ANALÎZ

Nêzîkbûna di navbera rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de û qurbanî

Nêzîkbûna di navbera rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de û qurbanî

Piştî ku Erdogan di destpêka alozîya Sûriyeyê de tevaya giranîya xwe da ji bo hilweşandina rêjîmê û dagirkirina bakurê Sûriyeyê, her wiha şantajkirina welatên rojavayî bi mijara koçberan, îro berhemên binkeftina xwe dide hev da ku daxwaza xwe ya vegerandina têkilîyên siyasî û diplomatîk bi rêjîma Sûriyeyê re, mînanî vegerandina têkilîyên bi Erebistana Siudî, Mîrnişînên Erebî û niha jî bi Misirê re, radigihîne. Lê belê rêjîma Sûriyeyê ya ku ji alîyê navdewletî ve hatiye vederkirin, dixwaze bazarekê bi Tirkiyeyê re li ser bakurê Sûriyeyê ku tijî komikên terorîst e pêk bîne, her wiha derîyên sînorî yên bi dewleta tirk a dagirker re ne, kontrol bike.

Herdu alî jî di nava alozîyeke siyasî û aborî de ne û bandorê li wan dike. Rêjîma Tirkiyeyê, bi binkeftina xwe ya ji bo standina glopa kesk û serkeftina projeya Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyeye, her wiha rêgirtina li ber çavnebarîyên wê yên mêtîngerî “Mîsaqa Millî” li bakurê Sûriyeyê û alozîya koçberan ku bi awayekî neyînî bandorê li partîya serdest dike, nemaze bi nêzîkbûna dema hilbijartinên serokatî û parlementoyê yên Tirkiyeyê re, mîna gaveke pêşwext ji rêjîma Tirkieyê dixwaze bernameya opozisyona Tirkiyeyê bi rêya pêkanîna têkilîyan bi rêjîma Sûriyeyê re, vala derxe. Ji vê bêhtir jî, dixwaze kompanîyên tirkî derbasî Sûriyeyê bike da ku bazara Sûriyeyê bixe bin destê xwe de û li wir mîna başûrê Kurdistanê, berhemên xwe bifiroşe. Her wiha rêjîma Sûriyeyê jî di nava alozîyeke siyasî û aborî û di bin sizayên welatên rojavayî de ye, jixwe pêkanîna têkilîyan bi Tirkiyeyê re dê desteka siyasî, aborî û leşkerî jê re çêbibe. Lê belê dê ev yek li ser hesabê gelê Sûriyeyê be, ew jî bi rêya jinûvedanîna têkilîyan û kontrolkirina derîyên sînorî û rêya M4’ê, her wiha hevkarîya leşkerî û saloxgêrî ji bo şerê li dijî Rêveberîya Xweser, lewra jî vegera têkilîyan bi Tirkiyeyê re dê bikeve nava berjewendîyên wê yên hundirîn û derveyîn de.

Bi tevî ku rêjîma Tirkiyeyê bi fişarên rûsî û îranî berê xwe daye Şamê ku ev yek tê wateya binkeftina siyaseta Erdogan li beramberî alozîya Sûriyeyê jî, lê belê vegera têkilîyan di navbera herdu alîyan de heyanî asteke baş girêdayî erêkirina Amerîkayê ye. Jixwe Aamerîka ye ya ku dikeve rêya hewldanên Rûsiyayê yên ji bo destpêkirina operasyoneke berfireh li ser Idlibê. Her wiha sizayên welatên rojavayî yên li ser Sûriyeyê rê nadin Tirkiyeyê ku têkilîyan bi rêjîma Sûriyeyê re ji nu ve deyne. Lê belê tirsa Erdogan a ji binkeftina di hilbijartinan de ku dê piştre der barê mijarên gendeleyê de were darizandin, dibe ku bihêle bi Amerîkayê re di nêzîkbûna bi rêjîma Sûriyeyê re, çareserkirina mijara koçberan û şerkirina li dijî Rêveberîya Xweser de, hin gavên bêhesab biavêje. Ew jî piştî ku projeya wî ya avakirina herêmeke ewle ji bo vegerandina koçberan bin ket û glopa kesk re ji bo dagirkirina herêmiin din li Sûriyeyê bi dest nexist û bi hewldaneke ji bo bandorê li hundirê Tirkiyeyê bike û cihê xwe ji bo serkeftina di hilbijartinên serokatîyê de xurt bike, pêk hat.

  • Armanca Rûsyayê ji nêzîkbûna herdu rêjîman:

Rûsya xwedîya vê projeya nêzîkbûna di navbera herdu rêjîman de ye. Ji bilî armanc û çavnebarîyên wê yên di Sûriyeyê de “avakirina baragehên leşkerî, kontrolkirina şiyanên welêt û li kêleka wan parastina rêjîme” Rûsya ji kêlîya destwerdana wê ya leşkerî ve, dixwaze vê alozîyê bi dawî bike, lê bi şertê ku rêjîm vegere û tevaya xaknîgarîya Sûriyeyê di bin hukmekî navendî û bê pêkanîna ti guhertinan di desthilatê de, kontrol bike. Ji ber ku Tirkiye hin parçeyên bakurê Sûriyeyê dagir kirine; çi rêkeftinek di navbera herdu rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de çêbibe, dê fişara aborî û leşkerî li serê kêm bike û helwesta Rûsyayê ya ji bo peydakirina çareserîyeke li gorî daxwaz û çavnebarîyên wê yên li Sûriyeyê, xurt bike. Her wiha helwesta Amerîkayê ya ku daxwaza çareserkirina alozîya Sûriyeyê li gor biryara navdewletî ya 2254’an dike, lawaz bike û dibe ku berê wê bide derketina ji xaka Sûriyeyê. Li kêleka van jî, dê sizayên welatên rojavayî li ser rêjîmê “zagona Sîzer” bişikîne û berê wê bide jinûvedanîna têkilîyan. Serkeftina Rûsyayê di jinûvedanîna têkilîyan di navbera herdu rêjîman de ku berê wê bide danîna makezagoneke nû li gorî armanc û berjewendîyên hemû alîyan (Rûsya – Tirkiye – Îran – Rêjîma Sûriyeyê) dê bihêle ku Tirkiye bi Rûsyayê ve bêhtir were girêdan, nemaze di hengama şerê welatên rojavayî û Rûsyayê de. Her wiha dê Tirkiye û hevalbendên wê yên rojavayî û bi taybetî ku Tirkiye beşdarî sizayên ku Amerîka û Yekîtîya Ewropayê piştî şerê wê yê li Ukraynayê li ser Rûsyayê sepandine nebûye, bêhtir ji hev dûr bike. Lewra jî Rûsya hemû giranîya xwe dideyê ku Tirkiye neçarî vekirina rûpeleke nû bi rêjîma Sûriyeyê re bike ku dê rêzikên lîstokê li Sûriyeyê biguhere; li gor vê jî Rûsya xirabûna rewşa aborî li Tikriyeyê û serkeftina projeya Rêveberîya Xweser bi kar tîne.

  • Helwesta Amerîkayê ji nêzîkbûna rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê:

Bi tevî nezelalîya siyaseta amerîkî ya li hember alozîya Sûriyeyê carinan, lê belê diyar e ku siyaseta amerîkî wiha diyar dike ku bê wê ti çareserî li Sûriyeyê nepêkan e. Di hengama sizayên amerîkî yên li ser Sûriyeyê de ti dewlet nikare têkilîyan pê re deyne; ku ev jî dibe astengîyeke mezin li pêşîya rêjîma Tirkiyeyê ji bo nêzîkbûna ber bi rêjîma Sûriyeyê ve. Lê belê girîngîya jeosiyasî ya Tirkiyeyê di şerê wê yê bi Rûsyayê re, dihêle ku helwesta Amerîkayê negihêje asta metirsîya nêzîkbûna rûsî – tirkî û danîna Tirkiyeyê têkilîyan bi rêjîma Sûriyeyê re, her wiha ew naxwaze rêzikên lîstikê di Sûriyeyê de werin guhartin jî. Amerîka heya niha naxwaze li dijî Tirkiyeyê tundîyê bike; ku dê di pileya yekem de li gor berjewendîyên Rûsyayê be, lê belê dibe ku Amerîka xwedî rêçeke din be ku dê valatîya bi Tirkiyeyê re dagire û xizmeta hemû alîyan (hevalbend û hevkarên Amerîkayê) bike; ew jî bi rêya peydakirina lihevkirinê di navbera Tirkiye û Rêveberîya Xweser de, her wiha di şûna ku rêjîma Tirkiye berê xwe bide rêjîma Sûriyeyê de, herêmên opozisyonê -wek têne binavkirin- li gorî ku bi Rêveberîya Xweser re ku serkeftina xwe di şerê li diji terorê û rêvebirina herêmê di alîyê aborî û ewlekarîyê de teqez kiriye lihevkirî be, ji nû ve saz bikin.

Qurbanîyên vê nêzîkbûnê kî ne?

Aşkera ye ku heke ev hevtêgihiştin bi cih hat û têkilî di navbera her du alîyan de vegerîyan, dê armanca wan şerê Rêveberîya Xweser û projeya wê ya demokratîk be. Lê qurbanî ew gel in yên ku li deverên dagirkerîya Tirîyeyê dimînin û derbider û koçberên ku li gor girêbestên di navbera misogerên Astanayê de û erêkirina Rêjîmê ji deverên xwe revîyan û bawerîya xwe bi Rêjîma Tirkîyeyê anîn. Niha jî tirsa wî xelkî ew e ku Rêjîma Tirkîyeyê careke din piştî vê qas wêranîyê û xwîna ku ji ber desttêwerdana Tirkîyeyê hatî rijandin di kirzîa Sûrîyeyê de wan radestî rêjîma Sûrîyeyê bike (tişta ku rêjîma Sûrîyeyê nekir, Tirkîyeyê kir). Ew jî weke qonaxeke pêşîn bi rêya şandina koçberan ber bi deverên di destê Rêjîmê de “Heleb, Humis, Şam” û radestkirina dosyeyên gelek malbatên ku li dij Rêjîmê derketine yan bi “basên kesk” hatine guheztin bo Rêjîma Sûrîyeyê. Komikên çekdar jî dê qurbanîyên vê rêkeftinê bin û ditirsin ku heman çerenûsa Hisên Hermûş bibîn, lewra em dibînin parçebûn û nakokî li nav komikên çekdar çêdibin. Lê ji ber ku ew komik bûne çete ji wan re, divê ajandayên Tirkîyeyê pêk bînin. Jixwe rêxistina bi navê Koalisyona Sûrî ya Rikber lîstik e di destê Erdogan de û nikarin biryarên siyasetmedarên tirk red bikin yan jî nîqaş bikin, her wiha tu desthilata wan li ser erdê nîne, lewra li bihneyan ji helwesta Tirkîyeyê re digerin da ku xelkê bihedinînin û berjewendîyên xwe li Tirkîyeyê biparêzin. Ango bi vî rengî qutbûn û valahîyeke mezin di navbera kesên ku desthilat di destên wan de ye û gelê li deverên dagirkirî de heye û tekane qurbanî, di asta pêşîn de gelên deverê ne yên ku bûne kerste di destê sîyasetmedarên tirk de da ku di hilbijartinên Tirkîyeyê de bi ser bikevin. Çimkî Erdogan bi rêya civînên serokên istixbaratên her du rêjîman “Elî Memlûk û Heqan Fîdan” hewl dide bigihe hin hevtigihştinên nû di nav de şerê li dij Rêveberîya Xweser û vegernadina koçberên sûrî “yan ber bi deverên dagirkirî ve yan jî ber bi hundirê Sûrîyeyê ve ew jî heke rûs û îranî ev yek erê kir” yan jî wan bi darê zorê ji Tirkîyeyê derxe da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve. Tê zanîn ku rikberîya tirkî planeke li ser du salan ji bo zivirandina koçberên sûrî li Sûrîyeyê danîye.

Bi vî rengî qurbanîyên vegera têkilîyan di navbera her du rêjîmên faşist de Rêveberîya Xweser û gelên ku li deverên dagirkerîya tirk dimînin û koçberên li Tirkîyeyê ne. Lê Rêveberîya Xweser xwedî hêza leşkerî ye û ew hêz anku “QSD”, hepişka Amerîkayê di şerê terorê de, gelên xwe diparêze û rêgeza parastina rewa weke stratejîkeke leşkerî li dij hêzên ku dixwazin deverê dagir bikin, dişopîne, her wiha xwedî rêveberîyeke sîyasî ye “MSD” ku doza mafên sîyasî, aborî û leşkerî yên gelên xwe dike. Lê gelên li deverên dagirkirî di navbera du agiran de ne, xiyaneta “Koalisyona Sûrî û Artêşa Niştimanî” û xîyaneta Rêjîma Tirkîyeyê.

Bê guman şer û hevrikîya di navbera leşkergeha rojavayî û leşkergeha rûsî de jî dê bandora xwe li kirîza Sûrîyeyê bike, çimkî armancên her du leşkergehan hene û dixwazin wan pêk bînin, Rûsya dixwaze bi rêya nêzîkbûna her du rêjîmên Tirkîye û Sûrîyeyê rêzikên lîstika sûrî bin pê bike, lê Amerîka lihevhatina her du rêjîman red dike ku dibe ku bandoreke neyînî lê bike. Wate, heke pevçûna rojavayî û rûsî bi dawî nebe, tu nêzîkbûn di navbera rêjîma Tirkîye û Sûrîyeyê de çênabe. Lê vegerandina koçberan ji Tirkîyeyê ber bi deverên ku bi “ewledar” tên binavkirin yan li deverên kontrola Rêjîmê ve dê bi xurtî berdewam be; bi taybet ku hilbijartinên Tirkîyeyê nêzîk bûne. Çarenûsa wî gelî girêdayî vegera peywendîyan di navbera rêjîma Tirkîye û Sûrîyeyê de ye.

Çara serê gelê ku li wan deveran dimînin ew e ku li dij xiyaneta Tirkîyeyê û çeteyên wê berdewam derkevin xwenîşandanan û pişta rêveberîyekê bigirin ku bikare wan biparêze, her wiha şoreşeke dijber li dij xayinên ku bazaran li ser xwîna wan datînin da ku berjewendîyên xwe biparêzin pê bixe.

زر الذهاب إلى الأعلى