ANALÎZ

Sûriyê û çarenûsa çaverêkirî?

Piştî derbasbûna 8 salan ji aloziya Sûrî û berdewamiya dagirkerî, talankirin, wêrankirin ,  kuştin û koçberkirina bi milyonan ji gelê Sûrîyê, di 23 ê vê mehê de, sikirtêrê giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, avakirina Komîteya Destûrî ya Sûrî ragihand.

Bêguman ragihandina avakirina vê komîteyê,  dihêle gelek pirs, bala mirov bikişîne:

Kê ev komîte ava kiriye?-

-Gelo ev komîte nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê dike?

-Gelo avakirina vê komîteyê bi biryara 2254 a Encûmena ewlehiya Netewên Yekbûyî, ya ku dibe bingeh ji bo pêvajoya veguhestina siyasî ,  digunce?

Jixwe wek tê zanîn ku îro dewleta Sûrîyê di bin serwerî û dagirkeriya  sê dewletan de ye, ew jî Rûsya-Tirkî û Îran e, qaşo ev her sê dewlet xwe weke dewletên   garantor dibînin. Ji destpêka aloziya Sûrîyê van dewlêtên navborî, aloziya Sûrîyê gur dikin û ji bo ku armanc berjewendiyên pêkbînin her dem çareseriya siyasî dûr dixin û ji bo wilo hersiyan bi hev re 13 kongeryên Astana û gelek civîn li Sutşî  li dar xistin ku yek ji encamê wan jî damezrandin û destnîşankirina komîteya destûrê bû ku di encamê de hersiyan tenê  nûnerê xwe ji bo vê komîteyê diyar kirin, da ku çi destûr were daraştin, tenê li ser kaxetê ximav be. Ev komîte li gorî daxwaz û lihevkirina wan e, nûnertiya rasteqîn û hebûna pêkhateyên sûrî nake, ji ber wilo em dibînin heta di herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de jî; dijî vê komîteyê derketin û xwepêşandan li dar xistin û gotin ku ev komîte xapandin e, armaca wê dirêjkirina temenê rêjîma Esed e. Bêguman avakirina vê Komîteya  Destûrî bixwe,  ji bo cewherê biryara 2254 binpêkirin e, ew biryara  ji bo pêvajoya siyasî, , veguhastina siyasî, rawestandina şer û serbestberdana girtiyan, dibe bingeh. Tevî ragihandina sikirtêrê giştî yê Netewên Yekbûyî damezrandina komîteyê, bidestxistina aştiyê û rawestandina şerê Sûrîyê pir dûr e, ji ber ku şer nehatiye rawstandin, dagirkerî berdewam e, bi molyanan koçber li derveyî Sûrîyê ne û çarenûsa gelê Sûrîyê ne di destê wan de ye.  Ev komîte mîna derbeyekê li hemberî  biryar û daxuyaniyên NY ye, ji ber gelek sedeman:

-A yekem, ev komîte ne bi destê gelê Sûrîyê hetiye avakirin.

A duyem, biryara 2254 Bin pê dike; biryara  ku ji bo pêvajoya siyasî,  hikûmeteke demkî ji xwe re   esas digire.

A sêyemîn, ev komîte nûnertiya  gele Sûriyê nake, ji ber ku her sê aliyan (Rûsya-Tirkiyê-Îran) gelek rêgirî li pêşiya avakirina komîteyê û pêvajoya siyasî danîne , ji ber ku dizanin eger pêvajoyeke rasteqîn bi serpereştiya NY û civaka navneteweyî, dûrî serweriya hersiyan pêk were, rêjîm dê hilweşe û berjewendiyên wan têk biçe. Ji ber vê yekê piraniya gele Sûrî bi taybetî  herêma Bakur û rojhilatî Sûrîyê ji vê komîteyê hatin dûrxistin, tevî ku ev herêma  îro rêveberiyeke  xweser lê hatiye avakirin û 30% ji xaka Sûrîyê di ji terorê rizgar kiriye û 5 milyon welatiyên Sûriyê tê de dijîn.

Hejayî gotinê ye, di avakirina Sûrîya nûjen û yekgirtî de gelê vê herêmê xwedî  pencemoreke bi hêz bûn, di berxwedana li hemberî dagirker û teorîstan , hêza sereke û pêşeng  bûn. Ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû gelê Sûrîyê kirin, her wiha ji bo tevahiya Sûrîyê bi deh hezaran li hemberî dagirkeran û terorê qurbanî danîn.

Tevî vê berxwedanê û danîna van qurbaniyan,  ji hêla rêjîma Bas û her sê dewlêtên  ku îro Sûrî perçe kirine, ev herêm û gelê wê rastî kiryarên nijadperestî, guhertina demografîk û dûrxistina ji çareseriya siyasî  tên.

Li gel hemû pêkanînên şovinî û nijadperestiyê yên  li hember gelê vê herêmê , lê timî  dirûşma wan biratiya gelan e û dabînkirina mafên çandî, siyasî, civakî di nava Sûrîyeke nenavendî û yekgirtî de ye .

زر الذهاب إلى الأعلى