ANALÎZ

Efrîna dagirkirî di navbera terora Heyet El-Tehrîr El-Şam û pîrozkirina Tirkiyayê de

Efrîna dagirkirî di navbera terora Heyet El-Tehrîr El-Şam û pîrozkirina Tirkiyayê de

Pêşketina leşkerî ya balkêş a ku Heyet Tehrîr El-Şam a hevalbenda komikên Firqeya El-Hemzat, Tevgera Ehrar El-Şam û Firqeya Silêman Şah û li ber çavên hêzên dagirkerîya Tirkiyayê ku bi girseyî li wir hene û xal, rêbend û baregehên wan lê hene û bê ku Tirkiya xwe bilivîne yan jî tiştekî bike, bê ku bi pêş bikeve derbas dibe. Ev yek di nava hewayeke wiha de hat kirin ku behsa hevkarîyeke tirkî ya bi Heyet Tehrîr El-Şam re (Cebhet El-Nusraya berê) û erêkirina wê ji bo guhratina nexşeya kontrola komikan tê kirin. Bi tevî ku Heyet Tehrîr El-Şam xwe vikşand û hweldayîna Tirkiyayê ji bo nêzîkkirina her du komikan, lê belê pirsa der barê têkilîyên xurt a di navbera Tirkiyayê û Heyet Tehrîr El-Şam de hîn tê kirin. Êdî zelal e ku wê çavên xwe ji berê girtiye ku bikeve Efrînê û hin erk û rolên li gor dilê Tirkiyayê û bi awayê ew dixweze, bideyê. Jixwe ev derfetrek e ji Colanî re ku mebestên xwe û armancên Tirkiyayê bi rêya çêkirina tevlîhevîya avaker û bi rêbaza Tirkiyayî, bi cih bîne. Bê guman Heyet Tehrîr El-Şam -an ku Cebhet El-Nusra- hewl dide ku li pêşîya civaka navdewletî bide xuyakirin ku ew ne ji dûvikên El-Qaidê ye û ne jî rêxistineke terorîst e; bi tevî ku di lîsteyên Amerîkayê de teror e. An na, tiştên ku pêk hatin eger ne bi erêkirina Tirkiyayê ba, dê çawa çêbûba; jixwe ev yek bi delîlan tekez dike ku Tirkiya der barê hewandina terorê û guhdayîna pê de berpisiyar e. Enqereyê hewl da fişarê li ser komikên çekdar bike da ku amade bin ji duristkirineke texmînkirî re ku li serê bi Tehran û Moskovayê re danûstandin çêdibin. Wiha tê texmînkirin ku encamên wê dê ji bo têkilîyên Tirkî – Sûrî vekirinek be, nemaze piştî civînên ewlekarî yên di navbera her du alîyan de çêdibin û kêmkirina tundîya axaftina diplomatîk ku bi armanca têketina dosyaya herêmên bakur rojava de, pêk tên. Dibe ku derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam ji bo Tirkiyayê kaxezek be ku ji alîyekî ve pê opozisyonê bike qurban ku dê ji bo rêjîma Sûriyayê bibe bihaneyek ku pê derbasî wir bibe, ji alîyê din ve jî rê bide Heyet Tehrîr El-Şam ku derbasî hin herêmin din ên bakur rojholat bibe; da ku rola komikên çekdar ên ser bi Itilafê ve tune bike ku dê bixwe rola wî jî mîna ava di bêjingê de be.

Rêdayîna Tirkiyayê ji bo avakirina statuyeke terorîst bi serkêşîya Heyet Tehrîr El-Şam ji Idlibê heyanî Serê Kanîyê, dê xizmetin pir baş ji Enqereyê re pêşkêş bike, mîna vegerandina penaberên Sûriyayî bo nava Sûriyayê lê ne li herêmên wan ên resen û dê siyaseta guhartina demografîk xurtir bike. Bi her halî dê ev statu bi vê erkê rabe ku dîwarekî mirovî li beramberî herêmên Rêveberîya Xweser ku hebûna wê bixe nava metirsî û gefan de ji bo xilafeta DAIŞ’ê ku dixwaze dewleta xwe bide avakirin, lê belê li hemberî qehremanîya QSD’ê bi bin ket. Ji van hemûyan zêdetir, Colanî ji bo xwe mifayekê dibîne ku di vê xeta Tirkiyayê de bimeşe; ku tê texmînkirin dê destê xwe deyne li ser gelek dahatên diravî û aborî yên li herêmê. Ev yek ne tenê bêdengîya Tirkiyayê ya der barê pevçûnên xwînî de dide eşkerekirin, lê belê eşkere dike ku destekî xurt ê Tirkiyayê heye ku rê da Colanî da ku operasyona xwe ya lekşerî bê ku tu guhartinan di nexşeya kontrolê ya li gundewarê Helebê yê bakur û rojava çêbike, pêk anî; ew jî ji ber belavbûna pir a komikên dijhev û alîyên şerker ku dê bi hestyarîyeke mezin dabûstandinê pê re bike. Her guhartinek di nexşeya herêmê de çêbibe dê guhartinê di nexşeya Helebê de bi hemû beşên wê yê rojhilat, rojava û bakur ve, her wiha bajar bi xwe jî, çêbike. Piştî derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam di Efrînê û bêhtirî 30 gundên wê de û di nava wan de jî derîyê sînorî yê El-Hemam ku bajarê Cindêrisê bi Tirkiyayê ve girê dide û herêmên Kefer Cenê, Cebel El-Ehlam û Qetmê yê nêzî bajarê Izazê ku piştî bajarê Babê yek ji girîngtirîn bajarên gundewarê Helebê yê bakur e, lê belê dezgehên ewlekarîyê yên Heyet Tehrîr El-Şam di cih û baregehên wê de hiştin; çi ku Tirkiya dixwaze civaka navdewletî bixapîne ku Heyet vekişiyaye herêmên xwe. Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê li ser hesabê xwe yên twitter’ê belav kir û got ku “ew gelekî ji derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam di hermên bakurê Helebê de, neheret e”. Bi helwesteke tund ji Heyet Tehrîr El-Şam a di Idlibê de xwedî desthilat e û wek rêxistineke terorîst binavkirî ye, daxwaz kir ku demildest hêzên xwe ji herêmê (bakurê Helebê) vekişîne. Her wiha ji wilo dûrtir çû gava da diyarkirin ku ew pir nerehet e ji ber kiryarên tundîyê yên dawîyê ku li bakur rojavayê Sûriyayê çêbûn û ji hemû alîyan daxwaz kir ku giyan û samanên sivîlan biparêzin. Li gor nivîsgeha ragihandinê ya Rêveberîya Xweser ku ji enstîtuya Waşintonê ya siyaseta Rojhilata Jêrîn wergitibû, diyar kir ku hukûmeta Tirkiyayê rastî fişara Amerîkayê hatiye da ku destwerdanê bike û berbelavbûna Heyetê ya li bakur û rojavayê Sûriyayê rawestîne. Her wiha enstîtuyê got ku Waşintonê gef li Enqereyê xwariye eger Heyet ji wir venekişe dê bihêle ku QSD derbasî wir bibe; ku bi dest xwe re vê yekê tirk bihêrs kirin. Ev pêşketina berçav a Amerîkayê bi boçûna MSD’ê re ya ku dixwaze herêm dûrî tundrewî û terorê bimîne û nehêle ku bi pêş ve biçin re li hev tê, nemaze ku plan û operasyonên Hevpeymana Navdewletî û QSD’ê yên ji bo têkbirina terorê dike armanc.

Bi gelemperî, em dikarin bibêjin ku rojek li pey rojekê têkilî û girêdanên di navbera Tirkiyayê û komikên terorîst de çi li Sûriyayê û çi jî li derveyî wê û bi hemû nav, şêwe, wêne û awayên wan ve, eşkere dibin. Piştî ku desteka bi çek û alavan û di çarçoveyeke fireh ji erdnîgarîya Sûriyayê da DAIŞ’ê, va ye niha heman rolê lê bi senaryoyeke cudatir dimeşîne, an ku herî kêm bikare li gel hin alîyên herêmî yên di dosyaya Sûriyayê de çalak in, rewabûnê ji wan re peyda bike.

زر الذهاب إلى الأعلى