ANALÎZ

TIRKÎ, JI SERKÊŞA CÎHANA ISLAMÎ BER BI DÛVIKA CÎHANA ROJAVAYÎ VE

Imperatorîya osmanî, piştî hilweşandina wê li ser destê cîhana rojavayî ya xiristiyan ku piştî bidawîbûna şerê cîhanî yê yekem pêk hat, wek nûnera fermî ya dawî bo xilafeta Islamê tê dîtin. Lê belê Tirkîya nûjen ku piştî peymana Lozanê hat damezirandin, ne weke mîratgirekê, lê belê wek dewleteke ku ji bin kirasê osmanî vejîn bûye, dikare were dîtin. Ew jî weke ev qas dewletên herêmê ye ku piştî hilweşandina imperatorîya ku bêtirî pêncsed salî dom kir, hatine damezirandin e. Temenê rastî yê avabûna dewlet-neteweyê bi vê teşeya xwe ya niha, ji sedsalekê derbas nake, heke derbas bike jî, ne bi gelekî ye. Dewlet-neteweya ku di serî de kurd û piştre jî filestînî jê mehrûm man, piştî vedizîn û eşkerekirina nexşeya Rojhilata Navîna Nû ku piştî hilweşandina Beisa iraqî û têkbirina serokê wê Sedam Hisên di destpêka vê sedsalê de, an ku nîsana 2003’an pêk hat, wiha ji cîhanê re hat xuyakirin ku wek xelatekê ji bo bêdengkirina wan e û bi dest xwe re dê dewletin nû û di warê aborî û siyasî de lawaz, ava bikin. An jî wek hinek li gor kêfa dilê xwe ji bo demeke dirêj dibêjin; dibe ku avakirina Kurdistanê destpêka avakirina Israîla mezin di herêmê de be.

Bi hilweşandina yekîtîya Soviyetê sala 1990’î re, Amerîkayê rêya xwe dît ku êdî cîhanê bi rê ve bibe. Ev yek bû destpêka siyaseta yekalî. Êdî qada Rojhilata Jorîn, Navîn û Jêrîn bû qada wan a sereke ku tê de alozîyan pêk bînin û li gor dilê xwe wê bi rê ve bibin, da ku bigihêjin encamên li gor siyasetên xwe yên stratejîk. Ev yek pir bi zelalî di bûyerên îlona 2011’an de li Amerîkayê eşkere bû gava her du bircên avahîya bazirganîya cîhanî hatin ruxandin. Êdî ev yek bû çirûska destpêkê ya şerê li dijî terorê (li gor ku ew bi nav dikin) û avakirina dijiman ji xwe re, her wiha ji bo ku li gor wê jî şerê wan bikin. Piştî bidawîkirina Yekîtîya Soviyetê diviyabû ku dijminek were avakirin da ku di destwerdanên leşkerî de ji wan re bibe bihane. Her wiha ji bo ku di navbera îdolojîyên ku ji Yekîtîya Soviyetê heyanî Çîn û Koriyaya Bakur de, veqetînin, bi Islama sinî li Afganistanê, Islama Şîî li Îranê û Hindosî jî li Hindistanê ev yek bi encam bû. Şerê Afganistanê sala 2001’ê dest pê kir û Partîya AKP’ê sala 2002’an anîn li ser desthilata Tirkîyê; da ku di Islamê de hevsengîyek çêbibe û dabeşî cureyan bikin, her wiha bi gelek navên siyasî werin binavkirin, mîna yên tundrew û yên pir tundrew, Islama nerm, Islama nesiyasî û gelek navên din ku di civaka Islamî ya sivîl de parçebûnê zêdetir dikin. Li kêleka wê jî bi hevkarîya xeta erebî ya netewperest, rewşeke dijberî Islama tundrew a ku Îran nûnerîya wê dike, bidin avakirin. Pêşketinên ku li Tirkîyê piştî hatina AKP, anku anîna AKP li ser desthilatê, pêk hatin, planeke stratejîk a birêvebirina herêmê û rêgirtina li ser belavbûna rûsî (ku xwe wek berdewamîya Soviyêta berê dibîne) ya ku nû li herêmê pêş ketiye, di nava xwe de dihewînin.

