ANALÎZ

Welatên rojavayî li hemberî Rûsyayê

Berîya hilweşîna Yekîtîya Sovîyetê, cîhan li pêşberî bûyereke ku dê hevsengîya hêzan biguherîne, bû; ew jî şerê Kendavê yê duyem bû. Piştî dagirkirina Sedam Hisên ji Kuweytê re di sala 1990’î de û gefxwarina wê ji Erebistana Siûdîyê ku li gorî wê hevpeymanîyeke navdewletî ya ji bo parastina dewletên kendavê pêk hat û Iraq mîna hêzeke herêmî dane alîyekî, herêm bi temamî bû di bin desthilatîya Amerîkayê de. Berîya dagirkerîyê helwesta Amerîkayê ew bû ku di rûdana şerekî erebî – erebî de destwerdanê neke. Lê belê ev yek mîna davikekê bû ku Amerîkayê ji Iraqê re vedabû ku mîna hêzeke herêmî xwe jê xilas bike. Ev senaryo heyanî astekê eynî tişta ku îro li Ukraynayê pêk tê, ye. Bêguman cudabûneke mezin di alîyê hêzê di navbera Iraqê ku wek hêzeke herêmî ye û Rûsya jî hêzeke cîhanî ye û têkilîyên wê bi gelek dewletan re xurt in, de heye.

Diyare ku “Şerekî sar” di navbera Rûsyaya ku dixwaze rola wê di pergala cîhanî de hebe û Welatên rojavayî yên ku naxwazin ti guhertin di pergala cîhanî de pêk were (siyaseta yek cemser) de heye. Pûtînê ku alozîyên navdewletî û herêmî ji bo berjewendîyên Rusiyayê bikar anî (Sûriye, Lîbya, Misir, Armînîya û Kazaxistan) û girêbestên aborî û leşkerî bi gelek dewletan re mîna Tirkiye, Çîn, Hindistan û Dewletên Kendavê re pêk anîn û li hemberî wê jî binkeftina Welatên rojavayî di van alozîyan de (Vekişîna Amerîkayê ji Afganistan û Iraqê û nîv-vekişîna ji Suriyeyê) û xirabûna têkilîyên Amerîkayê bi hevalbend û hevkarên wê re; hêzeke mezin dayê ku operasyoneke leşkerî li ser Ukraynayê pêk bîne, nemaze piştî ku NATO’yê ragihand ku ew destwerdana leşkerî di Ukraynayê de nake. Bi zêdebûna metirsîyên Rûsyayê ku NATO ber bi rojhilat ve biçe û xwesteka Ukraynayê ku tev li NATO’yê bibe, Pûtîn şer li ser Ukraynayê ragihand. Bi ragihandina şerî re, sizayên rojavayî li ser Moskovayê dest pê kirin, di vê yekê de ji ber berjewendîyên wan bi Rûsyayê re, helwest cihêreng bûn. Lê belê balkişandina li ser metirsîyên êrîşa Rûsyayê li ser rojhilatê Ewropayê (Dewletên NATO’yê) û mezinkirina tirsa şerê Rûsya- Ukraynayê ji alîyê Amerîka û Brîtanyayê ve ku di şûna sepandina sizayan de dê destpêkirina şerê cîhanî yê sêyem be, hişt ku gelek dewlet êdî ew jî sizayan li ser Moskovayê bisepînin. Bi vê yekê re siza li serê xurt bûn û êdî li hember Rûsyayê Welatên rojavayî hema-hema bûne yek dest. Êdî dewletên NATO’yê, nemaze Amerika di Ewropaya Rojhilat de bi bihaneya parastina hevalbendên xwe ji êrîşên Rûsyayê, hêzên xwe pir kirin. Heman tişt bi Dewletên Kendavê re çêbû gava ku daxwaza parastinê ji Amerîkayê kir û hevpeymanîya navdewletî pêk hat û li gorî wê hêzên Amerîkayê û baragehên wê yên leşkerî li Kendavê, zêde bûn.

Ev sezayên mezin û hevgirtina Welatên rojavayî, Pûtîn texmîn nedikir û vê yekê hişt ku Moskova bikeve nava astengîyekê de. Ji ber vê yekê hişt ku Rûsya “Hêzên Pêşgirtinê” ku tê de hêmanekî nûklerî jî heye, bixe nava amadebaşîyê. Bi vê yekê re Welatên rojavayî tawanbar dike ku helwestên dijminane nîşan dane. Sezayên rojavayî li ser Rûsyayê ne ji ber şerê li ser Ukraynayê ne, lê belê ji ber ku Rûsya mîna hêzeke cîhanî derketiye pêş û hêza wê ya leşkerî xurt dibe, her wiha di bazara cîhanî de bûye xwedî serweriyeke mezin û badnorên vê yekê li ser Ewropayê hene. Êdî Ukrayna mîna davikekê bû û Rûsya neçar kirin ku bikevê; da ku mîna pêşbazekî Amerîkayê ji ser qada navdewletî dûr bixe. Derketina Rûsyayê ji vê astengîyê dimîne li ser hêza wê ya xweragirtina li hember van sizayan û nehiştina wan ku bandorê li nava Rûsyayê bike, her wiha karîna wê ya bandorkirina yekser li ser aborîyên dewletên rojavayî, nemaze di warê enerjîyê de ku dê bandorê li hemû sektorên din bike. Ev yek ne tenê li ser milê Rûsyayê dimîne, lê belê dikeve li ser milê hevalbendên wê jî mîna Çîn, Koryaya bakur, Fenziwêla, Îran û Tirkiye; gava ku Rûsya sizayan li ser Welatên rojavayî bisepîne. Di 9-3-2022’an de Rûsyayê hişyarî da welatên rojavayî ku ew xwe ji bo bersivdayîneke berfireh amade dike ku dê bandorê li hemû sektorên girîng bike û wan têk bide. Ji ber ku Amerîka ditirse ku bilindbûna nirxên enerjîyê bandorê li helwestên hevalbendên wê bike, wek gaveke pêşwext hewl dide ku hevalbendên Rûsyayê jê dûr bixe; da ku Rûsyayê di alîyê navdewletî de tenê bihêle û bandora sezayan li serê pir bike. Serdana şandeyekê ji Amerîkayê bo Fenziwêlayê, ragihandina nêzîkbûna pêkanîna hevpeymaneke nûklerî bi Îrane re û daxwazkirina welatên rojavayî ji Çînê ku helwesta xwe li hember şerê Rûsya-Ukraynayê diyar bike da ku sizayên rojavayî negihêjin wê jî; bi tevayî dikevin nava heman çarçoveyê.

Di vî şerî de yê serkeftî ew e yê ku çi qasî li hember siza û fişarên aborî xwe ragire û kî berîya danûstandinan bikeve, dê yê binkeftî be. Lewre jî mijar ne girêdayî têgeha şerê leşkerî ye, lê belê girêdayî bi tîgeha xwe ya aborî. Ji ber ku dê şerê Rûsya- Ukraynayê dirêj bike; çi ku her du alî jî naxwazin çareserî were peydakirin. Lê belê dê piştevanîya Welatên rojavayî ji Ukraynayê re bi demê re zêde bibe. Her çi qasî hevdîtin di navbera Pûtîn û Zelensky de pêk were jî, eger siza ji ser Rûyayê ranebin, dê têrê neke. Li gorî ku dixuye dê sizayên rojavayî li ser Rûsyayê bidomin û dibe ku gava hevalbendên wê dûr bikevin, çarçoveya wan berfirehtir bibe. Dibe ku çirûska wê bigihêje Sûriyeyê jî gava ku Welatên rojavayî ji Tirkiyeyê bixwaze helwesta xwe li hember şerê Rûsya-Ukraynayê zelal bike û li keleka welatên rojavayê li dijî Rûsyayê raweste û sizayan pêk bîne. Jixwe Tirkiye ji vê yekê ditirse; çi ku dê neçar be li kêleka welatên rojavayê raweste. Wê demê dê Rûsya bêdeng nemîne û dibe ku operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk bîne û hişyarîyên Amerîkayê yên der barê Idilbê de paşguh bike. Dîsa jî dê helwesta Welatên rojavayî heman helwest be û tenê destekdayîna leşkerî bide Tirkiyeyê; ew jî bi bihaneya ku şerê cîhanî yên sêyem çenebe. Di encamê de dê cîhan li pêşberî şerê cîhanî yê sêyem ê bi wekalet be. Ev yek, rêber û ramangêrr Ebdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên ji bo rewşa Rojhilata Navîn û şerên dijwar de, tekez kiriye û dibêje: “Rastîyek li ber çavan heye; amaje dike ku herêma Rojhilata Navîn rastî şerekî cîhanî yê sêyem, bi şêweyekî taybet tê. Lê belê taybetmendîyên vî şerî ji rehendên leşkerî û siyaseta klasîk pir cuda ne”.

زر الذهاب إلى الأعلى