Weşanên

Kovara Lêkolînên Stratejîk_Hejmara 0

Payîz- 2020

Em weke Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), gaveke nû û watedar  diavêjin. Ew jî kovara bi navê (Lêkokînên stratejîk). Jixwe weke tê zanîn ku navenda me kovareke bi vî navî lê bi navekî giştî dê guncawtir e. Bi vê kovara me ya bi Kurdî êdî ew nav careke din were vejandin.

Jixwe ev jimara yekem a kovarê ye ku ezmûneke nû ye û dê astengî û gêmasî derkevin pêşberî mirov. Lê hêviya me ew e ku em dikaribin bi nivîsarên kovarê rastiyê diyar bikin bêyî alîgirî û sûdeke bigihînin kesê ku vê kovarê bişopîne. Ji hêleke din ve jî em jî sûdê ji xwendevanên kovarê bigirin ku nerînên xwe li ser kovarê û hem jî li ser mijar û lêkolînên ku tê de tên weşandin  ji me re raber bikin. Jixwe ev jî karîgera sereke ya pêşketina kovarê ye ku bi nerîn û nirxandinên we em dewlemendtir dibin.

Welatê me di rewşeke  gelekî nazîk re derbas  dibe; ji hêlekê ve êrîşên hovane li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî, ji hêla din ve kar û xebatên yekkirina helwesta kurdî têne meşandin. Disa hûnandina  lîstokan li rojhilatê firatê bi navê êlan li wan hereman. Ji ber wê jî di vê jimara kovara xwe de me cîh da mijarên girîng li gorî demê.

Mijara sereke ya vê jimarê bi herêma Efrînê ve girêdayî ye. Weke tê zanîn dewleta dagirker tirkiyê bi pişgiriya çeteyê xwe Efrîn dagirker kirin û binpêkirin û guhertinên demografî pêk anîn.  Lêkolîna bi navê (Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê) dê balê bikşîne ser van binpêkirinan û belgên ku wê tekez dike, diyar bike.

Jixwe encama biçav û sereke ya şer koçberî ye. Jiber vê yekê di mijara bi navê (Koçberî) dê li ser arîşeya koçberiyê raweste. Ew jî ji pênase bigire paşê sedem û cure ta çareseriya koçberiyê, digire dest.

Di mijareke din de weke xaleke girêdayî şer, ew jî bi mijare parastinê ve girêdayî ye, mijara ewlehiya welêt e. Nivîsara bi navê (Ewlehiya Niştimanî) vê mijarê raduxe ber çav ku tê de çawa welatek dikare di ewlehiyê de jiyan bike.

Rewşa gelekî ji hêla ewlehiya navxweyî û ya bi derve re girêdayî ye, tevgera  siyasî ango partiyên siyasî yên vî welatî misoger dike. ji ber vê yekê nivîsara bi navê (Dîroka tevgera siyasî ya kurdî li Sûriya) rewşa ramyarî ya Kurdin li Rojava û Sûriyê lêkolîn dike.

Nivîsareke din giring di vê jimarê de heye ew jî di bin navê (Êlên Dêrazorê) ye. Ev mijar ji bo gel hev naskir hêmayeke giring e. Bi taybet ku desthilat dixwazin gelan bikin dijminên hev. Li dijî wê hevnaskirin sînorên ku ava dikin dişke û gel xalên bi hevrejiyankirinê dibînin.

NAVEROK

  • Binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê.
  • Dîroka Tevgera Siyasî Ya Kurdî Li Rojavayê Kurdistanê
  • ÊLÊN DÊREZORÊ
  • Koçberî
  • Wateyên Pergala Ewlekariya Niştimanî Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Kovara Lêkolînên Stratejîk_Hejmar 0

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى