ANALÎZ

Ewropa û Gaza Rojhilata Navîn

Ewropa û Gaza Rojhilata Navîn

Bi bilindbûna asta şerê Rûsya û Ukraynayê re û hêviyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di kêmkirina asta piştpêrastkirina hevalbendên wê yên ewropî ji gaza Rûsyayê re, ku gaza Kendavê, Îran, Herêma Kurdistanê, Misir û Îsraîlê ji bo dabînkirina enerjiyê ji bazarên Ewropayê re bûne alternatîf ji gaza Rûsyayê re, her weha ji bo ku pêwîstiya ewropayê bi enerjiyê bibe derfetek ji welatên Rojhilata Navîn re, li herêmê hin civînên herêmî hatin lidarxistin, ji nav wan jî (Civîna Negev)-ê bû, ku tê de Emerîka, Îsraîl û welatên herêmê yên ku bi Îsraîlê li hevkirine, ji bo çareserkirina xala dayîna gazê ji bo Ewropa gotûbêj kirin.

Ji bo Îsraîlê gelek bijarde hene ku salane ji 20 heta 30 milyar metrên şeşgoşeyî gaza xwezayî ji bo Ewropayê veguhezîne, Til Avîv veguhestina gazê bi riya axa Sûriyê bo Tirkiyê û piştre jî bo Ewropayê wek yek ji wan bijardeyan hildibijêre, ku bi rêya “Xeta Gaza Erebî” ya ji Misir û Îsraîl heta Urdunê, Sûriye û Lubnanê tê, ku dihate payîn qonaxa wê ya çaran bi dawî bibûya û bigihêjta Heleba Sûriyê, Şehba û Efrînê ta bajarê Kilîsê bi dirêjahiya 60 km û bi lêçûneke kêm.

Veguhestina gazê bi rêya vê xeta gazê bo Tirkiyê rastî astengiyên jeostratejîk tê, ji wan jî rewşa tevlîhevî, nearamî û hebûna gelek herêmên serweriyê, her weha nepejirandina rêjîma Sûriyê ji projeyeke wiha re, ji ber nakokiyên wê bi Tirkiyê re.

Ji ber astengiyên li pêşiya xeta lûliyan “EastMed” a ji Îsraîlê bi riya Yunanistanê ber bi Ewropayê ve, ligel lêçûna wê ya giran ku 6 milyar dolar tê texmîn kirin, veguhestina gazê ji kolgeha “Leviathan” a deryayî ber bi Tirkiyê ve, bi rêya xeta lûliyan a bi dirêjahiya 550 kîlometre û bi bihayê 1,5 milyar dolar, yek ji bijardeyên alternatîf ên Îsraîlê ye. Pispor di wê baweriyê de ne ku Îmarat dê vê xetê fînanse bike ji ber nerazîbûna Enqerê, ango nekarîna wê ya fînansekirinê, ji ber rewşa aborî ya ku Tirkiyê.

Di çarçoveya pêdiviya Ewropayê bi gazê de, serdana Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji Enqerê re û piştre jî ji Londonê re, plana Welatên Rojava ya hinartina gaza Başûrê Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bo Ewropayê di bin çavdêriya Îsraîlê de piştrast dike. Her weha Raporin ragihandinê jî gotûbêjên di navbera rayedarên Emerîkî û Îsraîlî bi rayedarên hikûmetê re li ser veguhestina gazê eşkere kir. Li gorî kovara “Globes”ê ya aborî, welatên Kendavê jî beşdarî van gotûbêjan bûne û Îmarat pêşniyar kiriye ku lûliya gazê ji Kendavê bi riya Îraqê bi lûliya Tirkiyê ve were girêdan. Lê Îsraîl vê xetê ji bilî pirsgirêkên ewlehiyê, wek çareseriyeke demdirêj dibîne.

Operasyona leşkerî ya artêşa tirk a dagirker a vê dawiyê li ser hin herêmên Başûrê Kurdistanê ji bo bidawîkirina hebûna Kurdan li wê deverê û destpêkirina kontrolkirin û piştre jî serweriya li ser gencîneyên petrolê, ligel tirkîkirina aborî ya ku bi salan e bi riya veberhênanên demdirêj derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û ew dever kiriye bazarek ji bo mezaxtina berhemên Tirkiyê, û bi veguhestina gazê ji herêmê -eger plan were pejirandin- ji xetên kolgehên gazê yên Xurmo li Hewlêr û Çemçemal li Silêmaniyê bo Tirkiyê û piştre Ewropayê, bi dahata darayî ya ku salane 24 milyar dolar tê texmînkirin, wê demê Tirkiye dê zêdetir li ser biryarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê serwer be.

Li ser vê bengehê, hukûmeta Başûrê Kurdistanê, bi pêşbaziya li ser rejîma Tirkiyê, hewl dide bi hukûmeta federal re li ser vê planê lihevhatinekê çêke û nakokiyên enerjiyê yên bi Bexdayê re çareser bike û li ser Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya ku hinartina gazê red dike, zextê bike. gaza navçeyên wan, her weha kêmkirina zextên Îranê li ser wê di vî warî de.

Di çarçoveya berjewendiyên enerjiyê yên aliyên herêmî de, armanckirina Hewlêrê ji aliyê Îranê ve bi mûşekên balîstîk, hem ji bo rejîma Tirkiyê û hem jî ji bo Îsraîlê peyamek bû ku Îran di parastina berjewendiyên xwe li herêmê de gav paşve navêje, Ji ber ku Îran – a ku di bin sizayên navdewletî de ye- dibîne ku vê plana hinartina gazê cihê wê weke çavkaniyeke sereke yê gazê ji bo Tirkiye û Îraqê, lewaz dike, û ev yek dibe sedem ku hevbendiyeke siyasî li dijî vê xetê derkeve hole û bi vî awayî ev xeta gazê were betal kirin.

Bi zêdebûna amajeyên nêzîkbûna nûkirina peymana navokî re, Îran -a ku piştî Rûsyayê xwediyê duyemîn rezervên gazê ye li cîhanê ye- li hêviya firotina gazê weke alternatîf ji gaza Rûsyayê re bo Ewropayê ye, ev yek jî bi pêkanîna “Xeta dostaniyê” ya ku ji kolgeha Pars li başûrê Îranê, bi riya Îraq û Sûriyê û piştre derbasî Ewropayê dibe. Lê ev xet ji ber şerê Sûriyê û pirsgirêkên ewlehiyê, ligel pirsgirêkên fînansekirinê yên Tehran û Şamê ji ber cezayên darayî yên li ser wan hatine sepandin, nehate cîbicîkirin. Di vî warî de Tehran hîna jî li ser cîbicîkirina vê xetê bi saya nûkirina peymana navokî bi Waşintonê re, ya ku sizayên Emerîka li ser wê betal dike, hewldanên xwe berdewam dike.

Li van daneyên jorîn, Rûsya tevî mijûlbûna wê bi şerê li Ukraynayê re, lê hîna jî serweriya xwe li ser bazarên gaza xwezayî yên Ewropayê dike, ligel hebûna wê ya xurt di nakokiyên gazê li rojhilatê Derya Spî de. Di heman demê de jî Enqere hewl dide ku encamên şer ên li ser “ewlehiya enerjiyê ya Ewropayê” bi riya cihê stratejîk ê Tirkiyeyê ku weke korîdoreke sereke Ji xetên veguhestina gazê ji parzemîna kevin (Ewropa) re ye, ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.

Xetên gazê yên ku me li jor an’ne ziman, bi gelek kêşe û nakokiyan re rûbirû ne, nemaze hêmana demê, ji ber ku Ewropa eger biryarê bide ku piştpêrastkirina xwe bi gaza Rûsî re kêm bike, pêdiviya wê heye ku berî zivistana bê xwe bigihêje çavkaniyên gaza xwezayî yên birêkûpêk, domdar û bilez, her weha dibe ku nakokiyên jeopolîtîk ên van xetan aloziyên zêdetir an girêbestên siyasî li herêmê derbixin.

زر الذهاب إلى الأعلى