ANALÎZ

SIBEROJA TÊKILÎYA DI NAVBERA QSDÊ Û FERWERÎYA GUHÊZÎ YA NÛ YA ŞAMÊ DE

Ferwerîya guhêzî ya nû li Şamê, bi tevî hemû mercên siyasî, aborî û ewlekarî yên tevlihev, tê texmînkirin ku hewl dide aramîyeke hundirîn pêk bîne û welêt careke din bigihîne hev. Her wiha hewl dide ku têkilîyên xwe bi Hêzên Sûrîya Demokrat (QSD) û Rêveberîya Xweserîya Demokrat a bakur û rojhilatê Sûrîyê re ji nû ve deyne.

Pirs li vir e: Gelo çima pêdivîya ferwerîya nû bi QSDê heye?

Bê guman hêza leşkerî ya QSDê pêkareke bingehîn e ku nikare were paşguhkirin. Her wiha hêzeke şerker e û ji dema şer û pevçûnên bi DAIŞê re xwedî bandor e û hêz û xweragirîya xwe ya ji bo şerên di jîngehên cihêreng de, daye peyitandin; ku êdî bûye hêzeke wiha ku di dema danîna rêzikên ewlekarîyê li Sûrîyê de, nikare were paşguhkirin. Hêzên Sûrîya Demokrat QSD rûbereke mezin ji Hesekê, Dêra Zorê û Reqayê kontrol dike, an ku %30 a rûbera Sûrîyê. Êdî Şam bê lihevhatineke bi vê hêzê re, nikare van deveran kontrol bike.

Her wiha QSD xwedî toreke têkilîyên navneteweyî ye ku ji alîyê Hevpeymanîya Navneteweyî ya bi serkêşîya Waşintonê ve tê destekkirin; ku ev yek pêkareke hêzê ye û dibe alîkarîya ferwerîya nû jî bike ku têkilîyên wê bi dewletên rojavayî re baş bike. Nemaze gava QSD xwe weke navbeynkar di navbera ferwerîya nû û Amerîka û dewletên rojavayî de, pêşkêş bike.

Her wiha beşeke mezin a dahatên aborî di destên Rêveberîya Xweser de ye, di nava wan de petrol, gaz û girîngtirîn zevîyên petrolê, weke zevîyê Umer, Zevîyê Tenek û Rimêlan. Ev yek dihêle Şam pêdivîya wê bi lihevhatineke aborî bi QSDê re pêk bîne da ku misogerîya herikîna dahatan bike (Bendava Tişrînê û bendava Firatê ku girîngtirîn çavkanîyên elektirîk û avê ji bo deverin berfireh ên Sûrîyê ne). Bi dest xwe re  ev yek dihêle çi ferwerîyeke li Şamê pêdivîya wê bi lihevhatinekê bi Rêveberîya Xweser re hebe. Her wiha deverên bakur û rojhilatê Sûrîyê weke selika xwarinê têne dîtin, li kêleka wê jî, ji ber kêmbûna genim alozîyeke dijwar a nan li Şamê heye, ku dihêle danûstandin û lihevhatina bi Rêveberîya Xweser re mijareke gerek be, da ku misogerîya anîna genim bike.

Di nava van çarçoveyan de, Şam nikare pêkara jeosiyasî û hebûna amerîkî ya li deverên Rêveberîya Xweser paşguh bike. Jixwe Şam nikare Amerîka û Ewropa, nemaze Fransa û Almanya ku hewl didin hevsengîyekê di navbera hemû alîyên sûrî de çêbikin, hêrs bike.

Dibe ku li gor berjewendîyên Şamê be; ku lihevhatinê bi QSDê re bike da ku rê li pêşîya berfirehbûneke nû ya tirkî bigire. Nemaze ku Tirkî rewşa nearam ji xwe re keysbaz dike da ku hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûrîyê xurt bike.

Lê belê; senaryoyên pêşbînîkirî yên ji bo têkilîya di navbera ferwerîya nû û QSDê de çi ne?

  • Lihevhatineke ewlekarî ku misogerîya têkelbûna beşkî ya hêzên QSDê di nava artêşa sûrî de, dike; ew jî bi rêya têklbûna hin yekîneyên QSDê di nava artêşa sûrî de ku pê re rengekî xweserîyê ji QSDê re li bakur û rojhilatê Sûrîyê bimîne.
  • Mayîna hêzên ewlekarîya hundirîn li jêr serwerîya QSDê, lê divê bihêle ku Asayîş (Hêzên Ewlekwarîya Hundirîn di nava Rêveberîya Xweser de) di çarçoveyeke ewlekarî ya hevbeş de bi dewleta sûrî re, bixebite.
  • Lihevkirin di navbera QSD û ferwerîya nû de, da ku artêşa sûrî ya nû li hinek deverên Rêveberîya Xweser, nemaze deverên sînorî yên bi Tirkîyê re, belav bibin. Lê bêyî ku bi temamî QSD ji hev were belavkirin.

Bê guman gelek rûbirûbûyîn hene; gelo dê QSD bipejirîne ku bi temamî xweserîyê bi dest artêşa sûrî de berde? Gelo dê Şam bipejirîne ku desthilatdarîya leşkerî û rêveberî, bêyî vegera bi temamî ya dewletê, bide QSDê?

  • Senaryoyeke din jî heye; ew jî belavkirina dahatên petrolê li gor mekanîzmaya dahatên petrolê di navbera Şam û Rêveberîya Xweser de. Bi vê yekê divê were msiogerkirin ku ferwerîya navendî were perekirin û li beranberî wê jî Rêveberîya Xweser herêmên xwe bi rê ve bibe. Pêdivîya Şamê bi petrol, gaz û tiştên xwarinê heye û dibe ku lihevkirinek çêbibe ku dahatên petrolê û yên çandinîyê werin belavkirin.

Gelo dê Şam bi senaryoya dawîyê, an ku dabeşkirina dahatan bi statuyeke nîvserbixwe re, razî bibe? Gelo Rêveberîya Xweser dikare xwe bispêre van senaryoyên pêşbînîkirî bêyî misogerîyên navneteweyî?

Bijardeyeke din jî ya siyasî heye ku li ser bingeha ferwerîya xweser an jî rêveberîya xweser ava dibe, li gor wê jî nûnerên Rêveberîya Xweser bi rêya pergala parekirinê cihê xwe di nava ferwerîya nû de bigirin. Bi rêya wê dikare di yek ji her sê serokatîyan de, cihekî bidin QSDê û Rêveberîya Xweser, mîna serokatîya parlementoyê weke beşek ji lihevkirina siyasî, ku Şam weke lêvegera serwerî bimîne. Piştre; êdî makezagoneke nû ku bi fermî danpêdanê bi Rêveberîya Xweser ji alîyê zagonî, siyasî û çandî ve, dike.

Lê belê; gelo dê Şam bipejirîne ku dest ji nimûneya dewleta navendî berde û berê xwe bide ferwerîya nenavendî? Gelo dê Tirkî bipejirîne ku bi çi şêweyî be û li gor danpêdaneke fermî, ferwerîyekê xweser bidin kurdan?

Ez bawer im ku Tirkî berztirîn rûbirûbûyînên sereke ye ku bikeve pêşîya çi lihevkirineke pêşbînîkirî di navbera ferwerîya Sûrîyê û QSDê. Tirkî dê çi lihevkirineke ku danpêdaneke fermî dide QSDê, red bike, ew jî ji ber ku dê tevgerên kurdî yên di nava sînorên wê de -li gor angaştên tirkî- xurt bike. Lewre; dibe ku Tirkî kaxeza komikên çekdar ên ku ji alîyê Tirkiyê ve têne destekkirin (Artêşa Niştimanî Ya Sûrî) bi kar bîne da ku tu lihevkirin di navbera Şam û QSDê de çênebe.

Lê li beramberî wê; dibe ku Waşinton lihevkirineke din pêşkêş bike ku serwerîya bi temamî ya li ser bakur û rojhilatê Sûrîyê venegerîne, lê mayîna desthilatên amerîkî li rojhilatê Firatê misoger bike. Her wiha çi lievkirin çêbibe, divê hebûna hêzên amerîkî û helwesta wê ji lihevkirinên bi Şamê re, di ber çavan re derbas bike.

Gava ferwerîya nû ya Şamê lihevkirinekê bi QSDê re bipejirîne; dê rastî rikberîya hin gerînedetîyên leşkerî û siyasî (netewperest û islamperest) ên ku tu nimûneyekê ji bilî navendîyê ji bo ferwerîya Sûrîyê napejirînin, were.

Pirsa dawîyê ev e:

Têkilîya di navbera QSD û ferwerîya nû ya Şamê de ber bi ku ve diçe?

Bê guman dê her du alî jî rastî rûbirûbûyînên mezin werin, bi taybetî QSD; dê danûstandina bi ferwerîya Şamê re ne hêsan be, çi ku ferwerî pabend e ku di nava têkilîyên xwe yên derveyîn bi Tirkîyê re û têkilîyên xwe yên hundirîn bi QSDê re ku bûye hêzeke lekşerî, siyasî û aborî ne hêsan û nayê paşguhkirin de, hevsengîyê bihêle.

Senaryoya herî nêzî rastîyê ev e:

Lezbûna lihevkirinê gerek e, çi ku rewşa sûrî derengbûnê napejirîne. Lê belê; eger Şam destjêberdanan ji bo QSDê neke, dê rûbirûbûyîn jî gengaz be. Ev yek dê berê QSDê bide hevbendîyê bi Waşintonê û hêzin din ên li herêmê re.

زر الذهاب إلى الأعلى