Bi dawîbûna gera 12̕em a danûstandinên Astanayê ku di 26ˊê meha Nîsana bûrî de li dar ket, rêjîma Sûriyê bi alîkariya Rûsyayê; êrîşeke dijwar dibe ser parêzgeha Idlibê , ya ku dikevê bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin destê dijberê de ye. Di encama vê êrîşê de bi sedan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 180 000 kes koçber bûn. Ev jî ji havîna bûrî de weke gurbûneke herî dijiwar di navbera rejîm û dijiberê de ye. Ji xwe tê zanîn ku Tirkî û Rûsyayê di 17ˊê Îlûna 2018ˊan de li ser çêkirina herêmeke bêçek li Idlibê weke herêmeke cûdeker di navbera hêzên dijberê û rejîmê de, li hev kiribûn.
Parêzgeha Idlibê li ser 5 herêmên karîgêrî tê dabeşkirin, ew jî ev in: herêma Idlibê, herêma Erîha, herêma Meretunûman, herêma Cisiruşixûr û herêma Harimê. Herêma Idlibê navenda parêzgehê ye, dûrî bajarê Helebê bi 59 km û dûrî Şama paytext bi 309 km. Bilindbûna wê 400 m li ser asta deryayê ye, jimara şênya wê digihêje 1,5 melyon kes. Herêma Idlibê li bakurî Sûriyê dikeve. Sînorê wê ji hêla bakur û rojava ve Tirkiyê ye, Heleb ji rojhilat ve, parêzgeha Hemayê ji başûr ve û parêzgeha Laziqiyê ji başûrê rojava ve wê dorpêç dikin. Jixwe bi bedewbûn û çiyayên xwe navdar e. Êdî ji ber gelek sedeman giringiyeke stratejîk bi dest xistiye, hin ji wan jî ev in:
1-Sînorên hevbeş bi Tirkiyeyê re, bi taybet parêzgeha Antakya ya nakokdar.
2-Ji ber ku Helebê bi Şam û Laziqiyê ve girê dide.
3-Bilindahiyên wê yên stratejîk ku raserî Heleb û Laziqiyê ne.
Tê zanîn ku piraniya bakurê rojavayê parêzgeha ldlibê, her wiha herêmên derdor, di bin destê Heyettehrîruşam (Cebhet El Nusra) de ye, ev rêxistina ku ta sala 2016`an şaxek ji rêxistina Elqayîde bû.
Hêjayî gotinê ye ku berî niha Heyettehrîruşam û bi erêkirina Tirkiyê rê li komikên dijber ên din teng kir û ew xistin bin kontirola xwe . Jixwe hê jî hin ji van komikan weke “Elcebhe Elweteniye Lîltehrîr” ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, hene. Tirkiyê û li gor lihevkirinekê bi Rûsyayê re, 12 baregeh li herêmê ava kirine.
Armanca Tirkiyê ji dagirkeriya Idlidê: Armana sereke ya Tirkiyê ew e bû ku berfirehbûn û pêşketina Hêzên Sûriya Demokratîk a ku piştgiriya xwe ji hevpeymana navneteweyî digire rawestîne û tecrubeya demokratîk a ku li bakur û rojhilatî Sûriyê hatiyê damezrandin têk bibe, her wiha dixwaze herêmeke serweriyê û mayinde li ser sînor mîna bakurê Qubrisê bi dest bixe, rêkên stratejîk ên ku Helebê bi Lazqiyê û Şamê ve girêdide kontirol bike, dest deyne ser dergehên sînorî mîna Babulhewa û alîkariyên locistîk û leşkerî pêşkêşî gurûpên çete ên ku alîkariya xwe ji Tirkiyê û Qeterê distîinin, bike.
Helwesta Rûsya : Rûsya ji bo berjewendiyên xwe bibarêze, di rêya operasyoneke leşkerî diyarkirî, hwel dide ku komên rikber ber bi bakur ve dûr bixe, da ku bargeha Himêmîm a esmanî biparîze, Tirkiyê û komên çekdar jî bajo ber bi rûbirûbûneke çekdarî , mebest jê jinavbirina komên Tundrew û misogeriyê ji her du aliyan bistîne ku li dij rêjîmê tev negerin. ji bo ku Tirkiyê venegere himbêza Emerîka, Rûsya di vê herêmê de gelek tawîz dane Tirkiyê, ev tişt dihêle ku Tirkiyê di rêya vê herêmê re êrîşî herêmên Rêveberiya xweser bike û timî gefê li wan bixwe.
Dewleta Sûrî: Tevî ku piraniya gelê Sûriyê , bi awayeke nerênî li Tirkiyê dinere û ji destpêka aloziya Sûriyê ve wê weke dagirkerê xaka Sûriyê dibîne, lê hikûmeta Sûriyê bi awayekî cidî dagirkerî û destwerdana Tirkiyê red nekiriye û li hember nerawestiyaye, di be ku ev jî ji ber zexta Rûsî be.
Emerîka: Emerîka êrîşa li ser Idlibê napejirîne. Armanca Emerîka ew e ku rêjîma Sûriyê lewaz bike û Îranê ji Sûriyê derxîne. Jixwe ji bo têkiliyên xwe yên stratejîk bi Tirkiyê re biparîze dagirkeriya Tirkiyê li ser Idlib û herêmine ji bakurê Sûriyê red nake, her wiha hin nakokiyên xwe der barê rêveberiya xweser û piştgiriya QSD`ê de bi Tirkiyê re, hinekî çareser kiriye.
Bêguman, êrîşa li ser Idlibê berdewem e, ji ber ku Tirkiyê sozên ku di kongire û civînên Astana û Suçî der barê komên çekdar de dabûn, pêk neanîn û pirsgirêka Heyettehrîruşam (cebhetulnusra) û komên radîkal çareser nekir. Vê yekê derfet da rêjîm û komên bi ser wê ve ku êrîşî Idlibê bikin. Lê hêza rêjîmê têrê nake ku karibe pêşketinekê li ser erdê bi dest bixe. Tê zanîn ku nêzî 70 hezar çekdarên rikberiyê li wan herêman hene, çekên giran jî li gel wan hene û ev çend salin jî baş ji bo şer hatine perwerdekirin û tu cih û war ji wan re nemeye, ji ber wilo ta dawî wê şer bikin.
Ji ber wilo çareserkirina pirsgirêka Idlibê û derdora wê bi çareseriyeke lêşkerî wê pir zehemet be, ji ber ku piraniya neştecîyên derdora şam, Hums û Helêbê koçberî parêzgeha Idlibê bûne, hiştiye ku niha nêzî 4 milyon mirov lê jiyan bikin, rêjeyeke mezin ji wan malbatên çeteyane, ev çareserî dê pêleke koçberî pir mezin bi xwe re bîne, ev tişt dewletên rojavayî dixe metirsiyê û nîgiran dike, li milekî din jî Emerîka jî naxwaze rêjîm bi ser bikeve û bêtir berfireh bibe.
Di her rewşê de, destpêkirina şerê Idlibê dide xuyakirin ku hevrikiya li ser Sûriyê dê pir dirêj bike û dide nîşan ku ev hevrikî ketiye qonaxeke nû, sernavê wê jî berdewamiya şer û hevrikiyê, lê bi amûr û alavine din.