û daxwaza Dewletên Yekbûyî ji bo kêmkirina hejmara Hêzên xwe yên li Almanyayê, ku bi ragihandina Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Jo Baydin (Joe Biden) di derbarê rawestandina vekişîna hêzên Amerîkî ji Almanya de bi dawî bû – û peymana S400 di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, nakokiyên Emerîkayê bi Almanya re di derbarê xeta herikînê ya bakur (Nord Stream 2) de û hin mijarên din ên nehatine çareserkirin. Her weha hin armancên Rûsyayê jî li Ukranyayê hene û hewl dide ku beşek ji Ukranyayê kontrol bike, bi taybet jî “herêma Donbas”, mîna ku li Qirimê kir, an bi kêmanî alîgirên xwe yên li Donbasê biparêze. Ev yek ligel metirsiyên Rûsiya yên girêdayî ewlehiya xwe ya netewî, di derbarê berfirehbûna NATO-yê li nêzî axa Rûsya û daxwaza Ukranyayê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa û NATO-yê, ya ku  ji bo xurtkirina hêzên leşkerî yên Ukranyayê zêde bike piştgirî dide û sîstemên şer ên nûjen pêşkêşî wê dike, tevî tetbîqatên NATO-yê li nêzî sînorên Rûsyayê, û balafirên bê mirov (dron) ên ku Tirkiyê dane Ukranyayê, ku li dijî opozisyona ku ser bi Rûsyayê ve li rojhilatê Ukranyayê têne bikar anîn, û sûcdarkirina Mosko ji Ukranyayê re di derbarê cîbicîkirina Peymana Mînskê ya ku şerê li Donbasê bi dawî dike.

Di nava vê kirîzê de, hin daxuyaniyên nû ku ji dawiya Şerê Sar û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ve nehatibûn dayîn derketin holê. Sekreterê Giştî yê NATO-yê hişyarî di derbarê encamên gefan û kombûna girseyî ya artêşa Rûsyayê de da û berdêla ku dê Rûsya bide ger ew hêzê li dijî Ukranyayê bikar bîne dest nîşan kir. Rojnameya Waşonton Post Washîngton jî li ser zimanê berpirsên Emerîkî piştrast kir ku Kirêmlên hewl dide ku di zûtirîn dem de êrîşeke piralî li ser Ukranyayê pêk bîne û nêzî 175 hezar leşker dê beşdarî vê êrîşê bibin. Li aliyê din wezîrê parastinê yê Rûsiyayê eşkere kir ku balafirên Emerîkayê ji bo êrîşeke navokî ji du aliyan ve li ser Rûsyayê hatine perwerdekirin. Ev hemû jî di çarçoveya aloziya rewşa di navbera Ukranya û Rûsyayê de tê.

Li gorî vê dîtinê, danûstandina bi Rûsyayê re pêwîst dike ku NATO pêşaniyan destnîşan bike, ji ber ku Ewropa cihê sereke yê rûbirûbûna di navbera Rojhilat û Rojava de ye, û ji bo berjewendiyên Emerîka xeteriyeke kêmtir e. Ji ber vê yekê, Ewropa di demekê de ku piraniya welatên wê ji ber kirîza Covid-19 hewl didin rewşa aboriya xwe baş bikin, şer naxwaze.

Di vê çarçoveyê de senaryoyên kirîza Ukranyayê tê texmînkirin wisa be:

  • Zêdebûn aloziyê bi hewldana her du aliyan ku bandorê li ser hev bikin, ji ber ku nakokiyên heyî û tevlîheviya dosyayên bi nakok û nakokiyên berê, bandorê li ser rewşa niha dikin, ji ber vê yekê îhtîmala şerekî berfireh li ser erdnîgariya Ukranyayê ne di rêzê de ye, lê gengaz e ku provokasyonên leşkerî çêbibin, digel aktîvkirina her aliyekî (aktorên hundirîn) yên dijberî aliyê din “Donbas, Kafkasya”… Di vî warî de jî Tirkiyê yek ji kartên zextê yên bi hêz ên Ewropayê ye, ji ber ku Tirkiyê dikare nehêle Mucahidên Kafkasê êrişî Rûsyayê bikin û peymanên bazirganî yên mezin bi Rûsyayê re danîne û herwiha garantiya aramiyê li herêmên ku di bin desthilatiya Rûsyayê de dike.
  • Danûstandin di navbera Mosko û Rojava de ji bo bidawîkirina Kirîzê were kirin, wek cîbicîkirina peymana Mînskê ji aliyê Ukranyayê ve, rawestandina piştgiriya Ukranyayê bi çekan, dûrxistina NATO ji sînorên wê li beramberî vekişîna Rûsyayê. Di vê pêşniyarê de jî Baydin xetên sor ên Rûsyayê ji bo bidawîkirina kirîzê red kir.

Bi riya vê nerînê armancên her du aliyan ji hev cudahî dibin, Rûsya hewl dide ewlehiya xwe ya niştimanî biparêze û hevbendiyê NATO ji sînorê xwe yên rojava dûr bixe, herêmên alîgirên xwe kontrol bike û bi Rûsyayê ve girêde, an jî alîgirên xwe li welatên cîran “Ukranyayê” biparêze. Rûsya naxwaze bikeve nava şerekî vekirî ku bandorê li ser rewşa wê ya siyasî, aborî û leşkerî bike. Li aliyê din jî NATO û Yekîtiya Ewropa ji berfirehbûn û kontrolkirina Rûsyayê li ser beşên Rojhilatê Ewropa, weke girava Qirimê, ditirsin, lê di heman demê de jî dixwazin wê bikşînin nav gola Ukranyayê. Ji ber vê yekê jî, dibe ku kirîza Ukranyayê di qonaxa pêş de berdewam bike û aloztir jî bibe, heya ku li ser maseya danûstandinan rûnin û bigihêjin çareseriyên ku rewşa aloziya di navbera her du aliyan de bi dawî bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى