ANALÎZ

Girîngtirîn mijarên ku fermandarê QSD’ê General Mezlûm Ebdê di Dîdara Nakokîyên Kurdî – Kurdî de anîn ziman

Dê bandoeke erênî ya vê dîdarê li ser yekrêzîya Kurdî hebe û nakokîyên Kurdî dê ji berjewendîyên niştimanî yên Kurdî ne mezintir bin û bera her kes vê yekê bizane.
Her wiha desnîşan kir ku dîroka Kurdî li hemberî dîroka cîhanê di şerên navxweyî de ya herî kêm e. Di destpêka sedsala bîst û yekem de em gihiştine wê bawerîyê ku nakokî divê bi guftûgoyan çaereser bibin û yekîtîya niştimanî çareserîya herî guncav ji nakokîyan re ye.
Der barê guftûgoyên Kurdî – Kurdî de wiha destnîşan kir: Me dest bi gavên erênî kiriye, rast e hin xalên nakok hene, lê belê ev nakokî ne yên bingehîn û cewherî ne û em dikarin wan derbas bikin, tiştekî ku rêya yekîtîyê bigire tune ye. Divê ku hemû alî jî ji bo berjewendîyên xwe gavekê şûn de bavêjin da ku yekîtî pêk were. Em jî wek Hêzên Sûrîyaya Demokratîk QSD’ê û hevkarên me yên Amerîkî ji bo serkeftina yekîtîya Kurdî bi biryar in.
زر الذهاب إلى الأعلى