ANALÎZ

Wezîrê Derve yê Sûrî li Si’ûdîyê ye (encam û pêşbînîkirin)

Bi vexwendinekê ji wezîrê derve yê Si’ûdî Fêsel bin Ferhan, doh roja çarşemê di yekem seredaneke fermî de Fêsel El – Miqdad wezîrê derve yê Sûrîyê gehîşte bajarê Cideyê, ew jî piştî jihevbirînekê di navbera her du dewletan de ku bêtirî deh salan dirêj kir ji ber alozî û tengijîya li Sûrîyê rûda û piştevanîya Si’ûdîyê ji Rikberîya Sûrîyê re, û ji sala 2012 ve ragirtina endametîya Sûrîyê ji Komkara Dewletên Erebî re. Lê belê li paş şerê Rûsîya û Okrayîna li rojhelata navîn gelek ji guhertin û  bûyerên nû dirust bûn, û rêkevtina Si’ûdî – Îranî ya jêr çavdêrîya Çînî û hevdîtinên her du alîyan li Bekînê, û derbasûna Çînê bi xwe bi tevger û bizaveke nû ji bo dariştina cûreke nû ji peywendîyan li Rojhelata Navîn  ku vê deverê ber bi aramîyê û aştîyê ve bibe, û devê gelek doseyên germ bigire, her wesa bizav û tevgereke herêmî peyda dike û pêşbînî bi berzbûna cemserekî cîhanî nû dike. Di destpêkê de nêzîkbûna her du dewletên zilhêz yên Rûsî û Çînî û hevkarîya wan ya stiratîjîk ya bi dizî û ya bi şêweyekî fermî hêj nehatî ye ragehandin, daku Çînê bi rola xwe rabe ji bo dawîyê li şerê Rûsîya û Okrayîna bîne.

Çînê ristek ji rêkevtinên stiratîjîk bi Si’ûdîyê û Dewletên Encûmena Kendavî re girêda û di heman rêbazê de rê bi dewletên hermî jî da, wek navbijîya Umanî û Imaratî û ya Iraqî ku ev jî dikevin heman rêbaza guherbarîyên herêmî de û ev seredana Sûrî ji bo Si’ûdîyê bi rola vê guherbarîyê ku rola xwe lîst. Serbarî wan, hewildanên Rûsîyê ji bo cihbicihkirina nêzîkbûna Sûrîyê û Tirkîyê de  bi rêya seredana Esed ya Moskoyê û pêkanîna hevdîtina çarqolî ya di navbera her çar cîgirên werzîrên derveyî yên Rûsî, Tirkî, Îranî û Sûrî de ya ku tev astengîyan  hêj di qonaxa pêkanînê de ye, ew jî ji ber şert û mercên Rêjîma Sûrîyê ye ku daxwaza vekişîna Tirkîyê ji ser xaka Sûrîyê dike û daxwaza destberdana Tirkîyê ji piştevanîya birûbereyên Rikberîya Sûrîyê ya çekdar dike, û ev seredana Sûrîya ya fermî ji bo Si’ûdîyê di vê germ û gurîya guhêrbarîyên navdewletî û herêmî de hat, nemaze piştî karesata erdhejê ya ku li Tirkîyê  û Sûrîyê da û bervekirina mirovî ya navdewletî û herêmî li ser Sûrîyê û pêşkêşkirina alîkarîyan û zêdebûna balafirên hewargehandin û yarmetîdanê li balafirgeha Şamê û zêdebarî vê jî rakirina sizayan heta şeş mehan ji ser Sûrîyê, her wesa pêla tevgera Erebî ji bo Sûrîyê bilind bibû, û ji Emanê û ji Îmaratê destpê kir daku Beşar El – Esed careke din bête qebûlkirin û hewildanên vegerandina Sûrîyê ji bo Komkara Dewletên Erebî, û seredana wezîrê derveyî Urdinê, û amadebûna şanda parlenemtoya Sûrî di komcivîna parlementoyên Erebî de ya ku li Bexdadê li dar ket û paşê jî seredana wan ya Şamê, û seredana wezîrê derve yê Misrê Samih Şikrî ji bo Şamê, ev keşnasîya herêmî hemû bûn egera seredana Sûrîyê ji bo Cidayê, armanca vê seredanê weku hate ragehandin ji bo dîtina çareserîyeke siyasî ji kêşeya Sûrîyê re ye, û parêzîya yekparçbûna xaka Sûrîyê ye, û rêvekirina li ber vegerîna penahberên Sûrîyê, hêsankirina rê li ber gehandina alîkarêyan ji bo deverên ziyandîtî, her wesa jî seredana Wezîrê derve yê Sûrîyê El – Miqdad berî lidarxistina civîna Dewletên Hevkarîyê ya roja înê rêkevtî 14ê Gulanê li parêzgeha Cidayê  tê, ji bo gotûbêjkirina vegera Sûrîyê li Komkara Dewletên Erebî, û bi beşdarîya Misrê, Urdinê û Iraqê jî, û xuya dike ku peywendîyên li ser asta konsolxane di navbera her du alîyan de vegerîyane  yan jî hêj li Şamê û Riyadê di asta amadebûnê de ne, ev nêzîkbûn li jêr sîbera rêkevtina Si’ûdîyê û Îranê de der dikeve holê, û hewildanên Tirkîyê ji bo bervekirina ber bi Şamê ve, weku me amaje pêkir.

Her wesa jî behsa vexwendina Serokê Sûrîyê ji bo amadebûna lûtkeya Erebî tê kirin, ew lûtkeya pêgotî li Riyadê di meha Gulana bê de, dê were lidarxistin, ya têbîn ku piranîya dewletên Erebî, ji bilî Qeterê, li vegerandina peywendîyên bi Sûrîyê ya li jêr sîbera Beşar El – Esed digerin, Qeterê ya ragehand ku helwesta wê nehatî ye guhertin, ew jî merckirî ye bi yekraya Erebî  her wesa merckirî ye bi cihkirina guherînên rastîn li ser xaka Sûrîyê û her helwesta Mexribê û Kiwêtê jî li gora helwesta Qeterê ye û li hevkirî ye, û bi helwesta Emerîkî û Dewletên Ewropî re jî guncav e, ya ku venûkirin û rahênana bi Rêjîma Sûrîyê re red dike, ew jî bi merca ku biryara navneteweyî 2254 neyê cihbicihkirin, daku sînorek ji kirîza Sûrîyê re bête danîn. Dibe ku helwesta Mexribê û Cezayîrê ji piştgirîya Rîjîma Sûrîyê re vedigere ku li alîyê Enîya Polîsarîyo radiweste, ya ku doza çarenivîsa xwe di parçeya beyabanê (sehrayê) de dike, lê dewleta Kiwêtê ji ber sedema rewş û doxên navxweyî û aborî agehdar e, û ew jî bi dora xwe li benda yekraya Erebî û herêmî, û dibe ku navdewletî be jî, Kiwêtê bi xwe jî nema xemxurê pirs û arîşeyên Erebî ye, û nemaze piştî ku nehamet ji destê Ereban dî û bi taybet dema Sedam hêrîş bire ser û dagîr kir, û paşê rizgarkirina wê ji alîyê Hevpeymana Navdewletî ya bi serkirdayetîya Emerîkayê bibû.

Çi karûbar derbarî rewşa Sûrîyê dibe bila bibe, heta bi vegera wê ji bo Komkara dewletên Erebî, û hetanî ku vedûrkirin û vedûrxistina Erebî li ser bê şikestin, vêca tekezkirî  Rêjîma Sûrîyê bi ser xwe ve nayê, û venagere sala 2011 berî pêberbûna kirîza Sûrîyê, Rûsîya li perê deryayê ye û li Rojavayê Sûrîyê ye, û Îran li hemû bajarên Sûrîyê balvbûye û têperkirîye û bingeh û pagehên wê yên leşkerî û birûbereyên wê li Dêra Zorê û Ebû – Elkemalê berbelav in, û rojane tûşî êrîşên Îsraîlê dibe, vêca  karlêkirina Sûrîyê di rewşeke zor û zehmet de ye, li benda lihevkirineke rastîn ku bi biryara navdewletî û navneteweyî ya 2254 li hevkirî be, maye. Ew hêrîşên Îranî li ser hindek pêgeh û bingehên Emerîkî ku rûdidin, demikî ne, ne tiştik in, ji bilî paqijkirina hetikbûna xwe dike, û tu carî ber nagirin, her weku berîya çend rojan firokeyên bêpîlot yên Tirkîyê hêrîş birin ser balafirgeha Silêmanîyê, ku Ceneral Mezlûm Ebidê yê hevrê di gel Hêzên Hevpeymana Navdewletî de ew nîşangirtî bû, ev bûyer jî dikeve rêbaza bangeşeya helbijartinîyê de ji bo Erdogan serkevtinekê bidest xwe ve bîne. Ji alîyekî din ve gelê Sûrîyê û pêkhatêyên wê çi bi dest xistin û çi pêk anîn, ew gelê ku bi sedhezaran ji qurbanîyan danîn, û bi milyonan ji penaberan li Ewropa, Tirkîyê, Libnanê û dewletên din yê hawîrdor, û çi ji bo xaka wî ya hate dagîrkirin û ya ku tûşî guherîna dîmografî, çandî û mirovî bû, li Idlibê, Efrînê, Bakurê Helebê, Girê spî, û Serê Kanîyê û ji bilî wan, paşê çi ji bo Rojhelatê Feratê, û Rêveberîya Xweser ya Demoqratîk li Bakur û Rojhelatê Sûrîyê, ka ew ji van guherînên ku li ser asta herêmî û navdewletî rûdidin li kû ye? Divê ew diplomasîya Kurdî li ser asta navxweyî, herêmî, navdewletî xurt û qewîn bike û livê bixe nav kolana Erebî û ya navdewletî de, û divê wan peywendîyan bi erênî têperîne û kartên di nav destan de ji bo pêkanîna armancên niştimanî ji hemû pêkhateyan re li Bakur – Rojhelatê Sûrîyê cîbicî bike.

زر الذهاب إلى الأعلى