ANALÎZ

Têkilîyên Israîlî-Sûrî di Serdema nû de

Tevî ku ew yek ji alîyên tewereya berxwedanê bû lê rêjîma rûxiyayî tu gefeke rastîn li Israîlê nedixwar lê hin dosye di destê wê rêjîmê de hebûn ku dikarî bi rêya wan fişarê li Israîlê bike, her wekî vehewandina tevgerên cîhadîst ên filestînî, bi taybet tevgera Hemasê, her wiha têkilîyên wê yên xurt bi Hizbulaha libnanî re, li gel çekên bîyolojîk û stratejîk û sîstemên berevanîy asîmanî û artêşeke birêxistinkirî. Lê alozîya sûrî derwîya angaştên wê yên ku ew “tewereya berxwedanê ye“ eşkere kirin. Her wiha eşkere kir ku artêş û çekên wê tenê ji bo xizmeta rêjîmê li dijî gelê sûrî de hatin avakirin. Her wiha piştî ku Israîl û welatên Rojavayî tekez bûn ku ev rêjîm êdî nikare ji bin desteserîya îranî derkeve û tenê bûye dîla ejindeyên wê, rûxandina wî misoger bû. Ji bo têkilîya di navbera rêjîma rûxiyayî û Israîlê de jî, ji dema diyalogên dawî yên ku di navbera Esedê bav û Israîl de bi serpereştîya amerîkî di 1999-2000 de çêbûn, têkilîyên wan sekinîn û bê tevger man. Lê di serdema Esedê kur de danûstandin di navbera wî û Israîlê de ranewestîyan lê ew bi dizî û bi serpereştîya amerîkî bûn. Paşê alozîya sûrî hat û danûstanin di serdema Barak Obama de hatin rawestandin. Berî ketina rêjîma rûxiyayî Beşar hewil da xwe nêzî Israîlê bike da ku rê li ber pêşveçûna HTŞê bigire lê hewildanên wî têk çûm çimkî welatên rojavayî (Amerîka û Birîtanya) û Israîl biryara rûxandina rêjîma sûrî dabûn.

Sûrîya di serdema nû de:

Di serdema HTŞê de, ji destpêka derketina wê ve û li gor ku angaşt dike, çavê wê li Quds û rizgarkirina wê ji Israîlê ye. Ew li ser têla olî û hestî dilîst da ku bingeheke gelêrî ji xwe re ava bike û cîhadîst û şervan tev li refên wê bibin lê piştî ketina rêjîmê û desteserkirina HTŞê li ser desthilatê li Şamê û erikdarkirina Colanî (Ehmed el-Şeri) weke serokekî demkî bo Sûrîya, yekser pêwenîyên xwe bi Israîlê re saz kirin (çi li hundir çi jî li derveyî Sûrîyayê). Ev pêwendî bi serpereştîya wezareta derveyîn ya îmaratî, ezirbîcanî, fransî û amerîkî pêk hat. Di encamê de danûstandin di navbera her du alîyan de pêk hatin.

Erêkirina amerîkî ya li ser beşdarbûna Şeri di civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Newyoyorkê de ji bo danûstandina bi Israîlê re û danîna xalên dawî yên dosyeya ewlekarî di navbera her du alîyan de bû. Her wiha ji bo hin sedemên kesayetî yên girêdayî serokê amerîkî Trump bû.

Rêjîma nû û ji dema desteserîya wî ya li ser desthilata Şamê, ala spî li hember Israîlê hilda û tu bertek li hember pêşveçûna artêşa israîlî di başûrê sûrî de û desteserkirina hin deverên stratejîk li Çiyayê Şêx û avakirina hin xalên ewlekarîyê yên nû neda. Her wiha Israîl bi awayekî tund deverên leşkerî û embarên çekên stratejîk yên artêşa sûrî û tevahî xaka sûrî top barand. Ev ji bilî topbarana israîlî ji avahîya Wezareta Berevanîyê re. tevî ku rêjîma nû û Ehmed Şeri ala spî bi hinceta ku ew nema şer dixwaze, hilda lê danûstandinan levkirineke dawî encam nedan.

Sedemên pêknehatina rêkeftineke ewlekarî bi Israîlê re:

Xuya ye bi qasî ku bidawîkirina nakokîyê bi Israîlê re li cem rêjîma nû Şeri girîng e, vegerandina Colanê ji bo wan nexem e. Ya girîng ji wan re xurtkirina desthilata xwe ye, heta ku li ser hesabê xaka sûrî be. Lê hin daxwazên rêjîm nû hene, her wekî vekişîna artêşa sûr ji hin herêmên ku piştî rûxana rêjîma kevin desteser kiribûn, vekişe da ku ji nerîna giştî ya sûrî re bide diyarkirin ku wê serkeftinek li dijî Israîlê pêk anî. Jixwe gotina ku dibêje levkirina bi Israîlê re dê gelê sûrî bêzar bike û dê bihêle rêjîmê rûxîne, êdî bûye tiştekî borî (berî ku partîya Basê desthilata Sûrîyê desteser bike, ev yek hebû lê niha nemaye). Gelê sûrî ji ber siyaseta rêjîma Basê, alozîya sûrî û desteserîya HTŞê ji desthilatê re, êdî nema tu guh dide xakên dagirkirî û doza filestînî jî. Ew bi xwe bêyî erêkirina hin dewletên herêmî, dibe ku rêjîma sûrî birûxe.

Li ser kesekî neveşartî ye ku herêma Rojhilata Navîn di qonaxeke zehmet a alozî û şeran re derbas dibe û hemû dewletên wê êdî di bin gefa projeya Rojhilata Navîn a Mezin û ji nû ve xêzkirina sînorên herêmê de ne, nemaze pitşî bidawîbûna dema Sayoks-Bîko ku herêm li ser dewletan parçe kir û mafê hin gelan ê çarenûsê hat paşguhkirin. Ji ber wê jî, hemû dewletên ku proje hê negihaştîye wan,  hewil didin hêzdarîya xwe ya derveyîn xurt bikin da ku weke kaxezên fişarê li dijî welatên rojavayî û Israîlê bi kar bînin. Îran karîbû Iraq û Libnan û di dema alozîyê de Sûrîyayê jî desteser bike lê nikarîbû li hember dewletên rojavayî û Israîlê raweste, loma hêdî hêdî pelên wê weşîyan, destpêkê tevgera Hemas û Hizbulah û paşê jî rêjîma Sûrî. Piştî ku hêzdarîya xwe ya li Sûrîyayê ji dest da, rastî binkeftineke mezin hat. Niha jî Tirkîya dixwaze cihê Îranê bigire û Sûrîya ji alîyê siyasî, aborî û leşkerî ve desteser bike, ew jî bi rêya desteserkirina komên çekdar ên li Sûrîyayê (jixwe tu artêşeke sûrî bi wateya artêşa rastîn tune ye lê belê komên cîhadîst û çeteyên girêdayî Qeterê hene). Israîl metirsîya berferehbûna tirkî di Sûrîyayê de dinase, loma wê derbasbûna tirkî di kûrahîya sûrî de rawestand; ew jî bi rêya armancgirtina deverên ku Tirkîya dixwest baregehên leşkerî li wan ava bike.

Niha babeta vegera hêzdarîya îaranî bo Sûrîya ne cihê nerehetîyê ji bo Israîlê ye lê belê tirsa wê niha ji dagirgerîya Tirk e ku dixwaze Sûrîya li gor xwe bimeşîne; ew jî bi rêya xurtkirina kaxezên xwe li Sûrîyayê, avakirina baregehên leşkerî, danîna alavên çavdêrîyê, perwerdekirina artêşê û dana çekan ji bo wê.

Tirkîya li gel Qeterê heya niha bi Israîlê re li hev nehatine loma ew kelema herî mezin li hember Israîlê ne lê ji bo pêkanîna rêkeftineke ewlekarîyê bi rêjîma sûrî ya nû re ku xizmeta ejindeyên tirkî li Sûrîyayê nake (nemaze yên girêdayî Rêveberîya Xweser), Israîlê  xwest sînorekî li hember siyaseta Qeterê deyne ku ew piştgira herî mezin a ejindeyên tirkî li herêmê ye û bêyî wê Tirkîya nikare ejindeyên xwe li Sûrîyayê bidomîne. Operasyona ku Israîlê li dijî Qeterê pêk anî ne tenê ji bo armancgirtina tevgera Hemasê bû (weke ku hat ragihandin), çimkî Israîl dikarî wan li her dewletekê armanc bigire, her wekî ku bi pêşewayê tevgera Hemasê Ismaîl Henîye li Îranê kir û li Hesen Nesrelah û Hişam Sefiyidîn re li Beyrûtê kir. Israîl dikarî wan li Tirkîyayê armanc bigire, nexasim ku em têkilîyên ewlekarî û leşkerî yên di navbera Tirkîya û Israîlê de di ber çavan re bigirin. Lê endamtîya Tirkîya di NATO de û ji ber ku ew hevalbendekî stratejîk e di vê demê de, Israîl naxwaze Hemasê bi vî awayî li Tirkîyayê armanc bigire. Lê hêza aborî ya tirkî têrê nake ku xizmeta ejindeyên xwe yên derveyîn bike lê ji ber ku Qeter piştgirê sereke yê Tirkîyayê ji alîyê darayî ve ye, derbeya israîlî ya ku fermandarên Hemasê armanc girtin, weke bersiv li hember rola Qeterê ya weke kelemekê bû ku ew bi rêya hêza xwe ya darayî pişta Tirkîyayê li Sûrîyayê digire. Tirkîya bêyî Qeterê nikare piştgirîya çeteyên xwe yên di nav girûpên çekdar ên li Sûrîyayê de bike û nikare hêzdarîya xwe bêtir di Sûrîyayê de berfereh bike. Di encamê de, armancgirtina serwerîya Qeterê peyameke hişyarkirinê ji bo siyaseta qeterî bû, ev di pileya yekem de û di pileya duyem de, ji bo siyaseta tikrî li hember rêjîma sûrî bû ku nahêle rêkeftineke ewlekarîyê bi Israîlê re girê bide bêyî ku ejindeyên tirkî li Sûrîyayê di ber çavan re bigire. Daxuyanîyên Şeri der barê rêkeftina bi Israîlê re, piştî operasyonê bi gelekî ji daxuyanîyên wî yên berî wê cuda ne. Êdî ew bi awayekî nerimtir behsa pêwîstîya girêdana rêkeftineke ewlekarîyê bi Israîlê re dike.

Vê derbeya israîlî rê li pêşberî serokê sûrî yê demkî vekir da ku rêkeftineke ewlekarîyê bi Israîlê re li Amerîkayê îmze bike.

Destkeftîyên her alîyekî ji îmzekirina rêkeftina ewlekarîyê:

Ji derveyî naveroka rêkeftina ku dê li ser were levkirin ku helbet dê xizmeta ejindeyên israîlî li başûrê Sûrîyayê bike, lê gerek e rewşa her du alîyan di ber çavan re bê girtin. Her wiha gerek e tawîzên ku dê werin dan, sûdên ku dê werin wergirtin û tirsên ku bandorê li her du alîyan dikin, di ber çavan re werin girtin. Ji bilî hin deverên stratejîk li Çiyayê Şêx ku ji bo ewlekarîya Israîlê girîng in, ji Israîl re ne girîng e ku ew xwe ji herêmên ku vê dawîyê desteser kirine, vekêşe. Desteserkirina wê ji hin deverên Çiyayê Şêx ne ji ber rêjîma nû ye lê belê ji ber hin dewletên herêmî ye; bo nimûne Tirkîya ku dixwaze baregehên leşkerî û xalên çavdêrîyê li Sûrîyayê ava bike. Her wiha ji Israîlê re ne girîng e ku vegere rêkeeftina 1974 (rawestandina şer) lê piştî ku hin guhertinên ku xizmeta ewlekarîya israîlî dikin, pêk bîne. Ew jî bi rêya ji nû ve xêzkirina herêmên ewlekarîyê li başûrê Sûrîyayê, nexasim ku Sûrîya êdî ji bo artêşa israîlî û balafirên wê yên leşkerî vekirî ye û êdî nema tu gefan lê dixwe. Dibe ku di encama rêkeftinê de herêmeke qedexekirina firînê li başûr were avakirin. Ev yek jî dê bêtir derfetê bide dirzîyan ku rêveberîyeke xwe ya xweser ava bikin.

Gefa herî mezin ji bo Israîlê ew e ku Tirkîya rola Îranê il Sûrîyayê bistîne, loma Israîl dê nehêle rêjîma sûrî ya nû bikeve nav pencên tirkî de. Ev yek dê pêk were dema perepêdana qeterî li ser Tirkîyayê were rawestandin.

Destkeftîyên ku dê rêjîma sûrî bi dest bixe, dibin du bir; ya yekem dê mana vê rêjîmê di desthilatê de be, danpêdana herêmî û navdewletî pê be û rakirina cezayan li ser be. Dibe ku ev yek pêk were dema Amerîka bixwaze bêtir berê xwe bide Sûrîyayê ku ev yek jî beşek ji siyaseta amerîkî ya piştgirîya Israîlê ye. Tewereya duyem ku rêjîma nû dixwaze bi rêya îmzekirina  rêkeftineke ewlekarîyê bi kar bîne, sepandina şert û mercên xwe yên der barê desteserkirina rojhilatê Feratê de (herêmên Rêveberîya Xweser) û tevlîkirina HSDê di nav artêşa sûrî de ye (ne weke komeke hevgirtî lê weke endam).

Rewşa herêmên Rêveberîya Xweser a Demokratîk di nav rêkeftineke ewlekarîyê de:

Piştî ku pisporîyeke leşkerî û kargêrî di dirêjahîya alozîya sûrî de bi dest xist û êdî dikare li hember dijminan raweste û piştgirîyeke wê ya herêmî heye (doza kurdî û Rojava bûye mîna sembolekê li ba hermû hêzên kurdî) û piştgirîyeke navdewletî ji bo wê heye (Fransa, Amerîka) li gel hevakîya wê bi Hevpeymana Navdewletî re li dijî Daişê… ji ber van sedeman êdî bidawîkirina Rêveberîya Xweser û HSDê ne hêsan e. Tirkîya gelekî hewil da fişarê li Amerîkayê bike da ku hevkarîya xwe ya bi HSDê re rawestîne û rê bidîyê da ku bihêle şerekî hovane li dijî herêmên Rêveberîya Xweser pêk bîne, lê ev yek pêk nehat. Ji alîyekî din ve rêkeftina ku dê li Amerîka di navbera rêjîma sûrî ya nû û Israîlê de pêk were dê bandorê li rewşa Rêveberîya Xweser neke, çimkî tu têkilî di navbera Israîl ûHSD û Rêveberîya Xweser de tune ye û Israîl vê herêmê naparêze lê belê ew girêdayî Amerîka û NATO ye ji ber wê jî Israîl nikare danûstandinê di dosyeyên ne girêdayî wê de bi rêjîma nû re bike.

Israîl baş dizane ku piranîya komên girêdayî artêşa nû çeteyên Tirkîya ne û tu caran nikarin ji bin sîwana tirkî derkevin. Di encamê de desteserkirina artêşa sûrî -eger pêk were- li ser herêmên Rêveberîya Xweser tê wateya desteserkirina Tirkîya li ser herêmê. Ji ber ku ev herêm xwedî rehendeke cyosiyasî ye û gelek dahatên wê yên binerd hene ku dikare bi rêya wan rêjîma nû kontrol bike, Israîl naxwaze Sûrîya bikeve di nav pencên Tirkîyayê de lê belê şer dike da ku hêzdarîya tirkî li Sûrîyayê kêm bike.

HSDê weke xeta parastinê ji bo Amerîka, NATO û civaka navdewletî ye ku rê li ber vegera rêxistinên terorîst li herêmê digire. Her wiha ew bi Hevpeymana Navdewletî re şaneyên Daişê li herêmên sûrî armanc digire, loma herêmên Rêveberîya Xweser û HSDê ji derveyî vê rêkeftina ewlekarîyê ne û rêjîma nû dê nikaribe wê bixe mercek da ku bi Israîlê re vê rêkeftinê îmze bike, nexasim ku rêjîma nû di cihê lawazîyê de heye û nikare şertên xwe bisepîne. Li gor vê yekê jî, Şerik xwe bi derve xurt dike û gefan li HSDê û pêkhateyên sûrî dixwe ku eger levkirinek pêk neyê, dê operasyoneke leşkerî ya tirkî hebe. Jixwe li gor wî jî levkirin dê pêk were dema sîstema navendî were avakirin, HSDê weke endam tev li artêşa sûrî bibe û herêmên Rêveberîya Xweser bikevin di bin desteserîya wê de.

 Îcar, li gor vê yekê, piştî ku ew qada hevrikîyê di navbera Israîl û Îranê de bû, niha Sûrîya bûye qadeke hevrikî û nakokîyê di navbera Israîl û Tirkîyayê de. Li hember vê rikberîya tirkî-israîlî der barê Sûrîyayê de, rêkeftina ewlekarîyê ya di navbera rêjîma nû û Israîlê de û nîşaneyên avakirina sîstemeke nenavendî, Sûrîya ber bi qonaxeke nû ya şer û nakokîyê ve diçe, sedema vê yekê ew e ku rêjîma nû bêtir berê xwe dide welatên rojavayî û Israîlê da ku desthilata xwe li Sûrîyayê misoger bike. Dibe ku ev yek dûrbûnekê di navbera rêjîma nû û Tirkîyayê de pêk bîne û di encamê de Tirkîya xwe bêtir bi komên xwe yên çekdar ve li bakurê Sûrîyayê bigire (Hemzat, Emşat û Ehrar el-Şerqîye) û herêmeke hêzdarîyê ji bo xwe li bakurê Sûrîyayê dûrî desthilata Sûrîyayê ava bike. Her wiha eger rêjîma nû xwe jê dûr bixe, ew ê hedarî û aramîya sûrî ji hev bixe û dibe ku bi erêkirineke veşartî ji hêla Şeri ve, bihêle çeteyên wê êrîşî herêmên Rêveberîya Xweser bikin, nexasim ku Şeri got ku dema ji bo Rêveberîya Xweser hatîye dan, heya dawîya vê salê ye. Her êrîşekbi ser herêmên Rêveberîya Xweser de girêdayî erêkirina amerîkî ye, her wiha şerê rûsî-ukraynî ku heye guhertinên mezin tê de çêbin dema Tirkîya xwe bide alîyê welatên rojavayî der barê sepandina cezayan li ser Rûsîya û rawestandina kirîna xaz û betrola rûsî de. Dibe ku ev yek bandorê li têkilîyên rûsî-tirkî bike û di encamê de bandorê li Sûrîyayê jî bike. Dibe ku Rûsîya bi roleke sereke li hember Tirkîya û çeteyên wê raweste dema şerekî li dijî herêmên Rêveberîya Xweser bikin, dibe ku Rûsîya qedexeyeke asîmanî li ser bakurê Sûrîyayê bisepîne. Dibe ku Israîl jî qedexeyeke asîmanî li ser başûrê Sûrîyayê bisepîne û pişta dirzîyan bigire da ku rêveberîyeke xwe ya xweser ava bikin. Israîl dê şopandina tevgerên tirkî di Sûrîyayê de bike da ku nehêle Sûrîya di hembêza wê de bimîne. Piştî rêkeftina ewlekarîyê ku yek ji bendên wê belkî rawestandina berferehîya tirkî di Sûrîyayê de be, wê hingê rêjîma nû dê di navbera du agiran de be; agirê yekem Tirkîya ye ku dixwaze ejindeyên xwe li ser rêjîma nû bisepîne û bihêle Sûrîya bibe herêmeke hêzdarîyê ku li dor wê dizivire. Agirê duyem jî Israîl e ku belkî rewatîyê bide rêjîma nû li hember ku rêkeftinekê bi Sûrîyayê re girê de û rê li ber berferehîya tirkî were girtin. Sûrîya di serdema nû de dê xala bingehîn be ji bo ku nexşeya Rojhilata Navîn ya nû ji nû ve were xêzkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى