ANALÎZ

Nêzîkbûna Tirkî Û Sûrîyê Karteke Helbijartinê Ya Mirî Ye

 

Bêguman  nêzîkbûna Tirkî û Sûrîyê di vê demê de, li ser navgînên ragehandinê bi zêdebarî pê hate mijûlbûn ku bi awayeke berfireh hate şirovekirin, ew jî ji ber di lîsteya Sûrîyê ya dema niha de, mijara herî girîng e, ev şirovekirin bal kişand ser zîvirandina Tirkîyê ya lihevhatina bi Sûrîyê re, lê divê ji cihê ku bi dawî bibû ne ji cihê niha dest pê bibû, were girtin.

Hemû raporên saloxgerî û ragehandinê li ser peywendîyên neyekser di navbera rêjîmên Tirîyê û Sûrîyê de axivîn, jixwe berê vê peywendîyê bi awayê ewlehî xwe nîşan dida, êdî tişta ku amaje pê dike jî ew e ku baregehên Tirkîyê bi awayeke serbest li nêzî deverên hêzên ferwerîya Sûrîyê tev digerin, ew jî bêyî ku tu bertek jê bibînin, tevî ku Sûrîyê wan weke hêzeke dagîrker dibîne, êdî bi demê re ev boçûn di ragehandinê de belav dibe ku warê veşartî derbas kiriye, êdî ta asteke baş,  ji dewleta Tirkîyê re bû wareke stratejîk, nexasma ku rûdêmên cihê AKP bi serkêşîya Erdogan û pêşeroja wî ya siyasî li Tirkîyê pê ve girêdayî ye.

Êdî heger em ji vê nêzîktir binerin, em ê bibînin ku rêzebangên berpirsên Tirkan ji bo ku lihevhatinê bi rêjîma Sûrîyê re bikin, bi tu awayî ne ji berjewendîyên Rikberîya Sûrîyê bûn, ew Rikberîya ku Erdogan angaşt dike ku ew bergirî û parastina wê dike, ne wilo tenê jî, lêbelê xemxur bû ku bi rêya wê berjewendîyên xwe yên taybet pêk bîne, ew jî bi destdanîna ser dewlemendîyên Sûrîyê yên cûrbicûr ji amûr û alavên kargehên Sûrîyê yên hatîne dizîn, her wiha bi talankirina şûnwarên Efrîna dagîrkirî; ev ji hêlekê ve, ji hêleke din ve jî bicihkirina mayindeya ferwerîya Sûrîyê li ser deshelatê, piştî ku di sala 2015 de di rewşa herî lawaz de bû, hingê ew ji ketineke misoger rizgar kir ku Rikberîya Sûrîyê tenê bi çend kîlometran dûrî paytexta Sûrîyê bibû.

Li gor wê, dewleta Tirkîyê bi piştgirîya Rûsîya û bi rêya rêkevtinên kêmkirina şer, destdanîna ferwerîya Sûrîyê li ser herêmên Rikberîya Sûrîyê hêsan kir,  jixwe ji encamê wê jî guherîna dîmogirafî li herêmên berê yên ku di bin deshelata Rikberîya Sûrîyê de bûn, weke paytexta Sûrîyê Şamê û başûrê Sûrîyê, ew jî bi derbaskirina milîsên Îranî, lê beramberî wê jî bajarê Efrîna dagîrker rastî guherîneke dîmogirafîk ya herî mezin li ser asta Sûrîyê hat, ew jî bi desteserkirina çeteyên çekdar yên Rikberîya Sûrîyê ji Şamê û gundewarên wê, lê ev jî ta vî sînorî ranewestîya, ji ber ku Rikberîya Sûrîyê ji dema xwe firot Tirkîyê, tu pêşketin li ser asta xwecihî û navneteweyî ya pirojeya siyasî ya Sûrîyê bi dest nexist, lêbelê her dem ji alîyê gelê Sûrîyê ve cihê nerazîyê bû, ji ber ku carekê tenê jî sûd jê nehat girtin, lêbelê her gav jî bûye parîyekî xweş Terîrûêam re ya ku bi rola Komparsê radibe, da ku li gor daxwaza fermana dewleta Tirkîyê tevbigere, bi taybet dema ku derbasî Efrîna dagîrkirî bibe. Dema ku dewleta Tirkîyê radigihîne ku tu mercên wê yên pêşxistî tune ne ji bo gotûbêjan bi ferwerîyha Sûrîyê re bike û dikare li ser vekişîna ji hina yan jî ji tevahî xaka Sûrîyê gotûbêjan bike, ji ber ku dizane ku Rikberîya Sûrîyê kerteke şewitî ye, her wiha tu hêvîya li ser girênade, dema ku bi sûdên ku li hundirê Tirkîyê yên bidestxistina helbijartinan hev rû bibe. Lê ji alîyê xwe ve, ferwerîya Sûrîyê ji dewleta Tirkîyê xwest ku ji xaka Sûrîyê vekişe ku dewleta Tirkîyê nepejrandin li ser vê yekê neda, her wiha vekişîna wê ji rêya M4 ya ku dê bandora wê li ser vekirina tenêtîya ferwerîya Sûrîyê bike, ev jî tê wateya ku dewleta Tirkîyê û pirojeya wê bi avakirina herêma ewle bi panahîya 35 km; anku heta rêya M4, wê bi dest ferwerîya Sûrîyê bi rê ve biçe, êdî yevî ku vê yekê napejirîne– ji bo ziyankirina pirojeya Rêveberîya Xweser – lê di heman demê de dixwaze.

Êdî her çiqasî ev nêzîkatî di navbera rêjîmên Tirkî û Sûrîyê  ku bi kêmanî  niha bi navincîya Rûsîya li ser asta ewlekarîyê pêk tê, dewletên têkildarî karûbarên Sûrîyê, helwestên cûda diyar kirin, vê carê Rûsîyaya ku vê bang li xebatên weke vê dike, hewl dide ku di heyva gulanê karteke hilbijartinê bide dewleta Tirkîyê, jixwe ferwerîya Sûrîyê jî fişarên siyasî li ser Rikberîyê dike, ew jî ji bo wê ji piştgiriya Tirkîyê derxîne û serkevtineke nû bi dest bixe, ji alîyê xwe ve, Rûsîya jî bi her awayî hewl dide ku ji destkeftîyan para mezin jê re bimîne. Jixwe Îranê piştgirîyê dide van nêzîkatîyan, ji ber heger bû dê ji bo Sûrîyê servekirineke aborî û leşkerî pêk bîne, wê hingê dê hinkî tengavîya aborî sivik bike, ev jî tê wateya ku Îranê (li gor tê xwestin) dê nema piştgirîya ferwerîya Sûrîyê bike, jixw tevî wê jî aborîya wê jî di bin sizekirinên Rojavayî de ye.

Li beramberî wê jî, Amerîka dewleta yekane ye ku ne tenê van nêzîkatîyên di navbera dewleta Tirkîyê û ferwerîya Sûrîyê de bi hemû şêweyên xwe napejirîne, lê belê ew hemû rolên ferwerîya Sûrîyê ji bo asayîkirina bi derûdora xwe ya herêmî û Erebî re çêke, erê nake. Nêzîkatîya Amerîkî ji vê nepejrandinê re ew e ku rêjîma Sûrîyê hêj neketîye wê rewşê ku were pejirandin û bikeve nav derûdora xwe, nemaze ku li ser gelê xwe gelek komkujîya pêk anîne, ji bilî ku ew berpirsê derbiderkirina nîvê gelê xwe li hundir û derveyî Sûrîyê ye. Êdî heger neçar be ku (weke dixwaze) asayîkirinê bike, divê dest bi gotûbêjeke Sûrî ya giştî bi hemû rengên gelê Sûrî re û li gor bendên rêkevtina Cînêvê bike, lê ta ku bi vê hişmendîya şovînîst be, ev yek ne pêkan e.

Êdî pirsa ku tê kirin ev e: (ji bilî rewşa heyî ya hevdîtinan ku ta niha neghaştîye vê astê), heger em bêjin ku ev nêzîkatî dê civînek li ser asta serokên dewleta Tirkîyê û ferwerîya Sûrîyê ancam da, gelo dê pêşeroja têkilîyan di navbera wan de çawa be?

Jixwe Erdogan raserî hevpeymaneke xort tê ku bidetxistina serokatîyê armanca wê ya sereke ye, jixwe navê “hevpeymana şeşan” lê kirine ku di sibata sala 2022 de hate damezrandin û şeş partîyan li xwe vedihewîne ku hemû ne tenê cîhangerî yan neteweyî ne, lê belê hindek parîyên kevneperist jî di nav de hene. Partîyên rikberîya Tirkîyê ragehandin ku dema ew di helbijartinan de bi ser bikevin, ew dê destûrê biguherin û pergala perlemanî careke din vegerînin, her wiha soz dan ku vegerin ser rêgeha Tirkîya cîhangerîî û dê mijara vegerandina penahberên Sûrî li welêt têxin gotêbêjê, ev jî tê wateya ku helbijartin dê ne tenê pêşeroja serkêşên welêt; lê belê pêşeroja siyasî ya Tirkîyê bi giştî diyar bike. Êdî ji ber vê yekê, Erdogan hewl dide ku hemû mijarên bialoz yên ku rê li ber ku careke din were hilbijartin digirin, bi dawî bike. Li beramberî wê, ferwerîya Sûrîyê dixwaze ku nêzîkatî li ser asteke bilindtir be, ew jî heger dewleta Tirkîyê pêgirîyan pêk bîne ku ji xaka Sûrîyê vekişe, penaberan vegerîne, piştgirîya xwe ji komên ku Şamê wan weke sawkarîyê bi nav bike rawestîne, rêya M4 di navbera Heleb û Laziqîyê de veke û hin kesan radest bike.

Jixwe ferwerîya Sûrîyê ji tevgerên Erdogan baş têdigihiştî ye ku ne ji fişarên Mosko û Tehranê be, xwe naxe wê metirsîyê ku têkeve himbêza Tirkîyê, ji bilî ku ev hewldan di demeke serbuhirî de tên pilankirin, ew jî tevî ku ferwerîya Sûrîyê di dema niha de tu giringîyê nadê, jixwe hemû nîşaneyên nêzîkahîyê diyar didin ku berî ew li ser asteke diplomasî ya bilind çê bibe mirî ye, lê heger rûda û bû, dê piştî bidawîbûna helbijartinên Tirkîyê be, ev jî bi pêşbînîkirina ku rikberîya Tirkîyê li ser textê deshelatê rûnê, jiwe ew jî li gor ferwerîya Sûrîyê ji bo nêzîkatîyê, berbijêrkeke baştir re.

زر الذهاب إلى الأعلى