Weşanên

Lêkolînên stratejîk_Hejmara_04

Zivistana -2022

Gotina hejmarê

Ev jimara em pêşkêş dikin, bi berdewamiya mijara “Bîrdoziya Şer li cem Kurdan” dest pê dikin, di vê beşê de bingeha şer, karîger, hêmanên bîrdoziyê şer li cem Kurdan dê werin ziman.

Mijara duyem jî beşa çarem û ya dawî ya “Dîroka tevgera siyasî ya kurdî li Sûriya”, di vê beşê de rêxistinên siyasî yên kurdî li Rojavayî Kurdistanê û encama lêkolînê radixe ber çav.

Di nivîsara “Rikberiya Sûriyê” de, mijarên rewşa siyasî û leşkerî, rola di berdewamiya aloziya Sûriyê de û sibroja rikberiya Sûriyê; digire dest.

Mijarên weke rewşa Reqayê di dema Osmaniyan de û rewşa pêkhateyên Reqayê yên lê nişticihbûne di nivîsara bi navê “Koçberiya pêkhate û neteweyan ber bi Reqayê ve” têne ziman.

Di nivîsara pêncan a bi navê “Siyaseta Berevaniyê Ya  Rikberiya Islamî Ya Sûriyê” de, têgeha siyaseta bervaniyê, bingeha rêxistinî û yên siyaseta berevaniyê û nêzîkatiyên beşên rikberiya Islamî li ser rewşa derve û ya nevxweyî, lêkolîn dike.

Di nivîsara dawî de “Komara Islamî Ya Îranî”, bi gelek beşan werin weşandin, di vê beûê de mijarên girêdayî erdnîgarî û dîroka Îranê, şoreşa Îranê, wîlayetûlfeqîh, siyaseta Îranê û doseya wê ya navokî têne pêşkêşkirin.

NAVEROK

  • Bîrdoziya Şer Li Cem Kurdan
  • Dîroka tevgera siyasî ya kurdî li Sûriya
  • Rikberiya Sûriyeyê
  • Koçberiya pêkhate û neteweyan ber bi Reqayê ve (Mihemed  Elizo: Rêveberê muzexaneya Niştimanî li Reqayê)
  • Siyaseta Berevaniyê Ya Rikberiya Islamî Ya Sûriyê
  • Komara islamî ya Îranî

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_Hejmara_04

 

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى