ANALÎZ

Bûyerên li Sûriyê ber bi kû ve diçin?

Mirov nikare alozîya Sûriyê û tişta ku niha lê diqewime ji rûdanên cîhanê –bi taybet Ukraynayê- cuda bike. Her wiha mirov nikare ji rola israîlî û lawazkirina destên Îranê li Libnan û û Sûriyê piştî têkbirina Hemasê weke desthilat li Xezayê jî, cuda bike.

Tişta ku li Sûriyê niha diqewime (pêşveçûna Tehrîr el-Şam û çeteyên Tirkiyê, desteserkirina wan ji bajarê Helebê bi giştî û tevahîya Idlibê û rêya navneteweyî û cihên stratejîk ên mîna bajarê Seraqib û Maeret el-Numan re, herwiha çûna ber bi Hema û Humsê ve bêyî tu berxwedanekê ji hêla rêjîm û milîsên îranî ve, herwiha bê destwerdana balafirên rûsî yên mirov dikare bibêje ku ew şermok bû) ne pêşbînîkirî bû ku ew qasî bilez Heyet Tehrîr el-Şam û çeteyên Tirkîyayê bi pêş bikevin û Helebê desteser bikin bêyî tu destwerdanê ji bo rawestandina vê pêşveçûna terorîst. Ne tenê wisa; lê belê mirov dikare bibêje ku tişta li bakurê Sûriyê qewimî vekişandineke bêberxwedan bû. Tişta ku niha rû dide newekî sala 2016 e dema girûpên çekdar bajarê Helebê desteser kir û hêzên rêjîmê û milîsên îranî ew rizgar kir. Wê demê şerên dijwar di navbera her du alîyan de rûda û dawî jî şer bi rêya levkirinekê bi dawî bû û rêjîm vegerîya Helebê. Îcar, sedemên ku bi Tehrîr el-Şam re bûne alîkar da ku ewqasî bi lez rûbereke berfereh a bakurê Sûriyê desteser bike, çi ne?  Bûyerên li Sûriyê jî ber bi kû ve diçin?

Rewşa herêmî, berî operasyona bi navê Rawestandina dijminkku ji hêla Heyet Tehrîr el-Şam (Cebhetunesre) ve hatiye destpêkirin:

Tişta ku li Sûriyê diqewime, girêdayî rewşa navneteweyî û herêmî ye; çimkî ew rewş hêzên gewre  (Emerîka, Rûsya) û dewletên herêmî yên xwedî xwestekên mêtinger (Tirkiye, Îran û Israîla ku rola wê rasterast piştî heftê cotmehê Dest pê kir) dihewîne.

Rewşa navneteweyî: Mirov li vir dikare wê bi şerê rûsî-ukraynî ve girê bide. Di vî şerî da Emerîka rêkeftinek îmze kir ku tê de roketên Palistî dan Kîyêvê da ku li kûrahîya Rûsiyê bide, Fransa jî erê kir ku bi çekên berevanîyê pişta Kîyêvê bigire. Rûsiyê jî bi rêya guhertina bawerîya navokî, bersiv da. Tirkîya jî Dron dan Kîyêvê. Van tiştan hişt ku rewş li Ukraynayê aloztir bibe; Ji ber ku Rûsya û Emerîka li Sûriyê ne, bê guman tişta ku li Ukraynayê diqewime, dê bandora wê li ser alozîya sûrî hebe.

Rewşa herêmî: Bandora wê li ser tişta ku li Sûriyê diqewime mezintir e. Piştî heftê cotmehê û şerê Israîlê li ser Xezayê û paşê Libnanê, û derketina rola israîlî ya rasterast li herêmê ku hêzdarîya îranî li Sûriyê û Libnanê lawaz bike da ku ewlekarîya xwe ya neteweyî biparêze, herêm di bûyerine gelekî mezin re derbas dibe. Bi vê bûyerê re Hizbulah û Israîl gihaştin rêkeftinekê ji bo agirbestê. Jixwe armanca Israîl ew e ku Îranê li Sûriya û Libnanê lawaz bike.

Helwestên navneteweyî li hember tişta ku li bakurê Sûriyê diqewime:

Tişta ku li Sûriyê rû dide ne pêşbînîkirî bû; bi kêmanî ji alîyê pêşketina bilez ya girûpên Heyet Tehrîr El-Şam û girûpên çeteyên Tirkiyê. Her wiha helwestên navneteweyî û herêmî jî ne pêşbînîkirî bûn. Hermû dewletên herêmî û navneteweyî destwerdana xwe di bûyerên bakurê Sûriyê de mandele dikin. Lê xuya ye ew ji tişta ku rû dide razî ne û pişta girûpên terorîst digirin da ku pilanên xwe li herêmê pêk bînin; bi taybet dewleta Tirk a dagirker a ku têkilîyên xwe bi vê êrîşê re mandele dike û dide diyarkirin ku ew ne bi vê êrîşê re ye û ew fişarê li Tehrîr El-Şam dike da ku vî şerî nedomîn, lê rastî bixwe berovajî van angaştên wê ye; Çimkî Tirkiyê ku hêvî dike Helebê dagir bike, pişta hemû girûpan digire. Ew angaşt dike ku Heleb beşek ji Rêkeftina Milî ye û ew dixwaze  Tilrifet, Minbic û tevahîya sînor desteser bike û Rêveberîya Xweser û projeya Neteweya Demokratîk bi dawî bike. Ji alîyekî din ve derbasbûna çeteyên Tirkiyê bi razîbûna Emerîkayê pêk hat; jixwe Dibe ku ev yek ji bo razîkirina Tirkiya dagirker be, û li hember wê ew dixwaze Tirkiyê bêtir tev li dosyeya ukraynî bibe.

Rewşa leşkerî li Sûriyê:

Di navbera desteserkirina girûpên çekdar ji Helebê re û rizgarkirina wê ji hêla Rêjîmê û milîsên îranî ve bi piştevaniya asîmanî ya rûsî (di 2016 de) ji aliyekî de, û tiştên ku niha diqewime ku rêjîm vedikişe û herêman radestî komên terorîst dike, mirov nikare hevsengiyê di navbera her du rewşan de bike.

Berê, hevrêzîyeke mezin di navbera Îran û Rûsiyê de hebû da ku herêman ji komên terorîst rizgar bikin (Rûsya bi rêya balafiran û Îran û rêjîm bi awayekî bejahî). Lê îro ev hevrêzî tune ye, çimkî nakokî di navbera Rûsya û Îranê de di derbarê biryara siyasî li Şamê de heye. Rûsya hewil dida hêzdarîya îranî li Sûriyê lawaz bike û rê da Israîlê ku li baregehên îranî û embarên çekên wê bixe, herwiha fermandar û şêwirmendên îranî li Sûriyê armanc bike. Vê yekê jî hişt rêjîm lawaz bibe; çimkî hêzên rêjîmê nikarin hemû xaka Sûriyê ku di bin destê Rêjîmê de ye( derdora %65 ji rûbera Sûriyê ye) kontrloa bikin. Her wiha lawazkirina Hizbulahê li Libnanê ji hêla Israîl ve û lidarxistina agirbestekê pê re li Libnanê û fişarên emerîkî û israîlî li ser Îranê bêyî tu roleke rûsî di parastina hevpeymanê xwe de; van tevan bandor li hevsengiyên hêzan  di nava Sûriyê de kir. Vê jî tevlîhevî li ser xaka Sûriyê pêk anî. Rûsya, ji bo ku Tirkiya ku dostanîya wê ne piştrast e, bi ser xwe de bikişîne, hevpeymana xwe Sûrîya ji dest da. Rûsya hewil da fişarê li Esed bike da ku bi Erodgan re rûne (jixwe Îran ev yek nedipejirand), lê ev yek bû sedema jidestana Rûsiya ji hêzên bejahî re; çimkî milîsên îranî bêyî ku li hember komên terorîst li ber xwe bidin, vekişîyan. Vê jî hişt ku li hember pêşveçûna komên terorîst tu sûdeke mezin a êrîşên rûsî yên asîmanî tune be. Firqeya pêncem a ku ew pişta wê digire jî nikare vê êrîşa terorîst rawestîne. Di encamê de, jixwe firqe ji başûrê Idlibê bê şer vekişîya; ta ku mala hundirîn a rûsî, îranî û sûrî sererast bibe. Îcar, siyaseta rûsî ya li Sûriyê da ku Tirkiyê bi dest bixe û bandorê lê bike (çi ji bo bidawîkirina alozîya sûrî be çi jî ji bo tev li şerê rûsî-okraynî nebe), bi ser neket. Lê belê berovajî wê bandor neyînî bû; çimkî Tirkiyê nikare ne li hember NATOyê ne jî li hember stratejiên emerîkî rabe. Çimkî hebûna wê (rewşa wê ya hundirîn û aborî) girêdayî Emerîkayê ye.

Bûyerên li Sûriyê ber bi kû ve diçin?

Rewş bi vî awayî ber bi şerekî giştî ve diçe; ew jî ji ber armancên nakok ên hêzên navneteweyî û herêmî û xwestekên osmanî di bakurê Sûriyê de û derketina herêman ji bin kontrola rûsî û rêjîmê. Hêzên rêjîmê bêyî milîsên îranî nikarin herêmên dagirkirî desteser bikin û komên terorîst biqewitînin. Ne tenê wisa; lê belê ew ê nikaribin Idlib û bakurê Sûriyê rizgar bikin. Ji ber ku xwestekên osmanî di bakurê Sûriyê de hene, Tirkiyê rê da çeteyên xwe ku di dema operasyona Heyet Tehrîr el-Şam de bi awayekî serbixwe êrîş bikin da ku Tilrifet û herêmên Rêveberîya Xweser li bakurê Helebê dagir bikin. Ev jî dê bihêle ku HSDê tev li şer bibe da ku herêmên xwe ji xwestekên osmanî biparêze.  Di encamê de çarçoveya şer dê ferehtir bibe û hemû deverên Sûriyê (başûrê wê jî) bihewîne. Tirkiye bi rêya rola xwe ya veşartî li bakurê Sûriyê dixwaze çavan ji ser xwe rake, lê ya rast ew e ku destê wê bi awayekî xurt di tişta ku li Sûriyê diqewime de heye. Bi kêmanî tevlîbûna çeteyên wê di şer de û ragihandina wan ji operasyona xwe ya bi navê “Banga Azadiyê“ palpişteke mezin e ku ew tev li şer bûye da ku daxwazên xwe pêk bîne bêyî ku tu nepejirandineke navneteweyî û herêmî hebe. Rûsiya heya niha naxwaze bi Tirkiyê re bikeve rageşîyê de, da ku wê dûrî şerê ukraynî bike û ji ber ku Tirkiye hevpeymana Emerîkayê ye û ji ber ku desteserkirina Tirkiyê ji bakurê Sûriyê re dê xizmeta Emerîkayê ji alîyê fişarkirina li ser Rûsîyayê û nebaşkirina têkilîyên rûsî-tirkî bike, wê jî xwe bêdeng kir. Her wiha radestkirina rêveberîya Emerîkayê ji bo Trump -jixwe ew demeke kin e- dihêle ku nakokî bikeve hin dosyeyan de û hin dewletên herêmî û navneteweyî dixwazin, berî ku rêveberîya nû kar wergire, sûdê ji vê demê bigrin; da ku guhertinê bixin helwesta Emerîkî de.

Lewra, eger rewş wisa bimîne bêyî tu destwerdaneke rûsî yan rêjîmê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, dê fişareke mezin li hebûna rûsî li Sûriya û Ukraynayê bike; çimkî Rûsîya di şerê xwe yê li Ukraynayê da leşkerên xwe şandin Ukraynayê, çimkî pisporîyeke şer li ba wan çêbû. Ji alîyekî din ve ew nikare hêzine din bişîne, nexasim ku terazoya hêzê bi alîyê Ukrayna û NATOyê ve diçe. Jixwe dewleta Tirk jî ji bo Rûsiyê ne cihê bawerî û piştgirêdanê ye.

Rûsya ji ber serhişkîya rêjîmê û nepejrandina wê ji levhatina bi Tirkiyê re, bêzar bû. Jixwe her çiqasî fişarên îranî li ser rêjîmê hebin jî, lê mafê Rêjîmê yê rewa ye ku bi Tirkiyê re li hev neyê. Rûsîya jê re ne derd e ku dagirkeriya tirkî li ser bakurê Sûriyê bimîne yan na, ya girîng ji bo wê ew e ku Tirkiyê bandorê li şerê Ukraynayê neke. Lê rewş hat berovajîkirin; çimkî wezîrê derve yê rûsî “Lavrov“ got ku”  ji ber ku Tirkyê hê di dana çekan bo Kiyêvê berdewam e û Kiyêv çekên tirkî ji bo kuştina leşker û sivîlên rûsî bi kar tîne, welatê wî mat maye. Ev yek di demekê de pêk tê ku hikûmeta tirkî angaşt dike ku ew navbeynkariyê di navbera Mosko û Kiyêvê de dike”.

Mayîna Rûsiyê di wê xewna xwe de ku Tirkiyê ji hembêza welatên rojavayî derxe û rê bide wê û çeteyên wê ku herêmine din dagir bikin, dê wê bixe rewşeke metirsîdar de. Herwiha xwesteka wê ya pêkanîna levhatinê di navbera rêjîm û Tirkiyêde da ku li şûna diyaloga di navbera Rêveberîya Xweser û rêjîmê de û xwesteka wê ya destwerdana bi tenê di biryara siyasî ya Şamê de, ev tev dê hebûna rûsî li herêmê bixe metirsîyê de, bi taybet baregeha wê ya asîmanî li Himêmîmê; Çimkî ev baregeh dê ne ji derveyî bûyeran be. Dibe ku bi rêya rokêtên terorîstan û dronên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Tirkiyê û bi piştgirîya Emerîkayê rastî topbaranê were. Ji ber ku hêza bejahî li ba Rûsiyê tune ye û ji ber ku rêjîm jî nikare (piştî vekişîna milîsên îranî) tevaya herêmê kontrol bike. jixwe berî ku rewş bi yek carê ji dest derkeve, rêyeke tenê li pêşberî Rûsiyê dimîne ku ew jî biserxistina diyalogên di navbera Rêveberîyê û rêjîmê de û xwespartina HSDê (weke hêzeke niştumanî) ye; da ku rê li ber pêşketina komên terorîst bigire û rê li ber xwestekên tirkî di Sûriyê de jî bigire û bakurê Sûriyê bi giştî rizgar bibe.

-Tişta ku diqewime, tevlîhevkirina kaxezan e

Destpêkê; divê were tekezkirin ku Heyet Tehrîr El-Şam li gel girûpên çeteyan di lîsteyên terorê de ne, ji ber wê jî her êrîş ji hêla çi alîyê herêmî û navneteweyî ve pêk were (ji bilî dewleta Tirk a dagirker) dê rastî tu nepejrandin û nerazîbûneke navneteweyî neyê. Di encamê de dergeh li pêşberî gelek sînaryoyên nû vekirî ye. Girîngtirîn bûyerên pêşerojê yên ku dibe biqewimin û bandoreke mezin bikin û bibin sedema tevlîhevbûna kaxezan jî, ev in:

  1. Armancgirtina komên terorîst ji baregeha Himêmîn a leşkerî yan jî xistina balafirên rûsî, dibe ku pêşveçûna bûyerên şer li Sûriyê biguherin û Rûsiyê deyinin ser rêya durist. Ew jî bi rêya xistina destê xwe di destê hêzên niştumanî de da ku komên terorîst têk bibin û rê li pêşîya xwestekên tirkî bigirin. Çimkî ev komên terorîst di bin serpereştîya rêjîma tirkî de (mîta tirkî) kar dikin.
  2. Dibe ku çeteyên Tirkiyê êrîşeke terorîst li dijî herêmên HSDê pêk bînin; bi taybet li Minbic û rojhilatê Feratê (herêmên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê). Çimkî HSDê li herêmên Rêveberîya Xweser ên li bakurê Helebê tune ye lê belê Hêzên Rizgarkirina Efrînê û YPG hene. Dibe ku ev yek jî HSDê neçar bike ku enîyekê li ser dirêjahîya sînorê sûrî veke. Jixwe eger Emerîka destwerdanê ji bo rawestandina komên terorîst neke, wê demê dibe ku ew hevkarekî herî mezin li Sûriyê ji dest bide û ji dosyeya sûrî derkeve û HSDê berê xwe bide Rûsîya (weke ku di dema êrîşa tirkî ya bi ser Girê Spî û Serê Kanîyê de pêk hat); Di encamê de vekişîna emerîkî dê li herêmê dest pê bike û ev yek dê rê bide Rûsiyê ku bi tena xwe di dosyeya sûrî de bimîne. Emerîka jî ku di nakokîyeke mezin li hember Rûsiyê li Ukraynayê de ye, ji vê yekê ditirse.

Levkirineke navneteweyî û herêmî heye ku Rêveberîya Xweser ji xwestekên tirkî biparêzin; çimkî Rêveberî xwedî projeya tekane ya çareserîya alozîya sûrî ye. Ne ku em zêde dikin lê ev yek rast e çimkî ew aliyên navneteweyî, li gorî wê lihevkirinê, rê nadin Erdogan ku êrîşî herêmên Rêveberîya Xweser bike. jixwe di van bûyerên ku li bakurê Sûriyê çêdibin jî Tirkiyê bi awayekî rasterast bi rêya hêzên xwe herêmên Rêveberîya Xweser dagir nekirin lê belê bi awayekî nerasterast piştgirîyê dide komên terorîst li bakurê Sûriyê. Ew newêre bi awayekî rasterast beşdarî şer bibe çimkî heta niha erêkirin ji hêla dewletên rojavayî ve wernegirtîye. Her wiha ji ber ku ev komên şer dikin di lîsteya terorê de ne û ji ber ku tişta diqewime ne xizmeta dewletên herêmî ne jî yên erebî dike, ew ditirse ku li bakurê Sûriyê bibin bikeve. Tirkiye ditirse bi awayeyekî rasterast destwerdanê bike, tevî ku ew dixwaze bi rêya destwerdana leşkerî di bakurê Sûriyê de, hundirê tirkî qayîl bike ji ber ku sozên Erdogan vala derketin û vê yekê jî hişt ku Erdogan bi awayekî neyînî li hundirê tikrî bandor bibe. Lê ji alîyekî din ve rola tirkî ya niha ne kêmî destwerdana rasterast e. çimkî wê destûr da çeteyên xwe ku vê êrîşê bi ser herêmên Rêveberîya Xweser de li bakurê Helebê rabin û ji aliyê leşkerî ve jî piştgiriya wan girûpan dike.

jixwe, tişta ku li bakurê Sûriyê diqewime û rewşa leşkerî ya aloz li Sûriyê, encama siyaseta rûsî ye ku naxwaze diyalogê di navbera Rêveberîya Xweser û rêjîma sûrî de bi ser bixe. Ev yek berovajî xwesteka wê ya biserxistina levhatinê di navbera rêjîma sûrî û dewleta dagirker a Tirk de ye. Her wiha windakirina hevpeymana xwe (Îran) a ku li ser erdê desteser bû û xwesteka Rûsiyê ew bû ku – bêyî Îranê – li Sûriyê ew tenê bibe xwediya biryarê, vê yekê jî hişt ku Rûsiya bikeve rewşeke tengezar de. Lewra; mirov dikare bibêje ku Rûsiya bi tena xwe maye û êdî nikare destesrîya rêjîmê li ser herêmên dagirkirî bisepîne.

Armancên israîlî di lawazkirina Îranê de li herêmê, ku dewletên erebî jî di vê yekê de pê re ne, Rûsiyê neçar dike ku siyaseta xwe li Sûriyê biguhere û çavên xwe li hember dewleta Tirk veke û berê xwe bide hêzên niştumanî ji bo qewtandina komên terorîst û rêgirtina li pêş xwestekên tirkî û qewtandina wê ji bakurê Sûriyê û piştgirîya HSDê bike (hêza sereke ya ku dikare li hember terorê şer bike û bakurê Sûriyê bi giştî rizgar bike). Eger ne wisa be, dê hebûna Rûsiyê ya li Sûriyê bikeve metirsiyê de herwiha dê fişarên navneteweyî li ser wê zêde bibin.

Dawî jî, her levkirineke siyasî yan leşkerî çêbe bêyî ku rêjîm vegere Helebê, dê nîşaneya wê yekê be ku levkirineke emerîkî-israîlî-tirkî heye ku Heleb tev li herêmên di bin destê Îtîlafê de bibe û bibe navenda wê. Ew jî bi buhaneya vegerandina koçberên sûrî ji Tirkyê ber bi Heleb û bakurê Sûriyê yê dagirkirî ve. Paşê dê li gor biryara navneteweyî (2254) alozîya sûrî hêdî hêdî çareser bikin û rêjîmeke nenavendî damezirînin ku ji sê herêman pêk tê: Rêjîm (navenda wê Şam be), Îtilaf (navenda wê Heleb be) (armanc ji vê herêmê ew e ku Tirkiyê razî bikin da ku nema şerê herêmên Rêveberîya Xweser bike) û herêma Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê (ji bilî herêmên bakurê Helebê). Di encamê de, tişta ku  di van seet yan jî rojên bên de biqewime (çimkî bûyer bilez pêş ve diçin), dê niyazên Emerîka, Rûsiyê û Tirkiyê li hember tiştên ku li bakurê Sûriyê diqewimin, zelal bikin û dê pêşveçûna bûyeran jî ji me re zelal bikin.

Ji ber wê jî; ta ku levkirineke rûsî-rojavayî di derbarê kêmkirin an jî bidawîkirina rageşîyê de tune be, dê Sûriyê qadeke nakokiyê di navbera dewletên herêmî û navneteweyî de bimîne, jixwe levkirina hêzên herêmî li ser derxistina (Tirkiyê û Îran) ji dosyeya sûrî dê wê alozîyê bi dawî bike.

زر الذهاب إلى الأعلى