Weşanên

Lêkolînên stratejîk_Hejmara_07_08

Zivistan – Buhar – 2023

Gotina hejmarê

 Xwendevanên hêja:

Di van her du mijarên di nav destên we de, ji bilî lêkolîna (Komara Islamî ya Îranî), lêkolînên din tev de nû ne.

Jixwe mijara yekem (Newroz û Wateyên wê yên Şoreşgerî), li ser dîrok, giringî, wate û pirsgirêkên li ser wate û giringîya Newrozê li cem kurdan, lêkolînê dike.

Newroz bi xwe hembêzkirina hemû rengên mirovahîyê ye, ji ber vê yekê her dem Newroz li dij “Tundrewtîyê ye”, lêkolîna duyem “Tundrewtî di navbera şoreş û desthilatdarîyê de”  mijara tundrewtîyê bi hemû warên ku tê de tê bikaranîn zelal dike.

Jixwe ji werê ku tundrewtî tê de tê bikaranîn, warê desthilatê ye ku wê ji xwe re bi kar tîne, êdî lêkolîna bi navê “ Têkilîyên Bîrdozî Û Sîyasî Yên Di Navbera Partîya AKP Û Komên Radîkal “, dîyar dike bê çawa dewleta tirk a dagirker komên çekdar ji bo berjewendîyên xwe bi kar tîne.

 Rêjîma Sûrî jî ji parastina xwe, piştî “şoreşa gelan”, stratejîeke ewlkarî û leşkerî bi kar anî, lêkolîna bi navê “Şam û Pirsgirêka Biryara Stratejîk“, hewil dide ku vê stratejîyê bide têgihiştin.

Weke beşa berî dawîkirina lêkolîna “Komara Islamî ya Îranê“, beşê dawî li ser rikberîya Îranê, Îran û mafên mirovan û doza kurdî, radweste.

NAVEROK:

  • Newroz û Wateyên wê yên Şoreşgerî
  • Tundirewî di navbera Şoreş û Desthilatdarîyê de
  • Têkilîyên Bîrdozî û Sîyasî Yên Di Navbera Partîya AKP Û Komên Radîkal De (Dr. Celal Zênatî)
  • Şam û Pirsgirêka Biryara Stratejîk  (Hesan Qutub)
  • Îran

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_07_08

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى