ANALÎZ

SÛRIYA LI PÊŞBERÎ XAÇERÊYEKÊ

Piştî serdestîya Heyet Tehrîr El-Şam li ser Şamê û danîna Ehmed El-Şeri weke serokkomarê demkî yê Komara Sûrîyayê, êdî ferwerîya demkî (Ferwerîya Rizgarîyê) siyaseta dûrxistinê û ya yekrengî li ser civaka sûrî da sepandin, her wiha dest danî li ser desthilata cîbicîkar û ya dadwerî li Sûriyayê. Aniha hewl dide bi rêya pêkanîna hilbijartinên encumena gel ên li gor pîvana xwe, dest deyne li ser desthilata zagonsaz jî. Babet ne têkildarî danîna sêyekek endamên encumena gel ji alîyê serokê demkî ve ye; lê belê têkildarî mercên danîna berbijêran e. An ku; ev tê wateya serdestîya heyetê li ser tevaya endamên encumena gel û dûrxistina sê parêzgehan (Hesekê, Reqa û Suweyda) ji hilbijartinan. Li kêleka vê yekê jî, malbata El-Şeri bi rêya sendoqên serwerî dest daniye li ser aborîya sûrî. Her wiha komkujîyên ku di mafê her du pêkhateyên sûrî de (durzî û elewî) pêk hatin, hişt ku durzî daxwaza veqetîna ji Şamê yan jî rêveberîyeke xweser di nava Sûriyayeke federal de, bikin û hêzeke leşkerî (Heres El-Wetenî) ava bikin. Her wiha berê elewîyên li derve jî da avakirina encumeneke siyasî ji bo naverast û rojavayê Sûriyayê di nava Sûriyayeke federal de.

Lê belê; Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokrat ku ji malzaroka alozîya Sûriyayê çêbûne û şerê komikên terorîst, di destpêka wan de DAIŞ, kiriye, her wiha rojhilatê Firatê ji van komikan û rêxistinên tundrew rizgar kiriye û pergaleke demokrat li herêmên xwe ava kiriye, êdî ji hemû herêm û pêkhateyên sûrî re bûye pêşenga ber bi pergaleke demokrat ve, ku tê de hemû pêkhateyên sûrî bi mafên xwe di nava Sûriyayeke federal de, cih digirin.

Ev rola ku Rêveberîya Xweser pê radibe, êdî di boçûna pergala nû de bûye gefek jê re, çi ku desthilata Şamê ji alîyekî ve wiha dibîne ku ev rol desthilata wê lawaz dike û ji alîyê din ve jî, ji ber fişarên Tirkiyayê ku nahêle peyman çêbibe. Lewre; li gor vê yekê, ferwerîya veguhêzî dest bi revîna ji berpirsiyarîyên xwe kir, her wiha dest bi danîna keleman li pêşîya rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Evdî û El-Şeri de, kir. Di heman demê de ferwerîya veguhêzî; Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat tawanbar dike ku vê rêkeftinê asteng dikin. Bi tevî serdanên mekokî yên serkirdeyên Rêveberîya Xweserîya Demokrat bo Şamê jî hene, da ku rageşîya heyî bi dawî bibe û nehêlin ku welat bikeve alozîyeke hundirîn a nû û danûstandinan bilivînin, ku bi dest xwe re Rêveberî hewl dide bigihêje peymaneke ku rewşa tevlihev û parçebûyî ya li Sûriyayê bi dawî bike; lê dîsa jî ev rewş heye.

Sedemên astengbûna danûstandina di navbera her du alîyan de

Danûstandinên di navbera Rêveberîya Xweserîya Demokrat û pergala sûrî de, xwedî xûyeke zehmet in, ku bigihêjin peymaneke dawîn, ew jî ji ber destwerdanên herêmî û navdewletî ku bandorê li rêgeha danûstandinan dikin, her wiha ji ber cudahîya di navbera projeyên her du alîyan de jî. Lewre astengbûna danûstandinan di navbera her du alîyan de vedigere gelek sedeman, ên berz jî ev in:

  1. Nekarîna pergala sûrî ku xwe ji desthilata tirkî rizgar bike. Her wiha nikare tu biryareke siyasî bêyî ku glopa kesk ji Tirkiyayê bi dest bixe, bistîne, nemaze yên têkildarî danûstandinên bi Hêzên Sûriyaya Demokrat re yan jî der barê awayê pergala ferwerîyê ya li Sûriyayê. Serdanên mekokî yên di navbera her du alîyan de gava pêşketineke siyasî li ser asta sûrî, herêmî yan navdewletî çêdibe, nîşaneyeke zelal e ku fişarên Tirkiyayê li ser pergala nû hene. Lê belê; li beramberî wê fişarên israîlî hene ku gava daxwaz û mercên Trikiyayê jê re giran bin, terazûyê li cem pergala sûrî hevseng dike, (herêma Sûweydayê ku êdî bi gavin bilez ber bi rêveberîyeke xweser ve dimeşe û doza pergaleke federal dike. bi tevî ku herêmeke di warê erdnîgarî de piçûk e jî û ew hêza wê ya ku bikare li dijî hêzên ewlekarîya giştî û artêşa sûrî şer bike jî, lê belê fişar û gefên Israîlê -her çi qasî fişarên Tirkiyayê li ser pergala sûrî hebin jî ku serwerîya xwe li ser Suweydayê bisepîne û nehêle rêveberîyeke xweser ku nêzî pergala federal bibe, ava bibe jî- dê nehêle pergala nû operasyona xwe ya leşkerî li dijî Suweydayê pêk bîne).
  2. Siyaseta hundirîn a ku pergala nû li serê dimeşe. Êdî; hişmendîya selefî û tundrew a ku pergal li dij pêkhate û neteweyên sûrî (elewî, durzî û kurd) dide meşandin, bi rêya kongreya niştimanî û ragihandina makezagonî ya bêyî beşdarkirina van pêkhateyan her wiha redkirina pergalê ji hemû kongreyên niştimanî yên ku di nava xwe de hemû pêkhate û neteweyan dihewîne û tawanbarkirina wan bi tawanên ku berê hatine amadekirin, mîna cudaxwaz yan girêdayî bermahîyên rêjîmê yan ji bilî wan, bi zelalî eşkere bûye. Jixwe ev hişmendî bi rêya komkujîyên ku di mafê pêkhateyên ne sunî de (elewî, kurd û durzî) hat diyarkirin.
  3. Nakokîya mezin a di navbera her du projeyan de; projeyeke nenavendî û demokrat û projeyeke navendî û diktator ku ji rêjîma berê ne cudatir e, an ku tişta ku dihêle danûstandin di navbera her du alîyan de aloz be.
  4. Pêkolîya pergala nû li ser navendîbûnê. Her wiha pergal; her tezeke ji bilî navendîyê weke hewldana veqetîn an jî serxwebûna ji Sûriyayê, dibîne; bêyî ku nerênîyên pergala navendî ya ku nêzîkî nîv sedsalê dirêj û ne jî bandorîyên alozîya Sûriyayê li ser civaka sûrî di ber çavan re derbas bike. Ev pêkolî encama piştgirîya tirkî û ya hinek dewletên erebî ye; ku bi dest xwe re ew nahêlin danûstandin di navbera her du alîyan de bi ser bkevin.
  5. Hewldanên pergala sûrî ku hinek dem bi dest bixe; bi vê yekê yan dixwaze hêzeke leşkerî bi qasî ya Hêzên Sûriyaya Demokrat av bike ku hevsengîya hêzên li hev bixe, yan li benda encamên danûstandinan bi Israîlê re ye yan jî li benda vekişîna Amerîkayê ji rojhilatê Firatê ye, da ku operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê pêk bîne.
  6. Biryardarîya Hêzên Sûriyaya Demokrat li ser tevlîbûna di nava artêşa sûrî de weke komeke leşkerî ya serbixwe. Hêzên Sûriyaya Demokrat li bermaberî artêşa sûrî ya xwedî hinekî parêzbendî ye, ku di nava xwe de hinek terorîstên di lîsta terorê de dihewîne û dîroka wan tijî binpêkirinên di mafê kurd û ereban de ye, hem li Girê Spî û Serê Kanîyê û hem jî li Efrînê. Ev kesayet mîna terorîstê bi navê Mihemed Hisên El-Casim ê ku bi navê “Ebû Emşa” tê nasîn û serçeteyê komika bi navê Silêman Şah (El-Emşat) e, her wiha terorîstê bi navê Ehmed Ek-Hayis ku bi navê “Hatim Ebû Şeqra” tê nasîn û serçeteyê komika bi navê Ehrar El-Şerqîyê ue û ji bilî wan jî hene. Her wiha komikên wan, bi tevî ku tev li nava artêşa sûrî bûne jî, lê beolê binyadsazîya xwe ya leşkerî weke komeke leşkerî parastiye. Jixwe ev yek bi zelalî di komkujîyên Beravê û yên Suweydayê de, eşkere bûn.
  7. Biryardarîya Rêveberîya Xweser li ser pergala nenavendî. An ku; Rêveberîya Xweser wiha dibîne ku pergala navendî di seranserî nîv sedsalê de bibnkeftina xwe nîşan da. Her wiha pergala nenavendî ew pergal e; ya ku dikare mafên hemû pêkhateyên sûrî biparêze. Êdî; Rêveberîya Xweser a ku ji malzaroka alozîya Sûriyayê çêbûye, serkeftina projeya xwe ya demokrat peyitand.

Ev û li kêleka wan jî gelek dosyayên çandî, civakî û siyasî jî yên di navbera her du alîyan de rawestiyayî, hene.

Rola Alîyên Derveyîn

Em nikarin rola dewletên ku destwerdan di tişa li Sûriyayê dibe de kirine, paşguh bikin, her wiha bandoreke wê ya mezin li ser tişta dibe heye. Ew jî; li gor desthilatên van dewletan li ser pergala Sûriyayê ya nû û hêza wan a heyî ku dikarin bi rêya wê rêzikên lîstokê li Sûriyayê biguherînin. Her dewletek ji van dewletan xwedî stratejîyeke ji ya din cuda ye; ku ev yek bi dest xwe re badorê li birêveçûna alozîya Sûriyayê û danûstanan dike.

Tirkiya

Tirkiya ji bo dirêjkirina temenê alozîya Sûriyayê û binxistina danûstandinan di navbera her du alîyan de, roleke tewereyî digire ser xwe. An ku; çi gotûbêjeke niştimanî ku dikare dirûvê pergala heyî ber bi pergaleke federal an jî nenavendî ve biguherîne, bi awayekî qutebir red dike. Tirkiya dixwaze Rêveberîya Xweser tune bike û Hêzên Sûriyaya Demokrat bi rêya têkelkirina wê di nava artêşa sûrî de, bi awayekî kesane ne weke kom, fesix bike. Tirkiya xwedî ajende ye, ku Sûriyayê weke dewleteke nearam bihêle, da ku rajeyê ji çavnebarîyên wê yê osmanî re bike.

Bi tevî binkeftina Tirkiyayê ji bo bidesxistina glopa kesk ji Amerîkayê ku operasyoneke leşkerî ya hovane li dijî herêmên Rêveberîya Xweser pêk bîne, lê belê -her çi qasî rewş ber bi pergaleke federal ver jî diçe- pêkolîyê li ser pergala nû dike ku operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Rêveberîya Xweser bi piştevanîya leşkerî ya Tirkiyayê, pêk bîne. Tişta ji Tirkiyayê re girîng ew e ku; Rêveberîya Xweser tune bike û Hêzên Sûriyaya Demokrat bi behaneya ku ev hêz gefek li ser ewlekarîya wê ya neteweyî ye, ji hev bixe. Her çi qasî ku hinek herêmên din bûne xwedî ferwerîyeke xweser jî; lê belê -ji bilî Rêveberîya Xweser- bakurê sûrî bûye li jêr serwerîya Tirkiyayê û tu desthilata Şamê li serê tune ye û ji alîyê çeteyên Tirkiyayê ve, yên weke El-Hemzat, El-Emşat, Ehrar El-Şerqîyê û ji bilî wan ên bi navê “Artêşa Niştimanî” têne birêvebirin; bi tevî ku ev komik ketine jêr alaya artêşa sûrî ya nû jî.

Bi tevî daxwaza Suweydayê bo federalîyê û daxwaza veqetîna ji Şamê jî, lê belê Tirkiya nikare tu gefan li dijî Suweydayê bixwe; çi ku li jêr parastina Israîlê ye. Lê belê; Tirkiya dibe ku bi rêya çeteyên xwe operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Rêveberîya Xweser bide destpêkirin, çi ku Rêveberî hêza sereke ye û ew e ya ku alaya demokrasîyê li Sûriyayê hildide. Rola Tirkiyayê ya li Sûriyayê êdî eşkere bûye; an ku çi gotûbêjeke niştimanî di navbera Şamê û Rêveberîya Xweser de red dike û rê nade pergala nû ku tu peymanekê bi Hêzên Sûriyaya Demokrat re, ku dikare Sûriyayê ber bi pergaleke demokrat ve bibe, îmze bike. Ji piştî hilweşîna rêjîma El-Esed ve, Tirkiya hewl dide ku serwerîya xwe li ser Sûriyayê bisepîne; lê belê rastî Israîlê tê ya ku nahêle tu zêdegavî yan jî berfirehbûna desthilatên tirkî li Sûriyayê çêbibin.

Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê

Weke hêzeke leşkerî ya sereke di hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê de; Amerîka destwerdanê di danûstandinan de nake. Lê belê; rola wê, li kêleka şerkirina li dijî DAIŞê, ew e ku nehêle tu hevrikîyeke çekdarî li rojhilatê Firatê çêbibe, ku bandorê li rola Hêzên Sûriyaya Demokrat a şerkirina li DAIŞê bike. Lê di warê siyasî de; Amerîka xwedî hêzeke siyasî, leşkerî û aborî ye, ku dikare bi rêya wê roleke tewereyî ji bo serkeftina danûstandinan, nêzîkkirina nêrînan û tunekirina çi desthilateke herêmî ku bandorê li birêveçûna danûstandinan dike û Sûriyayê ber bi pergaleke demokrat ve bibe, bigire ser xwe. Lê belê; Amerîka bi rêya şanderê xwe Tomas Barak, dibe ku der barê pergala nû û pergala ferwerîyê ya li Sûriyayê û danûstandinan de xwedî siyaseteke diyarkirî be hebe, lê belê ew jî girêdayî stratejîya wê ya li Rojhilata Navîn e.

Israîl

Israîl xwedî hesabên taybet e; lê belê di xêzên xwe yên qalind de beşek ji projeya Rojhilata Navîn a nû ye. Li gor wê; Israîlê serdestîya Heyet Tehrîr El-Şam a li ser Şamê keysbaz kir, da ku li başûrê Sûriyayê berfireh bibe û dest deyne li ser hinek deverên stratejîk. Aniha jî hewl dide ku tevaya bakurê Sûriyayê bike herêmeke bêçek. Her wiha hewl dide ku rê li pêşîya berfirehbûna desthilatên tikrî yên ji wilo bêtir li Sûriyayê, bigire, çi ku vê yekê weke gefekê li dijî ewlekarîya xwe dibîne. Bi tevî ku her du alî jî (Tirkiya û Israîl) hevkar û hevbend in û di navbera wan de têkilîyên aborî, leşkerî û ewlekarî hene jî; lê belê her yek ji wan xwedî stratejîyeke ji yan din cudatir e. Êdî; ev bi xwe re hevrikî û pêşbazîya li ser desthilatan li Sûriyayê tîne.

Rûsya

Rûsya nema weke berê ye; êdî gelek desthilatên xwe yên li Sûriyayê ji dest dane. Lê belê; hîn jî kaxez di destê wê de hene ku pê dikare fişarê li pergala sûrî bike, da ku herî kêm baregehên xwe biparêze. Her wiha Rûsya xwedî rolekê ye ku parastina ajendeyên israîlî û heyanî yên amerîkî jî dike; çi eger weke hêzeke navbeynkar di navbera pergala nû ya Şamê û Israîlê li başûrê Sûriyayê de, yan jî weke hêzeke ku nehêle Tirkiya li berava Sûriyayê li pêş bikeve.

Siberoja Danûstaninên Di Navbera Her Du Alîyan De

Peymana 10ê Adarê ya di navbera El-Şeri û Ebdî de, li kêleka serdanên mekokî yên ku Rêveberîya Xweser bo Şamê pê radibe, da ku qelşa di navbera wan de were girtin û bigihêjin peymanekê ku bi temamî dawîyê li alozîya Sûriyayê bîne, binyadeke bingehîn e ku bihêle danûstandin bi ser bikevin. Lê belê; hişmendîya ku di serê pergala nû ya Sûriyayê de ye, her wiha fişarên tirkî yên ku li serê dide meşandin, piştrast dikin ku her du alî nikarin bigihêjin peymaneke hevpar; ew jî bi tevî ked û xebata ku Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat ji bo çarekirina qelşê didin. Ne dûr e; ku pergala nû bi piştgirîya dewleta tirk a dagirker, hewl bide demê bi dest bixe, da ku ji nû ve xwe bi ser hev de bide, her wiha hewaya hundirîn guncav bike û êrîşî Hêzên Sûriyaya Demokrat bike û li jêr navê “Hêzên Êlên Erebî” an ku (Hawara Êlan) ku pergal wan weke komikên serberdayî ku tu desthilata Şamê li ser wan tune ye dibîne, xwe bi hêzê li ser herêmên Rêveberîya Xweser bisepîne. Çi ku; pergala nû û Tirkiya, hêza QSDê baş nas dikin û dizanin ku pergal di vê rewşê de dê binkeftineke mezin bibîne ku gengaz e desthilatdarîya wê li Şamê jî tune bike. Her wiha mercên hundirîn jî ji operasyoneke wiha re ne guncav in, nemaze ku pêkhateya durzî pergaleke federal dixwaze û hêzeke leşkerî (El-Heres El-Wetenî) ava kiriye û pêkhateya elewî jî encumena siyasî ya naverast û rojavayê Sûriyayê ava kiriye.

Rewş Ber Bi Ku Ve Diçe

Li gor nîşaneyên têkildarî danûsatinan, her wiha fişarên Tirkiyayê yên li ser pergala nû, hişmendîya di serê vê pergalê de, komkujîyên ku di mafê pêkhateyên durzî û elewî de pêk hatine, daxuyanîyên berpirsan ku ya dawîyê jî li ser zimanê serekê tevgera netewperest a tirkî Dewlet Bahçelî bû, ku gef li QSD xwar ku dê destwerdana leşkerî bike û serbazkirina tîreyî ya li dijî QSDê, ku ev gef rastî daxuyanîya fermandarê giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî hat û tê de tekez kir ku ew ji her êrîşekê re amade ne û pê re jî xwe bi bijareya gotûbêj û siyasetê û daxwaza Sûriyayeke nûjen û nenavendî ve girê da; tevaya van nîşaneyan, dibe ku bi awayekî pêşwext tekez dike ku danûastandin tenê bidestxistina demê ji alîyê pergala nû û piştevanên wê, weke Qeter û Tirkiyayê ve ye, da ku; eger Hêzên Sûriyaya Demokrat dest ji tevaya daxwazên xwe yên demokrasîyê bernede, operasyoneke leşkerî ya hovane li dijî herêmên Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat pêk bînin. Di vê çarçoveyê de, pirsa derdikeve pêşberî me ev e: Gelo çima heta niha, danûstandin ne li ser asta rêveberîya pergala nû çênabin?! Ma ev ne nîşaneyeke nejidilbûna pergalê ya ji bo pêkanîna danûstandinan e?.

Operasyona leşkerî ya pergala Sûriyayê ku dibe dest pê bike, dibe ku pêşî ji taxên Şêx Meqsûd û Eşerfeîyê dest pê bike, da ku bi temamî dest deyne li ser Helebê. Pergala nû hewl dide ku dest deyne li ser bajarokê Dêr Hafirê, da ku rêya Helebê bibire û nehêle ku destekdayîn jê re bigihêje. Êdî; ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê çarçoveya şer li seranserî çemê Firatê berfireh bibe û bigihêje enûya Girê Spî û Serê Kanîyê yên ku li jêr dagirkerîya Tirkiyaya dagirker in û ji alîyê komikên terorîst ve têne birêvebirin. Ev yek dê berê Sûriyayê bide bablîsokeke nû ya pevçûnên hundirîn.

Encamên Operasyona Leşkerî Gava Ku Çêbibe

Kî wêran bike, bi kêrî avakirinê nayê û yê ku komkujî, serjêkirin, destdirêjî, şêlandin û talankirinê bike nikare Sûriyayê ava bike, her wiha yê ku di hişê xwe de vî ramanî hilgire, çareserî pê re nabe; çi ku wî xwe li ser dûrxistina alîyê din, serjêkirin, destdirêjî û talankirinê ava kiriye. Li gor vê yekê; bûyer, binpêkirin, gefxwarin û sorkirinên ku têne kirin, amaje pê dikin ku Sûriya li pêşberî bûyerninan e. Ev bûyer jî dê ne mîna yên Berav û Suweydayê bin, lê belê dê ber bi rehendin gelekî metirsîdar ve bimeşe ku dibe bandorê li rewşa hundirîn a Sûriyayê bike û rêzikên lîstokê bi temamî biguherîne. Lê belê astengîyeke din heye ku li rê li pêşîya Tirkiyayê û çeteyên wê û pergala nû ya li Şamê digire ku operasyoneke leşkerî pêk neyîne; ew jî hebûna amerîkî li rojhilatê Firatê ye.

Eger ev operasyon li herêmên Rêveberîya Xweser çêbibe; dê encamên wê ne weke yên li Beravê û Suweydayê bin. Eger Berav û Suweyda di nava cihekî teng ê erdnîgarîya Sûriyayê de sînordar man; operasyona li dijî herêmên Reveberîya Xweser dê herêmin berfireh ên Sûriyayê di nava xwe de bigire; ew jî ji ber ramanên demokrat ên di nav pêkhateyên sûrî de, nemaze li Berav û Suweydayê. Her wiha kurd li piranîya bajarên sereke yên Sûriyayê hene û şaxên wan heyanî Iraq û Tirkiyayê jî digihêjin, li kêleka vê yekê jî hestên netewperwerî û kurdewarî, ku dibe bihêle kurd li hemû alîyên Kurdistanê û tevaya deverên ku lê penaber bûne, nemaze Ewropayê, rabin li ser lingan, çi ku di dilê wan de “Rojava” xwedî taybetî ye. Dibe ku pêkanîna vê operasyonê, gava Tirkiya beşdarî operasyona leşkerî bibe, bihêle pêvajoya aştîyê ya li Tirkiyayê têk biçe. An ku; tê wateya ku dê şer careke din û bi hêzeke ji ya berê xurttir dest pê bibe. Her wiha êlên erebî yên li jêr sîwana Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat, dê li dijî komikên terorîst û çeteyên Tirkiyayê û li dijî hinek êlên alîgirên pergalê, roleke tewereyî bigirin ser xwe; çi ku ev alî (alîgirên pergalê) xwedî sicilekî tijî binpêkirên mîna kuştin, sebî, destdirêjî û talankirinê ne. Di encamê de; dê êlên erebî yên resen bêtir bi vîna xwe û bi Hêzên Sûriyaya Demokrat ve girêdayî bin. Jixwe ev yek bi ezmûnên destpêka alozîya Sûriyayê, gava tiştên bi navê Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û rêxistina DAIŞê ya terorîst derketin û aniha jî li Girê Spî, Efrîn û Minbicê pêk tînin, hatiye tekezkirin.

Ev operasyon; eger dest pê bû, bi tevî bandorên wê yên erênî li ser Sûriyayê di warê aborî û civakî de, li kêleka wê jî jinûvejandina rêxistina DAIŞê ji hêla hinek alîyên herêmî ve, dibe ku çarenivîsa dewleta Sûriyayê were destnîşankirin; an ber bi dewleteke navendî ya diktator û xwedî îdeolojîyeke tundrew û dûrker ve, yan jî ber bi dewleteke federal ve, an ku di nava pergaleke demokrat de, hemû etnîk, pêkhate û tîre bi mafên xwe yên makezagonî cih digirin. Dibe ku Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat rastî ziyaneke mezin werin, lê belê eger operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Rêveberîya Xweser pêk hat; dê binkeftîyê mezin Tirkiya û pergala Sûriyayê bin, çi ku ev operasyon dê xwedî rehendeke hundirîn, herêmî û navdewletî be.

Êdî; di encama desthilatên tirkî yên mezin li bakurê Sûriyayê, fişarên ku Tirkiya li ser pergala Sûriyayê ya nû dide meşandin û girêdana pergalê bi ajendeyên tirkî ve û nekarîna wê ji bo standina tu biryareke siyasî, li kêleka wê jî siyaseta sorkirinê ya ku pergala nû bi awayekî plankirî li dijî Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat dide meşandin, her wiha lîstina li ser benê êlên erebî û tunebûna tu niyeteke pêkanîna destwerdanekê di danûstandinan de ku dê bikare rewşên hundirîn aram bike û Sûriyayê ji şerekî hundirîn rizgar bike û eger dewletên herêmî destwerdana xwe ya di karûbarên sûrî de ranwestînin û dewletên mezin jî fişarê li ser pergalê nekin ku biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li gor biryara \2254\ pêk bîne, dê Suriya, herî dûr heyanî 2026an, li pêşberî bûyerin mezin be ku dê bandorîyên wê ne tenê li hundirê Sûriyayê bin, lê belê sînoran derbas bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى