Weşanên

Lêkolînên stratejîk_02_03

Havîn - Payîz- 2021

Em jimarên (2-3) yên kovara “Lêkolînên Stratejîk” ya pêşkêşî xwendvanê xwe dikin. Jixwe sedema ku her du jimar ên werza Havîn û Payîz dê bi hev re werin weşandin ew e ku rewşa karê navendê ye; bi taybet rewşa dosyayên lêkolînê yên ku her endamek pê mojûl bûye.

Ji ber wê jî, tevî berdewamiya mijarên me yên ku di jimara borî de hatibûn weşandin, hin mijarin din dê di vê mijarê de cih bigirin.

Jixwe weke berdewamkirina lêkolîna “Dîroka tevgera siyasî ya kurdî li Sûriya“, rewşa tevgeran ji despêka şoreşa Sûriya di 2011 de ku hevgirtiyên û partiyên siyasî yên sereke li Rojava dide nasîn.

Weke berdewamkirin û bidawîkirina lêkolîna bi navê “Êlên Dêrazorê” ev beş li ser rewşa êlên Dêrazorê ji aliyê ewlehî û şer e, ew jî berî û piştî Daişê û rizgarkirina herêmê, her wiha encamên dawî yên vê lêkolînê.

Êdî ji bo berdwamkirin û bidawîkirina lêkolîn a”Koçberî“, beşa dawî piratîkî digire dest, ew jî weke rapirsînên ku di nav gekl de li herêmê cûda hatin çêkirin, her wiha encamên vê lêkolînê di dawiyê de radixe ber çav.

Di lêkolîna “Ewlekarîya Niştimanî” de, bi rehendên sereke yên ewlekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî dibe.

Jixwe weke beşa yekem a lêkolîna bi navê “Bîrdoziya Şer Li Cem Kurdan”, wateya bîrdoziya şer û taybetmendiyên wê diyar dike.

Lêkolîna “Bandora ziwabûnê li ser rewşa josiyasî ya Rojava” weke mijareke nû, diyardeya ziwabûnê li Rojava gitiye dest, ew jî bi xalên wateya, karîger, sedem û çaerseriya ziwabûnê vê diyardeyê zelal dike.

NAVEROK

  • Dîroka Tevgera Siyasî Ya Kurdî Li Rojavayê Kurdistanê
  • ÊLÊN DÊREZORÊ
  • Koçberî
  • Wateyên Pergala Ewlekariya Niştimanî Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  • Bîrdoziya Şer Li Cem Kurdan
  • Bandora ziwabûnê li ser rewşa josiyasî ya Rojava

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_Hejmara_02_03

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى