ANALÎZ

Gelo lihevkirina navneteweyî û herêmî, dikare gav bi gav aloziya Sûriyê çareser bike?

Di vê rewşa ku tu pêşketin di rêya danûstandinan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de tune ye, şandeyê navneteweyî ji bo Sûriyê Bîdirson di gotûbêja  xwe ya dawî bi Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re pêşinyar kir ku gerek e ev qonaxa aramiya leşkerî were bikaranîn û şêwir û hevdîtin di navbera dewletên xwedî bandor de werin lidarxistin, da ku rêkarên avakirina baweriyê werin encamdan û rê li ber çareseriya siyasî were vekirin. Lê li gorî ku xuya ye ev pênşinyara han dê tu pêşketinê pêk neyîne. Dibe ku ya baş li şûna ew dewlet werin handan da ku destpêkê li ser yek dosyeyê lev bikin. Dibe ku bi vî awayî pirsgirêk hêdî hêdî çareser bibe.

Aramiyeke demkî

Ji destpêka aloziya Sûriyê di sala 2011 de, tûşî rêze qeyranan hatiye. Rûbirûbûyên tê de jî li ser hejmarek eniyan parve bû (operasyonên leşkerî di navbera rêjîm û opozisyona çekdar, rûbirûbûyên di navbera NATO û Daişê de, rûbirûbûyên di navbera Tirkiye û kurdan de, her wiha êrîşên Israîlê bi ser hin cihên leşkerî yên îranî û sûrî de). Gelek hêzên navneteweyî û herêmî jî destwerdan di vê aloziyê de kir. Vê jî hişt Sûriye bibe meydan ji bo gelek ajan û berjewendiyên nakokdar. Piştî 10 salan ji rûbirûbûyan, nexşeya hêzan li Sûriyê hat guhertin. Niha jî rêjîmê % 70 ji erdnîgariya Sûriyê desteser kiriye û ya mayî jî di navbera Tirkiye, kurd, Amerîka, opozisyona çekdar û rêxistinên terorîst de belav e.

Tevî rûbirûbûyên ku vê dawiyê li başûrê rojava û bakurê rojavayê Sûriyê qewimîn jî, mirov dikare bibêje ji dema rêkeftina girêdayî rewşa Idlibê  di navbera Rûsiya û Tirkiye de di avdara 2020an hatiye îmzekirin, eniyên cûr bi cûr di rewşeke hedariya demkî û kêmbûna rageşiya leşkerî de ne. Hin analîz dibînin ku rewşa aramiya heyî, encama levkirin û razîbûna aliyên bibandor di kirîza Sûriyê de ye, nexasim piştî ku hinke armancên xwe pêk anîne; rêjîma Sûriyê bi vegerandina rûberên erdê ji destê komên çekdar razî ye; jixwe pêwîst e lêçûnên aborî û leşkerî  yên hewildana vegerandina rûberine din di ber çavan re werin giritin. Her wiha Rûsiya û Îranê jî di babeta parastina wan a ji rêjîmê re û çesipandina serwerî û berjewendiyên xwe li Sûriyê, razî ne. Tirkiye jî naxwaze rûbirûbûyên nû li bakurê Sûriyê rû bidin da ku pêlên nû yên penaberan ber bi xaka wê ve neçin. Israîl jî di navbera dem û demekê de êrîşan diavêje ser hin herêmên ku li gorî wê ew cihê hebûna Îranê ne. Armanca wê jî pûçkirina hêza leşkerî ya îranî li Sûriyê ye ku dibe rojekê li dijî Israîlê bikar bîne.

Tevî ku gelek alî dibînin ku rewş di vê dema bê de, dê wiha bimîne û tu guhertin tê de çênebe. Lê li gorî pêşbîniyên pisporan, mirov nikare xwe bispêre vê levkirina lawaz û demkî. Kirîza Sûriyê aloz e û bi hejmarek dosyeyên din ên herêmî re hatiye girêdan. Di encamê de pêşbîniya rûdana aradinek an bûyarekê  ku bihêle rewş gur bibe û dijberî li ser asteke berfereh rû bide, gengaz e. Ji ber wê jî, vê dema aramiya demkî gelek alî handan kirin da ku pêşinyarên xwe yên kêmkirina nakokiyan di helwestên hêzên herêmî û navneteweyî de, pêşkêş bikin û dozê ji wan bikin da ku siyaseteke levkirinê bigirin ser xwe da ku trajediya mirovî ya gelê Sûriyê bi dawî bikin.

Pêşinyareke navneteweyî:

Pêkanîna biryara Encumena ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî /hejmar: 2254/ a ku di sala 2015an de derketiye û daxuyaniya Cinêvê, cewherê karê şandeyê navneteweyî ye. Ew jî bi rêya hêsankirina çareseriya siyasî ya sûrî- sûrî. Di biryarnameyê de tê xwestin ku ji bo pêvajoya veguheztina siyasî demnameyek were saz kirin û pergalek ne mezhebî were damezrandin, da ku destûra nû were dariştin û piştî wê hilbijartinên azad û destpak ku hemû sûriyan (li derve û hundir) bihewîne û di bin çavdêriya NY de werin çêkirin. Lê belê NY nikarîbû tu pêşketinê di vê der barê  de di dema borî de pêk bîne û ji ber wê helwesta siyasî di cihê xwe de rwstiya. Ne tenê wisa, lê belê komîteya ku ji bo dariştina destûrê hatibû amadekirin ku ji 150 nûnerên rêjîm, opozisyon û civaka sivîl pêk dihat, piştî 5 civînan tu encameke berbiçav  bi dest nexistin. Tevî hewildanên şandeyê navneteweyî ji bo razîkirina wan aliyan da ku civîneke şeşem ji bo destûrê li dar bixin jî, piraniya çavdêran dibînin ku dê tu pêşketin pêk neyê, çimkî her aliyek yê din tewanbar dike û ji ber ku cudahî di navbera nerînên Rûsiya û dewletên rojavayî de heye. Ji ber wê jî NY dibîne ku ew nikare bi erkê xwe rabe, çimkî nakokî di navbera berjewendiyên dewletên bibandor di dosyeyê de heye.

Li gorî tiştên me anî ziman û ji ber ku serkeftina pêvajoya siyasî û pêkanîna biryara 2254 girêdayî levkirina hêzên herêmî û navneteweyî yên bibandor li Sûriyê ne, Bîdirson di gotina xwe ya dawî  bi NY re di 25ê tîrmeha 2021ê de, pêşinyar kir ku gerek e aliyên bibandor li Sûriyê ji bo şêwrê(Exploratory Discussions) werin vexwendin. Dibe ku bi rêya wê li ser komek gavên pilepile were levkirin ku jiyana sûriyan baştir bikin û ewlekariya herêmî pêk bînin. Li gorî wan dibe ku ev gavên han, rê li ber diyalogên siyasî vekin ku ew jî levkirineke giştî û giştî pêk bîne.

 

Astengiyên heyî:

Em dikarin bibêjin ku pêşniyara şandiyê navneteweyî, eger ji aliyê dîtaneyî ve durist be û bi rêkarên avakirina baweriyê ya ji bo çareserkirina hevrikiyan, lihevkirî be jî, lê belê di Sûriyê de; ji ber xwezaya nakokiyên di navbera dewletên xwedî bandor de û nepêkanîna çareserkirina wan bi rêya avakirina baweriyê, dê ti pêşketinan çêneke. Mînak, ta niha hîn jî ti nêrînek di navbera dewletên xwedî bandor ên di Sûriyê de der barê siberoja Idlibê de tune ye, her wiha ji mafê  rêjîmê ye vegerandina wê yan jî şerê komên terorîst ên di nava wê de. Her weha tu lihevkirin li ser pêşeroja komên çekdar ên cihêreng ên ku di hundirê wê de wekî  deverek ewledar kom bûne, nîne; di nava wan de jî “Heyet Tehrîr el_Şam” ku girêdayî rêxistina el_Qaidê bû û ji aliyê Encumena Ewlekariyê, Amerîka, Rûsiya û Tirkiyê ve mîna komeke terorîst tê dîtin. Lê belê di hin nivîsaran de diyar bû ku bang li rêveberiya Amerîkayê hat kirin ku rêzkirina “Heyet Tehrîr El_Şam” a mîna komeke terorîst, ji nû ve ber çavan derbas bike û bi mercin diyarkirî ji aliyê siyasî ve bipejirîne; da ku ji hebûna wê ya di Idlibê de sûdê bigirin. Ên ku propagandayê ji vê yekê re dikin wiha lê dinêrin ku; piştî vê komê hin lêvegerên hundirîn di nava xwe de çêkirin ji wê girêdana îdolojî ya bi ramanên Selefî dûr ket û jinûve rêzkirina wê dê pêşkêşkirina alîkariyê ji niştecihên Idlibê re yên ku di nava aloziyeke mirovî de dijîn, hêsan bike û şerê çekdarî rawestîne. Her wiha dê guftûgoyên siyasî yên der barê siberoja bajêr de bi vê rêxistinê re, hêsan bike. Bê guman ev rêkar eger pêk hat,  dê danûstandina bi rêxistinê re, biguherîne. Her wiha dê Tikiye ya ku “Heyet Tehrîr El_Şam” weke komeke terorîst dibîne – dê hemû hewldanên rêjîmê yên ji bo vegrandina Idlibê ku dê di encama wê pêlên koçberiyê çêbibin û komên terorîst belavî dewletên din bibin, nepejirîne.

Li dosyaya Idlibê hin dosyayên din jî zêde dibin, mîna siberoja hêzên parastinê yên Kurdî û rewşa Kurdan a li bakurê Sûriyê, her wiha siberoja hebûna hêzên Tirkî, rola Amerîkayê di Sûriyê de, bandora hebûna leşkerî ya Îranê li ser Israîlê, kêrhatina sezayên aborî li ser Sûriyê, siberoja rêjîma Sûriyê û mayîna Beşar el_-Esed li ser desthilatdariyê, girêbestên jinûve-avakirinê û gelek dosyayên din ên binakok.

Her wiha nakokî ne tenê di navbera dewletên alîgir û rikberê rêjîma Sûriyê de ne, lê belê nakokî di navbera dewletên di heman çeperê de ne jî heye. Hin rapor behsa nakokiyên di navbera Rûsiya û Îranê de dikin, mîna nakokiyên li ser girêbestên vekolîna dewlemendiyên xwezayî, girêbestên aborî, rola wan di saziyan de û herêmên di bin desthiatiya wan de, her wiha nakokiyên ji ber hebûna hêzên Îranê li ser sînorên bi Israîlê re, mîna Qunêtira û Deraa.

Li gorî tiştên hatî zimên, em dikarin bibêjin ku hêzên navdewletî û herêmî nikarin rêkarên avakirina baweriyê ku hemû aliyên aloziyê razî bikin, pêk bînin. Her wiha bêsûd e ku ev dem di guftûgoyên bêencam ji ber xwezaya dozan de, winda bibe.

Pêşniyareke alternatîv:

Hin lêkoleran wiha diyar kirin ku çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya guftûgoya yekser a di navbera Amerîka – Rûsiyayê de ku tê de gelek dosyayên deverên cihêreng werin gotûbêjkirin, pêk tê. Divê ku çareseriya alzoiya Sûriyê di çarçoveya girêbesteke giştî ya di navbera her du hêzên mezin li ser herêmên desthilatdariyê de be.

Ji ber ku pêkanîna vê senaryoyê zehmet e û beriya wê jî zemîn jê re çênebûye, dikarin li hin alternatîvên din bigerin, mîna vexwendina aliyên bibandor, nemaze Amerîka û Rûsiya ku di qonaxa bê de tenê dosyayekê guftûgo bikin; dibe ku dosyaya Idlib û siberoja komên çekdar ên tê de be, eger ew çareser bibie dê doysyayên din hêdî hêdî çareser bibin.

Bê guman lihevkirina navneteweyî ya li ser vê dosyayê, dê herêmê ji gelek astengiyan dûr bixe. Her wiha dê senyaroya vegerandina rêjîma Sûriyê ji Idlibê re ya bi rêya bikaranîna hêza leşkerî û di bin sîwana biryara encumena ewlekariyê ya ku rê dide dewletan ku şerê terorê bikin û “Heyet Tehrîr El_Şam” terorîst dibîne, dûr bixe. Li beramberî vê jî, dê lihevkirina navdewletî ya li ser Idlibê, rêjîmê han bide ku gavin erênî di warê siyasî de bavêje, di encamê de dê dosyayên din ên mîna sizayên aborî, jinûve-avakirin û her wekî din, hêdî hêdî çareser bibin.

Heyanî dema ku pêşketin di vê dosyayê de çêbibe, tişta herî zêde ku dikarin pêk bînin, parastina vê aramiya niha heyî û nehiştina bilinbûna asta pevçûnan e. Her wiha ji bo avêtina hin gavin din ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re, vê demê bi kar bînin.

Casir El_Şahid

https://acpss.ahram.org.eg/News/17257.aspx

زر الذهاب إلى الأعلى