ANALÎZ

Emerîka Û Peymana Navokî Ya Bi Îranê Re

Bi hatina rêveberiya Jo Baydin li ser desthlatdariyê, hewil da ku rola Amerîka bi hêz bike û ji nû ve siyaseta cîhanî ya Amerîkî li beramber metirsiyên aborî yên Çînê û gefên leşkerî yên Rûsiya saz bike, ji ber ku Baydin ziyana ku di encama siyaseta Donald Trump de yak u gihîşte Amerîka haydar bû. Vekişîna Trump ji peymana navokî ya Îranê di 2018`an de û têk çûna fişarên wî li ser Îranê, ji bo sazkirina peymaneke nû, bû sedem ku Çîn vê derfetê bikar bîne; nemaze ku ew û Îranê rûbirûyê zizayên aborî ne, ji ber ku peymana hevkariyê ya 25 sal bi Îranê re mor bike, da ku Têkiliyên xwe yên aborî û siyasî yên dem dirêj û bi qasî 400 mîlyar dolarî xurt bikin ku pirojeya wê ya aborî – yek kember yek rê – re pêk tîne, jixwe haya Çînê ji girîngiya cihê Îranê heye ku weke dergeh ji Rojhilata Navîn re ye, ji bo ku ew pirojeya xwe temam bike û ber bi Rojhilata Navîn ve here.

Di vir de em têdigihêjin daxwaza Amerîka ku ji nû ve bi Îranê re danûstandinan bike û bi rêya gavek bi gavekê baweriyê vegerîne; Baydin soz da ku dê welatê xwe vegerîne peymanê ger Îran di pêşî de pabendiyê bi hemû xalên peymanê bike. Lê belê Îran bi encamdana peymanek wisa bi Çînê re dikare fişarê li Amerîka bike û hin mercên xwe li ser wê bisepîne û vegere peymana kevin. Ji ber ku Îran dixweze vegere peymana kevin lê bi dabîniyên ku Amerîka dê di pêşerojê de ji peymanê venekişe. Tevî sûdên ku Îran dê ji Çînê bistîne lê haya wê ji encamên berdewamiya ziyên Amerîkî li ser aboriya wê heye û tirsa wê ji bersiva Amerîka ye ku bêtir ziyanê li ser bisepîne digel metirsiyên armanckirina saziyên wê yên navokî, êdî bi vî awayî ew dê neçar bimîne ku hin tiştan bide Çînê, da ku bandorên van sizeyan kêm bike.

Amerîka di şerê aborî bi Çînê û nakokiyên leşkerî bi Rûsyayê re; nikare bi ser bikeve, jixwe nakokiyên Amerîka bi dewletên Rojhilata Navîn “Îran, Tirkiyê, Misir” re hene, ew jî tevî kirîzên ku li herêmê diqewime. Çîn û Rûsya van nakokî û kirîzan bikar tîne, da ku peymanên demdirêj li gorî wê werin mor kirin “peymana Çîn û Îran, peymana Rûsya û rejîma Sûriyeyê, her wiha hevkariya Rûsya û Tirkiyê”. Ji ber vê yekê ji bo ku Amerîka karibe li hember metirsiyên Çînê û Rûsya bisekine; dibe ku di pêşerojeke nêz de Amerîka li peymana navokî vegere û di navbera her du aliyan de ji nû ve bawerî çêbibe, ne dûr e ku di navbera Îran û welatên Kendavê de bi navbêjiya Ewropî an navneteweyî hevdîtinên aşitiyê çêbibin û fişarên siyasî, aborî û leşkerî li ser Tirkiyê were kirin; da ku xwe ji Rûsya dûr bixe, her wiha kirîza Bendava “Nahda” ya di navbera Misir û Etiyopyayê de were çareserkirin, ji ber ku tevliheviya afirîner a ku berjewendiyên Amerîka pêk tanî; êdî bûye bar li ser ê û berjewendiyên Çîn û Rûsya pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de Îran ketiye navbera bandora ejderhayê Çînî ku bûye dergeha Îranê ji bo kêmkirina bandora sizayên Amerîkî li ser wê û hêza siyasî û aborî ya Amerîka û sizayên wê te aboriya Îranê sist kiriye û derfetên Amerîka ku bandorê li ser peymana ku bi Çînê re hatî mor kirin bike û nehêle ku Îran sûdê jê werbigire, ew jî bi rêya sepandina sizayên nû mîna Zagona Sîzer ku nahêle Rûsiya li Sûriyeyê sûdê werbigire.

زر الذهاب إلى الأعلى