Rêzdar Ebdullah Ocalan der barê xwendina xwe ya analîzekirina binyada komara Tirkîyê ya nû û hatina AKP li ser desthilatê de, wiha tîne zimên: “AKP’ya ku li ser destê sêgoşeya Amerîka-Ingilîzistan-Israîlê, ji bo xizmetê ji vê sêgoşeyê re di Rojhilata Navîn de bike, hatiye avakirin; doza mezinkirina para xwe ya li beramber vê hegemonîyê dike. Rêya xwegihandina bo vê yekê jî kêmkirina bandora artêşê ya li serê û nepêkanîna darbeyên nû, her wiha zêdekirina para di desthilata li ser Rojhilata Navîn de ye”.

Ji vê analîza borî em tê digihêjin ku ya dihêle desthilatdar bimîne û temenê wê dirêj bibe, rizamendîya dewletên destekder bi xwe ye. Li vir em ne behsa kesayeta serokê tirkî Erdogan dikin, lê belê mebest raman, îdolojî û hişmendîya desthilatdar e. Nêzîkbûna tirkî ji hemû dewletên herêmî û yên islamî re çêbû û wek ku jê re hatiye nîgarkirin û plankirin, gav avêtin. Êdî di demeke kurt de dikarî xwe bigihîne jora bihêztirîn dewletên islamî; an jî wiha hatiye nasîn, nemaze di qada islamî ya hêsan de. Hinek helwestên ku di ragihandinê de diyar bûn, mîna serkeftinên pir mezin ên serkêşê cîhana islamî li ser hesabê cihûyên dagirker û stemkar hatin diyarkirin û bi vî awayî bi hestên welatîyên ereb û misliman lîstin. Ev helwest, çaxa ku serokê tirkî ji civîneke Dafos bi bihaneya parastina filestînîyan vekişiya û li dij serokê Israîlê Şemiûn Pîrêz derket û rê nedayê ku biaxive û demeke kurt jê re terxand, hat diyarkirin. Her wiha ji piştî wê helwestê ve rêzehelwestên wî berdewam kirin gava Keştîya Azadîyê şand Xezayê da ku dorpêça israîlî li serê bişikîne û bi vê yekê re wek şêrê islamî bi giştî û yê sinayê bi taybetî xwe da pêş.

Bi destpêkirina buhara erebî -wek ku dibêjin- re ya ku herêm da ber xwe, bi demek zû Erdogan berê xwe da mijarên hestyar. Li gor wê jî wî siyaseta hevsengîyên navdewletî û herêmî da meşandin da ku qaseyeke mezin a destkeftîyên siyasî bi dest bixîne. Her wiha rêgeza lîstina bi hestên gel û kişandina wî ber bi xwe ve da meşandin; da ku rewşeke siltanbûyînê ji xwe re bide avakirin û derfeta vegerandina payetîya imperatorîya osmanî di herêmê de vegerîne. Li gor wê jî di destpêkê de, di serê welatîyê tirk de wêneyê siltanekî û piştre jî di serê mirovê misliman de wêneyê xelîfeyê mislimanan bide avakirin. Her wiha bêtir guh da cîhana islamî; da ku rizamendîyekê ji rêveberîya cîhana islamî ya nû re çêbike. Wek tê zanîn, rêbaza Erdogan birêvebirina cîhana islamî bi destekdayîna koma Ixwan El-Mislimîn e. Êdî destek da vê komê û li gor wê jî li Misirê destek da Mihemed Mirsî, li Tûnisê jî tevgera Elnehde û Xenûşî, li Lîbyayê Fayiz El-Serac û li Sûriyayê jî tevgera Hemasê hewand û rê da ku nivîsgehên xwe ava bikin; ku Hemas li kêleka şoreşa Sûrî rawestiyabû. Her wiha dîsa li Sûrîyê destek da tevgera Ixwan El-Mislimîn a sûrî ku ev yek di kesayeta hin fermandarên ku xwe gihandine movikên rêveberîyê di nava şoreşê de, tê diyarkirin.

