Weşanên

Lêkolînên stratejîk_Hejmara_10

Payîz – 2023

Xwendevanên hêja:

Jixwe jimara kolvarê ya di nav destên we de, mijarên nû digire dest.

Mijara destpêkê ya bi navê ʺ Erdnîhgarîya Aborî ali Bakur û Rojhilatê Sûrîyêʺ, bi rêbaza erdnîgarîya herêmî digre dest ku taybetîyên aborî yên weke çalakîyên anborî û dewlemendî (çandinî, lawirvanî, berhemên daristanan, pîşesazî, veguhestin, bazirganî, geştyarî …) yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê lêkolîn dike.

Jixwe lêkolîn a bi navê ʺHizra Selefî ya Cîhadîst ya derbasî Herêma Kurdistanê bûye,

Û selefîyeta xwecihî ya nûjen li Herêma Kurdistanêʺ rewş û sedemên ku hiştine hizra Cîhadî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û armancên komên cîhadî li Başûr û girêdana wan bi Cîhadîyên cîhanî, şirove dike.

Pêvajoyên ku dewleta Tirkîyê piştî peymana Lozanê li ser kurdan pêk anîye, ew jî ji qirkirina kurdan hem ji alîyê rewanî hem jî ji alîyê şênberî, ew jî bni rêya qedexekirina ziman, çand û kevneşopîyên kurdî, her wiha koçbnerkirina kurdan ji warên wan û temirandina şoreşên kurdî bi awayên hovane, lêkolîna ʺTirkî û Tirkên Çiyêʺ van mijaran zelal dike.

Lêkolîn li ser navê ʺGuhertina  Tirkîyê  Ji Sîyaseta Xwe Ya Di Sûrîyê Deʺ dirûtîyua Tirkîyê û siyasta wê ya dîmagocî û armancên wê yê sereke li ser mijarên herêmî û navneteweyî bi taybet pirsgirêka kurdî, eşkere dike.

Jixwe lêkolîna ʺDaiş Û Baweriya Leşkerkirinêʺ balê dikşîne ser rêgez, taybetî û rêbazên leşkerkirinê li gel Daişê, her wiha dê çawa li heber wê were rawistandin.

Di dawîyê de dê bşê yekem ji lêkolîna ʺTundrewîya Şîîtîyêʺ mijarên tundrewtîya tîreyî ya herêmî, cihê Şîa di nav islama siyasî de û tevgera Şîî ya nûjen, radixe ber çav.

NAVEROK:

  • Erdnîgarîya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê.
  • Hizra Selefî ya Cîhadîst ya derbasî Herêma Kurdistanê bûye – Dr. Cewad Kazim El-Beydanî.
  • Tirkî û Tirkên Çîyê – Faris Osman
  • Guhertina Tirkîyê ji sîyaseta xwe ya di Sûrîyê de.
  • Daiş û baweriya leşkerkirinê.
  • Tundrewîya şîîtîyê.

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_10

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى