ANALÎZ

Gelo kuştina Bexdadî dihê wateya jinavbirina DAIŞ`ê?

Di 27`ê meha cotmha 2019`an, serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku hêzeke taybet a amerîkî karîbû çalakiyeke taybet li gundê Barîşa ya bi ser parêzgeha Idlibê pêk bîne,  di encamê de xelîfeyê dewleta îslamê li Îraq û Şamê hate kuştin.

Jixwe rêxistina Daişê jî piştî vê daxuyaniyê bi sê rojan, di 31`ê cotmehê de daxuyaniyek belav kir, têde kuştina Bexdadî teqez kir û li şûna wî cîgirê Bexdadî yê berê Ebû Ibrahîm Elqureşî hate danîn. Piştî kuştina Bexdadî, damezrînerê “dewleta xîlafetê” yê ku di pûşbera 2014`an xwe weke xelîfê mislmanan ragihandbû  û piştî ku vê rêxistina rêberên  xwe yên rêza yekem winda kir, her wiha piştî rêze têkçûnên xwe yên leşkerî li ser destê QSD`ê, mirov dikare bêje ku vê rêxistinê gelek ji hêza xwe winda kir, lê mirov nikare bêje  ku vê rêxistinê kiryarêrên xwe yên teroristî li herêmê; bi taybetî li herêmên ku hişmendiya xwe têde belav kiriye, daye rawestandin.

Bêguman kuştina Bexdadî bandorê yan jî rêgiriyê  li çalekiy ên Daişê  heta yên rojane nake, ji ber ku hêza guncandinê li gel vê rêxistinê pir xurt e, nîşaniyên wê jî ew e ku vê rêxistin ji destpêka 2000`an rastî binketinan mîna têkçûnên leşkerî yan jî kuştina berpirsên xwe tê , lê di her carê de dikarîbû xwe ji nû ve bi hêz bike û kiryarên xwe berdewam bike û di her carê de li gor baweriya wan didin zanîn  ku têkçûna wan ezmûneke ji hêla yezdan ve ye.

Di rastî yê de, ev rêxistên bi vê hêzê û bi van derfetên jê re hatiye peydakirin, weke peydakirina dirav û çekan û hêsankirina tevlîbûnê di rêya sînor û firgehan re; nîşaneye ku gelek dewletên herêmî û navneteweyî  li pey vê terorê hene, di serî de dewleta Tirkiyê; dewleta ku ji hêla dewletên xwedî hêz hatiye erkdarkirin ku vê rêxistina terorist bi çek û rahênan bike û cihê bixwazin wan rêkin wir. Jixwe cihê kuştina Bexdadî  nîşaneya vê yekê ye ku cihê lê hat kuştin di bin dagirkeriya  wê de ye. Tirkiyê li vê herêmê serkêşê vê rêxistinê yê rasteqîn e. Daiş, rasterast perspektîfên xwe ji Istixbarata Tirkiyê(Mît) wer digire. Bi rêya vê rexistina gelek dever di nava Tirkiyê de kirin armanc, di tîrmeha 2015 an li herêma Suruçê teqîneke xwekujî li dijî çalakavanên ku ji bo kobanê kom bibûn pêk anî, di cotmeha 2015 an de teqînek li dijî çalakvanên HDPê û civaka sivîl li Enqerê pêk anî û li gelek devêrên din jî ev kiryarên qirêj pêk anîn ku di encamê de bi sedan bûn qurbanî. Her wiha bi saya vê rêxistinê, qaşo bi bihaneya şerê terorê, Tirkiyê destwerdana xwe bo nava xaka Sûriyê rewa kir,  cihê xwest  teror lê bi cih kir, mînka wêjî dagirkirina bajarê Cerablus, Bab û Izaz, Idlibê  û îro bi heman rêxistinê; ya bi navê Artêşa Niştimanî(Ceyş El-Wetenî)  ya sûrî ku gelek komên çekdar berhev kirine ku bingeha van koman jî ji çeteyên Daiş pêk tên, êrîşî bakurê sûriyê dike û li pêşiya çavên cîhanê sûcên şer pêk tîne ku hemû zagonên navneteweyî derbas dike.Tirkiyê ji bo dîsa Daişê bi rêxistin û bi hêz bike, pir hewl dide ku ji nû ve şanên razayî yên Daişê vejîne û bi vê êrîşa xwe dixwaze girtîyên vê rêxistinê yên li gel Rêveberîya Xweser ên jimara wan digihêje 12 hezar şervan, berde û careke din wan li herêmê û cîhanê belav bike. Her wiha bi berdana van terorîstan gefan li  dewletên Ewrupî  dixwe. Jixwe dema ku Rêveberîya Xweser doza dadgehkirineke navneteweyî  ya van çeteyan li herêmê kir; gefên wê pir gurtir bûn da ku têkilî û kiryarên wê hin dewletên din yên hevbeş  bi vê rêxistinê re eşkere nebin

Ji ber vê yekê, heta çavkaniyên ku  Daişê xwedî dikin neyên xetimandin , wê  ev rêxistin bimîne. Ji ber wilo piştî kuştina Bexdadî,  dezgehên ragihandnê yên bi ser vê rêxistinê ve bê navber di belavkirina daxuyanî  û raporên xwe yên rojane, der barê pêvajoyên terorîstî li seranserî cîhanê  berdewam e.  lewma divê bê zanîn ku kuştina Bexdadî, nayê wateya ku ev rêxistin bi dawî dibe,  bervajî wê kuştina wî ji bo zêdekirina pêvajoyên terorîstî, bû faktora bihêzbûnê . Daiş û  sûckarîyên wê dê bimîne, madam ew kanîyên ku wê xwedî dikin, zuha nebûne.

زر الذهاب إلى الأعلى