Di hilbijartinên dawîyê yên ku li Tirkîyê pêk hatin de, parçebûna ku di kolana tirkî ya di navbera beşa sekuler û ya misliman de pir bi zelalî eşkere bû. Êdî eşkere hat xuyanîkirin ku Erdogan ji bo xatirê li ser desthilata Tirkîyê bimîne, destjêberdan ji hêzên mezin re pêşkêş kirine û mercên ku jê re li ser maseyê hatibûn danîn, pejirandine. An jî dibe ku peywira ku pê hatiye erkdarkirin hîn bi dawî nebûye û baş bi cih nehatiye. Çi ku piştî hilbijartinan û serkeftina wî ya gumandar ku bi cudabûneke pir piçûk pêk hatibû, dest bi destjêberdanan kir. Her wiha Rûsyaya Yekbûyî nikarî Tirkîyê ji tewereya xwe ya stratejîk a danûstandina bi dewletên rojavayî re derxîne û hat eşkerekirin ku têkilîya wan ji têkilîyeke tektîkî ya demkurt ne wêdetir e. Dayîna dronan bo Ukraynayê, ji xalên herî ku binakok ên di navbera Moskova û Tirkîyê de bû, lê belê Tirkî beşek ji NATO’yê ye û çi planeke tektîkî bi Rûsyayê re ku li dijî armancên stratejîk ên bi hevalbendan re be, bi yekcarî tê redkirin. Li kêleka vê yekê jî Tirkîyê dest ji helwestên xwe yên dijberî desthilata Misirê berda û xwe nêzîkî desthilatê kir da ku rewşeke siyasî ya xweş bi dewletên herêmî re ava bike. Her wiha peywendîyên xwe bi Erebistana Siûdî re pêk anîn û hewlên nêzîkbûna bi serekê rêjîma Sûrîyê re û vegerandina koçberan bo herêmên dagirkirî dan; bi tevî ku ev hemû jî, wek ku tozê berde çavan û ji bo nuximandina binkeftina xwe ya hundirîn a di warê siyasî û aborîya welêt de û rewşa hundirîn a hilweşiyayî ye.

Di encamê de em dikarin bêjin ku serekê desthilata Tirkîyê bi serkêşîya AKP û serokê wê Erdogan ku ji bo birêvebirina cîhana islamî xwedî xewnin mezin bû, êdî tiştek li gor dilê wî pêk nehat. Nemaze ku xeta islamî ya şîî di herêmê de bi serkêşîya Îranê mezin dibe û desthilatên olî yên islama sinî bi serkêşîya Erebistana Siûdî geş dibin; taybetî piştî ku Erebistana Siûdî dest bi projeya xwe ya stratejîk a birêvebirina herêmê û nêrîna wê ya 20-30 a avakirina cihekî baş di nava dewletên mezin de û destwerdana wê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê û yên cîhanê de ku mîna sepandina kesayeteke erebî xwe dide pêş. Li kêleka van jî tevlîhevîya hundirîn a li Tirkîyê bi giştî û di nava AKP bi taybetî de pêk tê; êdî veqetînên hundirîn ên ku di nava partîyê de pêk hatin, bandora herî mezin lê kir ku planên danîbûn, pêk neyên. Hemû tiştên borî, faktorên ku hiştin Tirkî vegere cihê xwe yê berê û giranîya xwe ya herêmî ya naskirî û parsekîya li ber derîyên Yekîtîya Ewropayê ne. Her wiha xewnên wê yên siltanbûyînê yan jî xilafetîyê yên di birêvebirina cîhana islamî de û avakirina kesayetekê di nava siyasetên alîyên ku cîhanê bi rê ve dibin de, winda kirin.

زر الذهاب إلى الأعلى