ANALÎZ

Girîngtirîn xalên ku di maseya sêyem de hatin gotûbêjkirin

Girîngtirîn xalên ku di maseya sêyem a bi navê (Pêşniyarên Stratejîk Ji Bo Çareserîya Doza Kurdî) de hatin gotûbêjkirin:

Ekrem Hiso: Divê ku hêzên Kurdî di dema niha de hişmendî û nêrîna xwe ya ji bo rastîya heyî ya Kurdî biguherin; çi ku ev guhartin divê ku li gorî pêşketinên ku di qada cîhanî de pêk tên, bin. Her wiha tekez kir ku hin hêzên rikberîyê hene ku di bin navê “Desteya Niştimanî Ya Sûrî” de hin sabarên nû ku ji 300 kesî pêk tên, didin avakirin û divê ku yekîtîya Kurdî jî bikeve nava vê pêvakoyê.

Der barê dotûbêjên Kurdî – Kurdî de Ekrem Hiso destnîşan kir ku divê di pêvajoyên gotûbêja Kurdî – Kurdî de guhartinên hundirîn û derveyîn pêk bên; da ku hîn bêhtir nêzîkbûna di navbera nêrînan de çêbibe. Her wiha ji bo garantîya van nêzîkbûnan pêwîstî bi çavdêrîyekê heye ku pêşketinên gotûbêja Kurdî – Kurdî bişopîne, hebe.

Asya Ebdulah: Di axaftina xwe de bal avête ser rola girîng a jinê, bi vê yekê bal avête ser kongirên ku jina Kurdî li dar xistine û hemû astengî derbas kirine. Her wiha bal avêt li ser hişmendîya ku hêzên Kurdî di bin bandora wê de ne ku rê nade stratejîyeke niştimanî Kurdî ya zelal ava bibe. Ev hişmedî rasterast di bin bandora hêzên ku Kurdistan dagir kirine de ye, lewre divê ku hêzên Kurdî ji nasnameya siyasî bêhtir girîngîyê bidin nasnameya niştimanî ya Kurdî. Her wiha bal avêt li ser nehiştina şerê birakujî yê hundirîn û divê ku kongira netweyî ya Kurdî bi berfirehî çêbibe.

Her wiha destnîşan kir ku divê siyaseteke derveyîn hebe ku di qadên navdewletî de nasnameya Kurdî bide nasîn û siyaseteke hundirîn hebe ku destkeftî û nirxên civakî yên ku hatine bidestxistin biparêze.

Beşdarên ku di dîdarê de hem bi tevlîbûnê û hem jî bi rêya ZOOM’ê amade bûne destnîşan kirin ku wan hêvî dikir ku hemû alîyên Kurdî bi tevî cudahîya nêrîn û îdolojîyên wan beşdar bûba, lê ew di vê dîdara ku hemû pirsgirêk û astengîyên Kurdan radixe li ser maseyê, bi me re beşdar nebûn. Her wiha beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e hêz û partîyên siyasî li bendî hêzên derve ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn û avakirina yekîtîya niştimanî, nemînin.

Her wiha beşdaran bang kirin ku Komcivînek bi navê “Rojavayê Kurdistanê” ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojava ya ku dendika herçar parçeyên Kurdistanê ye, were lidarxistin. Dema ku pirgirêka Rojava çareser bibe dê pirsgirêka hemû parçeyên din jî çareser bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى