ANALÎZ

Baştirîn Çareserî ji bo Alozîya Sûriyayê

Baştirîn Çareserî ji bo Alozîya Sûriyayê

Piştî yazdeh salan ji şerê li Sûriyayê, hêzên şerker nikarîbûn ku alozîya Sûriyayê bi dawî bikin. Ev hemû jî ji ber destwerdanên herêmî û navdewletî, her wiha çavnebarîyên dewleta Tirk bo dagirkirina bakurê Sûriyayê û tevlêkirina wan li nava xaka Tirkiyayê ku bi behaneya ew erdên Tirkiyayê ne û piştî têkçûna dewleta Osmanî jê hatine veqetandin (Mîsaqa Millî). Ji bo vê yekê jî serî li hemû rêbazên nerewa dide; da ku çavnebarîyên xwe pêk bîne; mîna destekdayîn û hewandina komikên terorîst (Rêxistina DAIŞ’ê, komikên bi navê Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û gelekên din ku Tirkiyayê ji xwe re navend dibînin). Tişta herî ku alozî asêtir kir ew bû; ku li şûna ew komik bûbana komikên sûriyayî û armanca wan rizgarkirin û pêkanîna ewlehî û aramîyê di hermêmê de bin, veguherîn komikên çete. Dewletên erebî jî hewl didin bi rêya Komkara Erebî alozîya Sûriyayê çareser bikin. Daxuyanîya dawîye ya Komkara Erebî ku li Cezayirê hat lidarxistin, tê de hemû destwerdanên derveyîn bi hemû şêweyên wan ve red kir û banga xwespartina rêgeza çareserîyên erebî yên ji bo çareserîyê, kir. Her wiha bang kir ku hemî jî roleke hevpar û pêşeng bilîzin da ku xwe bigihînin çareserîyeke siyasî ji alozîya Sûriyayê re; ku yekîtîya xaka Sûriyayê biparêze.

Piştî ku dehsalek li ser alozîya Sûriyayê re derbas bû, em dikarin bibêjin ku herêm bûye sê parçe:

  • Bakurê Sûriyayê yê dagirkirî; di nava xwe de Idlib û Efrînê ber bi Bab û Cerablusê ve heyanî herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî, dihewîne. Ev herêm di bin kontrola komikên terorîst ên di bin fermanên dewleta tirk a dagirker dixebitin de ne. Her wiha ev herêm bi nûnerîya Itilafa Sûriyayî ya Rikber tê nasîn ku di nava nakokîyên xwe de fetisiye û bi rêjîmê re ketiye nava danûstandinan û bê encam ji wan derketiye (Astana û danûsandinên komîteya makezagonî). Bi tevî ku xwe dispêre biryara navneteweyî ya 2254 jî, lê belê tu nêrîneke wê ya siyasî tune ye ku alozîya Sûriyayê çareser bike; çi ku ew girêdayî ajendeyên tirkiyayî ye. Her wiha tu fermandarîyeke wê ya leşkerî jî tune ye ku li ber van komikan raweste da nema binpêkirinan der mafê gelê Sûriyayê de yên li bakurê Sûriyayê, pêk bînin, her wiha li pêşîya planên Tirkiyayê yên pêkanîna guhartina demografîk li herêmê rawetse û ewlehî û aramîyê pêk bîne. Berevajî vê yekê, ew bûne destê ku alîkarîyê dide planên Tirkiyayê yên ku alîkarîyê dide planên Tirkiyayê yên parçekirina Sûriyayê.
  • Herêmên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyayê ku Meclisa Sûriyaya Demokrat wê bi rê ve dibe û baskê wê yê leşkerî Hêzên Sûriyaya Demokrat e ku ji alîyê hevpeymana navdewletî bi serkêşîya Amerîkayê ve tê destekkirin û nûnergehên wê li gelek dewletên biyanî û yên erebî hene. Piştî ku Hêzên Sûriyaya Demokrat bi hezaran şehîd ji hemû pêkjhateyên herêmê mîna kurd, ereb, suryan û tirkmenan dan, dikarî rêxistina DAIŞ’ê têk bibe û herêman rizgar bike, her wiha herêmê ewle û aram bike û ji nû ve ava bike. Her wiha ew doza çareserîya siyasî ya bi rêya danûstandinên sûrî – sûrî dike ku tê de hemû alîyên sûriyayî li hev bikin û tevaya sûriyayîyan mafê xwe bi dest bixin; ev hemû jî piştî yazdeh salan ji şer, wêranî û destwerdanên derveyîn. Li kêleka van hemûyan jî wê di hengama lidarxistina lutkeya erebî ya li Cezayirê de daxuyanîyeke nivîskî belav kir û tê de bang li hemû hêzên ku piştevanîya çareserîya siyasî û danûstandinên sûriyayî dikin û li hemû dewletên erebî jî kir ku hevkarîyê bikin û ber bi pêkanîna aramî û aştîyê di Sûriyayê de, her wiha tunekirina terorê û projeyên parçekirina Sûriyayê û yên li diji çareserî û demokarsîyê ku tê de her kes bijî, bixebitin û rê hêsan bikin; da ku tevaya pêkhateyên Sûriyayê mafên xwe bi dest bixin.
  • Hundirê Sûriyayê ji derve ve tê xuyakirin ku rêjîm wê kontrol dike lê li ser erdê milîsên Îranê û Rûsya serdest in. Her wiha doza vegerandina hemû herêman, çi bi darê zorê yan jî bi danûstandinan vegerîne himbêza xwe û rewşê vegerîne mîna berî 2011’ê, mîna ku tiştek çênebûye. Her wiha napejirîne ku tu destjêberdanan li gor berjewendîyên gelê Sûsriyayê bide ku wiha lê dinêre; lawazkirina desthilatarîya wê ye. Di danûstandinên bi opoziyonê re bi ser neket, her wiha bi Meclisa Sûriyaya Demokrat re jî bi awayekî neyekser kete nava danûstandinan, lê tu pêşketin pêk neanî. Jixwe siyaseta ku rêjîme di van salên alozîyê de daye meşandin hiştiye ku Sûriya bibe koka destwerdanên derve di herêmê de û hiştiye ku cihê xwe di Komkara Erebî de winda bike.

Di navbera her sê alîyan de gelek cudahî heye; alîyek parçekirinê dixwaze, alîyek yekîtîya xakê dixwaze û alîyê din jî napejirîne ku destjêberdanan pêşkêş bike. Di nava van nakokîyan de tu çareserîyeke aştîyane naye peydakirin ku alozîya Sûriyayê bi dawî bike. Astengîya herî mezin jî biryardarîya rêjîmê ya nedayîna destjêberdanan e ku destekê didin mafên gelê Sûriyayê û qurbanîyên ku pêkhateyên Sûriyayê dane. Daxuyanîya ku Rêveberîya Xweser piştî bidawîbûna lutkeya erebî derxistî û dilxweşîya wê ji bo encamnameya lutkeyê, tekez dike ku êdî bi temamî ji bo bi hemû alîyên niştimanî yên dilêşê Sûriyayê û yekîtîya wê re û di çarçoveya lihevkirina niştimanî sûrî de, amade ye. Ev yek dibe bingeh ji dewletên erebî re ku bi awayeki yekser destwerdanê di Sûriyayê de bikin da ku çareserîyeke aştîyane pêk bînin, her wiha rê li pêşîya destwerdanên herêmî û yên ji bilî wan jî bigirin ku dixwazin Sûriyayê parçe bikin. Her wiha lidarxistina lutkeya erebî ya were, ku dê li Riyadê pêk bê û rola Erebistana Siûdîyê ya redker ji destwerdanên herêmî bo herêma erebî bi giştî û Sûriyayê bi taybetî re, her wiha ku desthilata wê li ser gelek hêzên di Sûriyayê de heye, mîna delîveyekê ye ji bo dîtina çareserîya siyasî. Li vê derê em dikarin bibêjin ku yekîtîya xaka Sûriyayê bi nêrîna rêjîmê ve ya ji bo çareserîyê û pejirandina wê bo destpêşxerîyeke ku dikare yekîtîya xaka Sûriyayê biparêze re, her wiha bi cidîyeta dewletên erebî ve ya ji bo tunekirina destwerdanên herêmî di Sûriyayê de, girêdayî ye. An na, dê Sûriya ber bi parçebûnê ve biçe û alozî astengtir be ku dê bandorê li tevaya herêmê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى