Kovar

Lêkolînên stratejîk_Hejmara_11

Zivistan – 2024

Xwendevanên hêja:

Di dîroka Kurd û Kurdistanê de, pir peyman, konevanî û hevdîtin di navbera dijminên kurdan de çêbûn ji bo ku tu hebûneke kurdî li ber çavan çênebe û Kurdistanê li hev par bikin, ji Qesra Şêrîn bikire ta bigihêje dema îro. Ji van peymanan peymana Lozanê bû ku tê de ne tenê dijminên kurdan lê belê hêzên navneteweyî yên ku di şerê cîhanê yê yekem de bi ser ketibûn; kurdistan li hev belav kirin û nehiştin tu sabarek ji kurdan re bê jiyankirin. Ev jî ne dûrî rewşa kurdî bû ku Kurd di nexweşîyên nelihevkirin, perçebûn, peyebûna dijminan û hwd de jiyan dikirin ku ew jî bû zemîna çavbirçîbûn û çavberdana dewletan li ser Kurdistanê. Jixwe nivîsara yekem a vê jimarê li ser sedem, rewşa kurdan û nevneteweyî, encamên peymana Lozanê şirove dike.

Êdî berhemdewletên peymana Lozanê dest bi qirkirin û wêrankirinê kirine ku hemû rêbaz, dek û dolab, xapandin û çek bi kar anîn, ta asta ku çekên kîmyawî li dij kurdan bi kar anîn, ji Dêrsimê bigre ta bigihêje Serêkanî li Rojavayê Kurdistanê ya dema niha. Jixwe lêkolîna ʺ Çekên Kîmyewî û Qirkirina Kurdanʺ pênase, cûre û bikaranîna çekên kîmyayî li ser kurdan şirove dike.

Jixwe ji bo nûjenkirina peymana Lozanê ku rewşa kurdan neyê guhertin û di bin darê qirkirinê bimînin, dewletên degirker hedan neket wan û sed çiv li xwe xistin bi taybet Tirkîyê û Îran. ji wan li ser olê lîstin û sazkirina komikên tûndrew. Ji hêla xwe ve Tirkîyê rêxistina ji bo pêkanîna berjewendîyên xwe Daişê bi kar tîne, Lêkolîna ʺ Daiş û Amadebûna Perçekirinê li Sûrîyêʺ mijarê rewşa Daiş a giştî, nîşaneyên perçebûna Daişê, karîgherên ku perçekirina Daişê xurt dikin û rêbaz û çareyên ku rêxist dike ji bo perçe nebe, radixe ber çavan.

Ji hêla xwe ve jî Îranê ji bo ku çilik ji bin wê nekişe û bayên guherînên ku li cîhan û Rojhilata Navîn rû didin lê nede, tîreya Şîîyê bi kar tîne. Êdî rêxistinên şîî yên ku pabendîyê Wîlayetûlfeqîh dikin û yên ku bêtir girêdayî welêt in, her wiha rewşa serkeftina wê li ber bayê şoreşê de, ev mija di beşê duyan ê lêkolîna ʺTûndrewtîya Şîîtîyêʺ zelal dike.

NAVEROK:

  • Peymana Binpêkirina Mafên Gelan; Lozan.
  • Çekên Kîmyayî û Qirkirina Kurdan.
  • Daiş û Amadebûna Perçekirinê li Sûrîyê.
  • Tundrewîya şîîtîyê.

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_11

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى