ANALÎZ

Armanca Tirkîyê ji qonaxa ji nû ve sazkirina bakurê Sûrîyê

 

Bûyerên li Sûrîyê di astên curbecur de bileztir dibin û hebûna guhertinên siyasî ku dikarin taybetîyên nû yên kirîza Sûrîyê derxînin holê û çarenûsa Sûrîyê weke dewlet dîyar bikin, nîşan didin. Heke em çavekî li rewş û pêşketinên ku niha rûdidin binerin, em ê bêhtir dîmenê bi zelalî bibînin. Nemaze ku em gavên bilez ên vê dawîyê li bakurê Sûrîyê bişopînin, em ê bibînin ku mîna ku Tirkîyê tiştekî ku ji dest daye, yan guhertinan hîs dike, yan jî ji hebûna planeke navdewletî ya nû li Sûrîyê agahdar e, dixwaze her çirkeyeke dema xwe ji bo bidestxistina armancên xwe li Sûrîyê bi kar bîne yan jî xwe ferz bike û ji qonaxa bê re, xwe amade dike. Ji bo naskirina rastîya tevgerên dawîn ên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, mîna ferzkirina zimanê tirkî, dan û standina bi lîreya tirkî, guhertina navên gund, bajar û bajarokan ku navên tirkî li wan dike, li kêleka wê jî rêveberê sivîl ji bo hemû herêmên dagirkirî erkdar kir, pêwîst e em hin pêşketinên heyî yên li qada Sûrîyê bi giştî û şîroveya Tirkîyê ya van pêşketinan, zelal bikin. Li başûrê Sûrîyê, bi taybetî parêzgeha Suweydayê, ev nêzîkî du hefteyan e, tevger û xwenîşandanên berfireh ên gelêrî hene, ku bi eşkere daxwaza rûxandina rêjîma Esed dikin. Van xwenîşandanan xwîneke nû avêt nav damarên gelê Sûrîyê yê ku dixwaze ji vê qeyranê rizgar bibe, ku destpêkê şoreş bû û piştî derketina îslama sîyasî û destwerdanên derve, ji bo hêzên herêmî û navneteweyî di nav wan de pirojeya Tirkîya exwanî, bû proje. Wate, rikberîya Sûrîyê ji alîyê hêzên cuda ve hatin parvekirin. Tirkîyê opozisyona Sûrîyê hembêz kir û ew li gorî projeya xwe ya ixwanî û Osmanî ava kir, ku tê de selefî û ixwanan serwerîya platformên sîyasî û leşkerî kir û hêzên demokrat û laîk dane alî, da ku opozîsyon li derdora rêxistina bi navê Koalisyona Niştimanî ya Sûrîyê; wek enîyeke sîyasî û Artêşa Niştimanî ya ku ji dehan alîyên îslamî pêk tê, wek enîyeke leşkerî kom bibe û armancên xwe ji rûxandina rêjîmê ber bi dijminatîya gelê kurd, kêmîne û mezhebên ne sunî ve, guhartin. Bûne çete li cem Tirkîyê ji bo şerê li dij kurdan û têkbirina tecrubeya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Rojhilatê Sûrîyê) û tirkkirina hemû bakur û bakur-rojhilatê Sûrîyê ji bo pêkanîna projeya Tirkîyê di cîbicîkirina peymana Millî de ku daxwaza dagirkirina hemû Bakur û bakurê rojhilatê Sûrîyê heta Mûsil û Kerkûkê li Iraqê û başûrê Kurdistanê dike. Tevgera nû ya ku li Suweydayê derketîye holê û bi şopandina dirûşmên wê, daxwaza kêmnetewe û mezhebên olî yên ne-sunî ji bo Sûrîyeke nû û nenavendî nîşan dide. Piştî ku dîtin ku pir zehmet e ku bawerî bi wan were, çi bi opozisyona ixwanî selefî ya tirkî û çi jî bi sîstemeke navendî ku bûye sedema bobelata ku tê serê gelê Sûrîyê bi giştî. Ev xwesteka wan a ji bo nenavendîbûnê, hevaheng e bi projeya demokratîk a bakurê rojhilatê Sûrîyê re, ku bi çalakîya xwe ya di salên kirîza Sûrîyê de piştrast kirîye ku ew projeya herî guncaw e ji bo Sûrîyeya paşerojê û pêkanîna herî guncaw û bibandor li ser erdê ye. Dema ku tevgera Suweydayê rikberîya ixwanî ya ser bi Tirkîyê ve red dike, ev yek nîşan dide ku rastîya nijadperest ya opozisyonê eşkere bûye; rastîya îdeolojîya wan ku her etnîk, ol, mezheb û fikra ne li gor wan pûç dike. Vê rikberîyê nekarî xwe weke rikberîyeke niştimanî diyar bike. Kiryarên wan di salên borî de û dagîrkirina Efrîn, Serê kanîyê, Girê Spî, Cerablus, El-Bab û herêmên din û kiryarên wan yên rojane li dij gelê kurd û pêkhateyên li herêmên bin kontrola wan û dizî ku dikin û pêkanîna guhertina demografîk ya bizanebûn, ev hemû wê yekê tekez dikin ku ew li cem sultanê tirk Erdogan ji bo pêkanîna peymana wî ya milî, tenê leşkerên înkîşarî ne. Dibe ku berdewamîya tevgera nû li gel hebûna pirojeya demokratîk li bakur-rojhilatê Sûrîyê, bibe sedema pêkhatina rikberîyeke niştimanî ya rasteqîn ku rê li ixwan û çeteyên Tirkîyê bigire û rola wan di nîgarkirina siberoja Sûrîyê de ji wan bistîne. Eger em bi çavê komplogerîyê li tevgera gelêrî a Suweydayê binerin, yan em wiha texmîn bikin ku berî niha plana wê hatîye danîn, em dûr nabînin ku xwestekeke wiha li cem rêjîmê bi xwe jî heye; ji bo ku rê ji bo avakirina rêveberîyeke xweser li berava Sûrîyê xweş bike; bi rêya tevgera Sûweydayê û daxwazên wan ji bo nenavendîbûnê û hebûna Rêveberîya Xweser jî, ku her tim bi rêjîmê re li ser nenavendîkirinê danûstandinan dike, ji ber ku rêjîm kete wê ferqê ku Sûrîye venegere rewşa berê.

Liv û tevgerên Amerîkayê zêde dibin

Her wiha di nava pêşketinên di qada Sûrîyê de, zêdebûna tevgera leşkerî û sîyasî ya Amerîkayê li Sûrîyê heye. Çimkî serdana Wezîrê Berevanîyê yê berê yê Amerîkayê Christopher Miller di 20ê Tebaxa 2023yan de ji bo herêmên Rêveberîya Xweser, hevdîtina wî li gel hêzên leşkerî û serkirdeyên sivîl, û bangewazîya ji wir ji bo piştgirîya Rêveberîya Sivîl û Hêzên Sûrîya Demokratîk, weke garantîyek ji bo jinavbirina terorê li herêmê, şandeke din ya Amerîkî bi serokatîya General Michael Eric Korella di 23-8-2023 de serdana Bakurê Rojhilatê Sûrîyê kiribû, di wê seredanê de piştrast kir ku wî bi “HSD”ê re hevdîtin kirîye û kampanyaya li dijî DAIŞê û hewlên alîkarîyên mirovî li herêmê gotûbêj kirine. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev serdan di vê heyama zêdekirina tohmetbarkirinên dualî yên Rûsî û Amerîkî de li ser wê yekê ku hêzên wan didin ber hev û komkirina leşkeran li deverên Dêrezorê ji hêla Hevpeymanîya Navdewletî ji alîyekî ve û Îran û hevalbendên wê ji alîyê din ve, li kêleka wê serdaneke din ya Amerîkî di vê heyamê de ji alîyê endamên kongresa Amerîkî ve bo Bakurê Sûrîyê bi rêya Tirkîyê û nûçeyên hevdîtinên Amerîka-Tirkîyê derbarê pêşketinên li herêmê, Sûrîyê û şerê Ukraynayê de; ev hemû bi tenê serdanên rûtînî ji bo vekolandina mijarên rûtînî nayên hesibandin, lê belê nîşana zêdebûna giringîdana Amerîkayê bi herêmê û nîşana zelalbûna nêrîna Amerîkî derbarê Rojhilata Navîn û Sûrîyê de ye. Di 4ê Adara 2023yan de Serokê erkana amreîkî, General Mark Milley, piştî serdanekê bo Bakurê Rojhilatê Sûrîyê got ku bicihkirina hêzên wan li Sûrîyê ji bo şerê “Dewleta Îslamî” (DAIŞ) hîn jî pêwîst e. Piştî civîna çaralî di navbera Moskow, Tehran, Şam û Enqerê de li Moskoyê di 10-3-2023 de ku di navbera van paytextan de li ser pêwîstîya derxistina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê, nêrînek hevbeş hate ava kirin. Bersiva Amerîka ew bû ku piştgirîya leşkerî ji Bakurê Rojhilatê Sûrîyê re zêdetir kir û baregehên xwe li wir bi hêz kirin. Li kêleka wê jî Amerîkayê ragihand ku wê keştîyek binavokî ya bimoşek ku li ser enerjîya nûkler dixebite şandîye Rojhilata Navîn, ji bo hêza xwe ya deryayî li herêmê bi hêz bike, ew jî ji ber zêdebûna alozîyan bi Îranê re. Li gor nûçeya rojnameya El-Şerq El-Ewset ku roja 4-8-2023 ev nûçe belav kirîye, Fermandarîya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Behreynê ragihandîye ku gemîya binavûdeng ya “USS Florida” ku dikare heta 154 moşekên “Tomahawk”ê hilgire, ji Deryaya Spî, Kanala Siwêsê, derbas kirîye û dê bi Fîloya (koma keştîyan) Pêncemîn re bixebite da ku ewlehî û aramîya deryayî li herêmê misoger bikin, ev jî li gor Ajansa Bloombergê ya Nûçeyan. Di heman demê de, ev bihêzkirin, di alîyekî girîng de, bersiva hewlên Rûsyayê bûn ji bo serkêşîya hevpeymanîya dij-Amerîkî li Sûrîyê, û ew nerîn ku dibêje tu vekişîna Amerîka ya nêzîk ji herêmê nîne bihêztir kir, lê belê hebûna xwe bi hêz dike, ji ber girîngîya Rojhilata Navîn wek çavkanîyeke enerjîyê û zehmet e ku Amerîkî dev ji wê berdin. Lewra nîşanên wê yekê amaje didin ku Amerîka cardin herêmê ji nû ve saz dike, di nav de jî helwestên di navbera wê û Tirkîyê de li gor stratejîya Amerîkayê û ne li gor daxwazên Tirkîyê. Dibe ku wê ji Moskoyê dûr bixe û piştgirîya helwestên wê yên li Bakurê Sûrîyê di mijara vegerandina penaberan de bo herêmên ku dagîr kiribûn, bike. Dixuye ku tevgerên Tirkîyê yên dawîn li Bakurê Sûrîyê her wekî erkdarkirina rêveberekî ji bo hemû herêmên dagîrkirî, ji nû ve avakirina rêxistina bi navê Artêşa Niştimanî û çavdêrîya rasterast a Tirkîyê li ser wan herêman di çarçoveya têgihîştina Amerîka û Tirkîyê de bin.

Sûrî berev parçebûna hundirîn diçe û her alîyek devera hebûna xwe bi hêz dike

Hêzên navdewletî û herêmî yên ku destwerdan di kirîza Sûrîyê de kirin – her yek li gorî ajande û berjewendîyên xwe yên stratejîk – û di encama cudabûna van berjewendîyan de, Sûrî di pratîkê de li gorî ajandeyên van welatan û li gorî hêzên herêmî yên Sûrîyê, hate dabeşkirin. Hêzên hundirîn di encamê de dîtin ku li gorî armanc û mebestên wan li Sûrîyê bi wan welatan re lihevkirinek heye. Lewra armanca hevbeş ya di navbera Tirkîyê û rêxistina -ku jê re digotin opozisyona Sûrîyê- de, ku Tirkîyê ew rêxistin hembêz kir, rûxandina rêjîmê bû û avakirina dewleteke ixwanî sunnî li Sûrîyê bû.

Ji ber ku Tirkîyê nekarî Rêjîmê birûxîne, û ji ber tirsa wê ji bilindbûna neteweya kurd, armanca wê û rikberîya wê ya Sûrîyê veguherî şerê li dij kurdan û dagirkirina herêmên wan yên bakur û bakurê rojhilatî. Bi êrîşên Tirkîyê yên li Sûrîyê di salên 2016, 2018 û 2019an de, vê opozisyona Tirko-Sûrî karîbû navçeyên berfireh ji Bakurê Sûrîyê, ku piranîya wan herêmên kurdan in, dagîr bike û ji bo armancan, Tirkîyê dest bi eşkerekirina rastîya xwe ya kolonyal kir. Tirkîyê hewl da wan deveran di warê leşkerî, rêveberî û çandî de ji nû ve saz bike da ku misoger be, ku heke nikarîbû wan bi ser Tirkîyê ve bike jî, lê di milê hizirî û çandî de pê ve girêdayî bin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk ku di sala 2015an de weke hêzeke leşkerî ya niştimanî ya yekgirtî ji bo hemû gelê Sûrîyê hate avakirin, ereb, kurd, suryan û hemû pêkhateyên din li hev kom kirin. Hevbendîya Hêzên Kurdî (Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin), Koalîsyona Erebî ya Sûrîyeyê, Artêşa Şoreşgeran, Odeya Operasyonên Volkana Firatê, Hêzên Senadîdan, Koma Tûgayên El-Cezîre û Meclîsa Leşkerî ya Saryanî lihevhatin û hevahengîya armancên xwe bi Hevpeymana Navdewletî re ji bo şerê li dij DAIŞ’ê dît; bi taybetî piştî şerê Kobanî di sala 2014an de, û her du alîyan hewl da ku DAIŞê ji herêmê biqewirînin. Van hêzan karîbû herêmên berfireh ji parêzgehên Hesekê, Reqa, Dêrezor û hin beşên Helebê rizgar bike, û li gor peymaneke civakî ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike, Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava bike. Herêma ku îro tevî dijberîya Tirkîyê bi piştgirîyeke mezin ji civaka navdewletî li ser pêyan e, û dê bibe qada bandora Amerîka û dewletên rojavayî.

Ji bilî van her du herêman, bi îhtîmaleke mezin têgihiştinên Rûsî-Amerîkî yên derbarê Sûrîyê de hene ji bo avakirina rêveberîyên nû, di nav de Rêveberîya Xweser li başûrê Sûrîyê (Suweyda), bi taybetî wek pêkhateya durzî ku xwe di nav jîngeheke tundrew a sunî de dibîne ku kesên din qebûl nake û dibe ku beşek ji projeya Amerîkî be, ku wê û herêma Al-Tenef bike yek heta bigihe deverên Rêvberîya Xweser. Li kêleka wê jî avakirina rêveberîyeke xweser li berava Sûrîyê ji bo parastina pêkhateya elewî, ji ber ku rejîma niha rengê wan hildigire, ev pêkhate li ber metrisîya tundrewîya Sunî ye; bi taybetî ji îslama sîyasî ya tundrew, wek ixwanan. Ev dever dê bibe herêmeke di bin bandora Rûsyayê ya demdirêj de. Şam dê wek paytexta dewleta Sûrîyê ya nenavendî bimîne, û dê herêmên din ên Sûrîyê, ku dê bibin herêmên bin bandora Îranê girêdayî wê bin.

Lewma dema me anî ziman: Tevgerên Tirkîyê yên bilez li bakurê Sûrîyê; lezkirina wê di guhertina demografîk de, tunekirina hebûna kurdan li wan deveran û tirkkirina her tiştî li wan deveran, ev hemû kiryar ji bo paşeroja parçekirina Sûrîyê û ferzkirina herêmeke girêdayî Tirkiyê li bakurê Sûrîyê ne.

زر الذهاب إلى الأعلى