ANALÎZ

Serdana Wezîrê Derveyîn ê Îranê Bo Riyadê (Di Navbera Rastî û Hêviyan De)

Seredana wezîrê derveyîn ê Îranê “Hisên Ebdilhiyan“ bo Riyadê û dîdara wî ya bi mîrê siûdî “Fêsel Bin Ferhan“ re, dosyeyên nakokîyê û hêvîyên kûr ên ku ji nêzîkatîya îranî-siûdî dihatin xwestin, nenimandin. Diyalogên wan ên di vê derbarê de –bi kêmanî di vê demê de- encanên dihatin xwestin bi dest nexistin.

Li şûna ku mijarên nakok werin niqaşkirin (her wekî êrîşên berdewan ên milîsên hûsî bi ser Siûdiyê de û dosyeya ewlekarîya ava kendavê ya ku vê dawiyê belav bûye) de, tenê Ebdilehiyan balyozê nû “Elî Rida Înayetî“ gihand balyozxaneya welatê xwe ya li Siûdiyê. Bi gavê re Îranê xwest bide diyarkirin ku ew her du welat bi rastî jî ketine qonaxa nêzîkatîyê de (bi kêmanî li ser kaxezan).

Lê diyalogên li ser erdê berovajî vê yekê bûn. Vê seredanê hestên dilxweşkirinê yên Îranê bo Siûdiyê, hewandin. Ev yek piştî Jihevdûrketineke demkurt, pêk hat, ku sedema wê jî pevçûna diplomatîk di navbera her du welatan de tevî Kiwêtê jî derbarê mafê wan di zeviya “Dire” de bû.

Her du alîyan bi rêya kongirekî çapemeniyê hewil dan ku bidin diyarkirin ku ew li ser rêya diplomatîk a durist in, û bi kêmanî wan da diyarkirin ku ew li ser têkiliyên xwe yên hevpar, kar dikin.

Piştî kongir, Ebdilehiyan tekez kir ku “ wî danûstandinên bisûd li Riyadê pêk anîn.“ her wiha got ku “em dikarin bi Siûdiyê re kar bikin, da ku mijarên nakokdar ên herêmê bi awayekî yekser, çareser bikin.“ (her wekî rola Siûdiyê di dema komcivîna Riyadê de bo vegerandina Sûriyê di nava Komkara Erebî de).

Lê, ragihandina Ebdilehiyan ku “Îran û Siûdiyê li hev kirin, ku komîteyên pispor û cihêreng saz bikin“ wê rastîya ku dibêje Siûdî li benda gavine mezintir û diplomatîk ji Îranê ye, da ku têkilîyên her du alîyan xweş bibin, eşkere nake. Tevî ku ew dizane ku Îran xwe di pêkanîna hin çareserîyên pêkan di Sûriyê, Yemen û Libnanê de, dereng dihêle.

     Siûdiyê pêşbîn dike ku Îran di çareseriya babetên cihê nakokîyê de û di xurtkirina lihevkirinê di navbera her du dewletan de, bi roleke aktîv bilîze; bi taybet di babeta zeviyê “Dira” de, ku ev yek jî derbarê cidîyeta Îranê bo diyalogê de dê ji siûdîyê re wekî peymaneke dilrihetîyê be.

Di heman demê de, Îranê gef xwarin ku dê di karên lêgerînê yên di zeviya “Dira” de bi awayekî tekane bidome, û li benda lihevkirina bi Siûdiyê û Kiwêtê re namîne.

   Îran dide diyarkirin ku ew dixwaze nakokîyên bi dewletên herêmî re bi dawî bike, û mentiqê diplomatîk li ser hesabê rola xwe ya weke hêzeke  herêmî li deverê, ku li hejmarek dewlet dimeşîne, bi pêş bixe. Ji ber wê jî ew dixwaze nakokîyên bi cîranan re kêm bike, û bi rêya van seredanan dixwaze xwe weke hevbeşekî alîkar li herêmê, bide diyarkirin. Ev yek jî li hember tirsa amerîkî û israîlî, wekî bersivekê bû; ku ew her du dibînin ku Tehran metirsîyê li ewlekarîya herêmî, pêk tîne. Di encamê de armanca Îranê ji van seredanan tenê propogenda û xwediyarkirin e.

   Îran hewil dide nakokiyên xwe kêm bike, û qutbûna xwe ya herêmî sivik bike. Ew li hin navbeynkarên kendavî (her wekî Uman û Qeter) digere da ku qutbûna xwe ya ji herêmê kêm bike. Yek ji wan hewildanan, girêbesta “pereyan li hember girtiyan” a ku Îran û Amerîka bi navbeynkariya qeterî berî çend rojan pêk anî, her wiha handana wê ji Siûdiyê re da ku Sûriyê di komcivîna Riyadê de vegerîne Komkara Erebî.

    Xuya ye ku qada diplomatîk derfetê dide Îranê daku pêşketineke berbiçav –bi kêmanî di dosyeyên kendavî de- pêk bîne. Jixwe Elî Rida (alîkarê wezîrê Îranê yê derveyîn û baloyzê Tehranê li Siûdiyê) ragihand ku serok Ibrahîm Reîsî dê serdana Riyadê bike, lê dema serdanê ne diyar e. Ev jî dide diyarkirin ku guhertinên rastîn di navbera Îran û dewletên Kendavê de çêdibin.

   Îran hewil dide sûdê ji vê derfetê bigire, bi taybet piştî ku Imarat hevkariya bi Hevpeymana Deryayî ya bi rêveberiya Amerîkayê re li Kendava Ereban, rawestand. Mirov dikare vê yekê weke nîşaneya nêzîkatîyeke erebî ya mezintir bi Îranê re, şîrove bike.

Her wiha Îranê pêşniyar kir ku hêzeke erebî-îranî were damezirandin; da ku ewlekarîya kendavê biparêze. Mirov dikare vê yekê wisa şîrove bike ku ew weke bersiveke siûdî-îmaratî li hember necidîyeta Amerîka ya berevanîya di ber ewlekarîya Kendavê de ye. Vê yekê rê li pêşberî Îranê vekir ku karîna xwe ya tevgera bihêz di ava Kendavê de bide diyarkirin û xwe weke asayîşa ku tevgera deryayî kontrol dike, bide xuyanîkirin.

    Di heman demê de, Îran darê xwe li hember dosyeyên nakokdar ên bi dewletên  Kendavê re li ba dike; her wekî dosyeya her sê giravên ku ji Îmaratê standine, yan jî dosyeya zeviyê “Dira” yê deryayî, yan jî derbarê dana çekan bo hûsiyan li Yemenê, yan jî bi domandina destwerdana wê ya di keşteyên di Kendavê de.

Di encamê de, dibe ku seredana wezîrê derveyîn ê Îranê “Hisên Emîr Ebdilehiyan“ bo Siûdiyê, gaveke erênî be. Lê gerek e dewletên Kendavê û Siûdiyê helwesta xwe derbarê Îranê de zelal bikin, jixwe ew jî mijareke ne hêsan e.

زر الذهاب إلى الأعلى