ANALÎZ

Şûr li dijî gelê xwe rakir û li hemberî dijminan bêdeng e

Mane diviya bû ku artêşa rêjîma Sûriyê destpêkê li hemberî hêzên dagirker  ên ku beşek ji xaka Sûriyê dagirkirine bisekine û yekîtiya Sûriyê biparêze. Divê li rêbazên hevkariya xebatan geriya ba da ku rê li ber dagirkirin û hewldanên parçekirina Sûriyê bigire?

Di sala 2011’an ji destpêka aloziya Sûriyê de artêşa rejîma Sûriyê û komên çete li hemberî şoreşa gel a aştiyane çek rakirin û li ser gelê vî welatî komkujî pêk anîn. Lê çavbirçîbûna dewletên cîran û armancên wan ên ji bo dagirkirina welat ji bîr kirine. Rejîma Baas jî di dirêjahiya desthildariya xwe de ji bo van zêdegaviyên derve di herêmê de her tim mafê parastina bersivdayînê dike hincet.

Parçekirina xaka Sûriyê û hewldanên tevlêkirina ji bo aliyên dagirker, tişekî ne tesaduf e. Rejîmê bi xwe zemîn û atmosfera guncaw ji b ovan kiryaran danî. Yanî rejîm bi siyaseteke şaş nêzîk dibe, li gel wê peymanên veşartî bi aliyên din ên mîna Tirkiye û Îsraîlê re îmeze dikirin. Delîlê vê yeke jî li hin herêmên Bakur û Başûrê Sûriyeyê diyar dibe.

Ji bo ku baştir were famkirin, em hinekî vegerin dîroka Partiya Baas û siyastên wê yên li Sûriyê. Di sala 1967‘an de Îsraîlê Girê Colanê dagir kir û parêzvanên xwe li ser sînor bicih kir. Artêşa Sûriyê yek fîşek bi aliyê Îsraîlê, beşa xaka dagirkirî ve berneda. Tenê dirûşmeyên berxwedanê, şermezarkirina dagirkeriyê û parastinê mafê bersivdayînê diavêt. Dixwest bi vê yekê hêrsa kolana Sûriyê bimije û gelê Sûriyê bi vê rewşê bide razîkirin.

Bêdengiya hikûmeta Sûriyê zemîn ji destwerdana hêzên dagirker di xaka Sûriyê de danî. Girê Colanê îro wekî beşek ji xaka Îsraîlê hatiye rewakirin.

Serokê DYA‘yê Donald Trump 21‘ê Adarê li ser hesabê xwe yê tiwitterê daxuyanî dabû û gotibû welatê wî  îtîrafa dike ku Colana xaka Îsraîlê ye. Beriya du rojan jî serdestiya Îsraîlê li ser Colanê mohr kir.

Dibe ku bêdengiya rejîma Sûriyê ji dagirkirina Îsraîlê ya li xaka Sûriyê re rê li ber Tirkiyê vekir ku dest bi parçekirina Sûriyê bike û tevlî Tirkiyê bike. Cerablus, Bab, Eaz, Efrîn û Idlibê şahîdên herî berbiçav ên van hewldanan e. Dîsa jî rejîma Sûriyê weke temaşvane e, ti gavên cidî li dijî destwerdanên Tirkiyê an jî Îsraîlê navêje.

Di rewşeke ewqasî zehmet ku bajar tê de derbas dibe, divê hemû aliyên Sûriyê ji rejîmê heta opozisyonê li hemberî rewşa heyî xebateke hevpar bidin meşandin. Lê dîsa jî Rejîm di serhişkî û bayebûna xwe de berdewam e. Şûrê xwe li dijî gelê xwe rakiriye û li hemberî neyarên derve bêdeng e.

Vaya îro Sûriye tê parçekirin, rejîma Sûriyê hîn jî çareseriyên siyasî yên ku hêzên Sûriyê yên aktîf li ser erdê pêşniyar dikin, red dike. Pêşniyara siyasî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya  Sûriyeke nenavendî û pirreng ku dikare rê li ber destwerdanên derve bigire, yekîtiya xak û gelê Sûriyê mîsoger bike, qebûl nake.

Bêdengiya rejîma Sûriyê û dijberiya wî ya ji hêviyên gel ên ji bo azadî, pirrengî û demokrasiyê re cihê gelek fikran e. Eger îro Girê Colanê hate dagirkirin, dibe ku di siberojê de jî hêzên din ên wekî Tirkiyê vê yekê bikin û beşekê din ji Sûriyê qut bikin.

Pirsa herî girîng ya ku derdikeve pêş, gelo wê heta kengî rejîma Sûriyê mafê bersivdayînê biparêze, bi taybet piştî ku DYA‘ê serdestiya Îsraîlê li ser Colanê îmze kir?

ANHA

زر الذهاب إلى الأعلى