Weşanên

Lêkolînên stratejîk_Hejmara 01

Buhar-2021

Xwendevanên me yên hêja:

Em weşana duyan ya kovara  ” Lêkolînên Stratejîk” ya  jimara(1)`ê pêşkêşî we dikin.

Jixw mijarên vê jimarê berdewamkirina mijarê jimara berê ne.

Beşa duyan ya nivîsara bi navê “Binpêkirinên Dewleta Tirk li Efrênê“, van  mijaran radixe ber çav: Tobarankirina saziyên xizmetguzariyê weke nexweşxanan, firne, hawarhatinê, kerwanên alîkariyê, …, her wiha armancgirtina şûnwar û dibistanan.

Lêkolîna ” Dîroka tevgera siyasî ya kurdî li Sûriya“, rewşa tevgera siyasî bi damezrandina partiyên nû, yekkirina hin partiyan û perçekirina partiyên kevin ta salên 2010`an de, şeirove dike.

Sedem,  karîger û encama koçberiya Kurdî; bi taybet koçberiya jin û ciwanên kurd û pêşniyarên ji bo girêdana ciwanan bi xaka welêt ve, ev tev de di beşa duyan ya lêkolîna “Koçberî” ya di vê jimarê de derbas dibin.

Weke berdewamkirina lêkolîna bi navê “Êlên Dêrazorê“, ev beş li ser êlên Dêrazorê û şaxên wan radiweste, her wiha taybetmendiyên wan yên weke ol, bawerî  û ayînê olî diyar dike.

Di lêkolîna ” Ewlekarîya Niştimanî ” ya vê beşê, jêderên ku ewlekariya niştimanî tevlihev dikin şirove dike, her wiha rehendên ewlekariya niştimanî weke aborî, civakî, tenduristî û berevanî, diyar dike.

NAVEROK

  • Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê
  • Dîroka Tevgera Siyasî Ya Kurdî Li Rojavayê Kurdistanê
  • ÊLÊN DÊREZORÊ
  • Koçberî
  • Wateyên Pergala Ewlekariya Niştimanî Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_Hejmara 01

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى