ANALÎZ

CINDIRÊS: BOBELATA BÊ WÊRANTIR E

Erdheja ku li Tirkiyê û Sûrîyê xist, li ser asta herêmî û cîhanî, her wiha di qada rojnamegerî û civakî de, bûyera herî berz bû û her kes pê ve mijûl bû; ji ber ku bandoreke kûr di derûnîya mirovahîyê de ku di vê dema me ya tirsnak de du rûyên wê hene, çêkir. An ku bûyereke mezin bû, lê belê koçberkirina gel ji herêmên kurdan bi awayekî hovane, bi qasî hezar erdhejên mîna vê bû. Wijdanê mirovahîyê nehejiya gava dît ku kalek êşkence dibe, jinek destdirêjî lê tê kirin, ciwanek tê kuştin û di nava çend rojan de bi hezaran ji Efrînê û herêmên wê mîna Cinidirêsa ku di nava pênc salan de rastî du erdhejan hat û dawî li jiyana wê anî, derbider bûn. Erdheja yekê ew bû gava Tirkiyaya hov ew dagir kir û xelkê wê bi temamî dan koçberkirin û kesin koçber ku ji her derê anîbûn, heyanî filistînîyên ku di welatê xwe de li dijî dagirgehan derdiketin, li wir bi cih kirin! Erdheja duyem jî ew bû gava erdheja Tirkiyayê lê xist û piraniya avanî û %80 binesazîya wê wêran kir, ev tê çi wateyê gelo? Ji bo kurdan bobelata hebûn û nebûnê  bi xwe ye û bi tevî vê jî mezinbûna wêranîya ku dê li vî bajarî û bajarên din ên kurdan ku rastî erdhejê hatine, çêbibe, bala kesekî nekişand. Êdî di destê tirkên nijadperest ên ku doza peydakirina niştecihbûnê ji ziyandîtîyên erdhejê re ji xwe re bi kar tînin de, bûye parîyekî hêsan. Jixwe kesên ziyandîtî piranîku ji %90 ne niştecihên resen ên bajêr in. Piştî rakirina kavilan dê erdhejeke din li xwedîyên xakê bi xwe bixe; Tirkiya dê bi behaneya qerebûkirina ziyandîtîyên erdhejê ji civaka navdewletî û dewletên erebî alîkarîyê bixwaze da ku malan ava bike; êdî li gorî pilan û berjewendiyên xwe çeteyan û kesên ziyandîtî yên ne ji herêmê, tê de bi cih bike. Êdî bajar piştî avakirinê dê bibe bajarekî din ku niştecihên xwe nas nake û her kesê ku malekê bi dest bixe û li ser navê wî were tapokirin, dê bibe niştecihên nû yên wê. Civaka navdewletî guh neda xelkê Cindirêsê yên resen ku bi xwe ev pênc sal in di bin konan de ne û wek koçberan li her derê dinyayê belav bûne. Mînaka wê ya berçav jî ew e gava alîkarî ji yên li wir mayî re şandin, li pêş çavên dinyayê hemûyî hatin dizîn. Dê di vê bobelata ku dê were serê Cindirêsê û herêmên din ên kurdan ku xelkê wan bi rêya guhartina demografîk an ku “Qirkirina Nijadî Ya Plankirî” koçber dike, guh nedê.  Cindirês destpêka qirkirina ku dê bi behaneya avahîyên ziyandîtî yan jî yên li ber ketinê, bigihêje tevaya herêmên Sûriyayê, ye. Lewre divê li ser asta navdewletî livûtevger çêbibe û di dadgehên navdewletî de li dijî her rêxistineke ku li ser kavilên xelkê wê ne li ser kavilên erdhejê, bajêr ji nû ve ava bikin, dozan vekin; nemaze xelkê herêmê bi xwe. Her wiha divê kurd bi taybetî û tevaya sûriyên rûmetdar li tevaya cîhanê li dijî avakirina li ser hesabê wan, derkevin xwepêşandanan; da ku her kesî li ser vê bobelata dê were bi serê niştecihên resen ên herêmê, haydar bikin; ku çendî Tirkiya raya giştî ji bo berjewendîyên xwe yên berfirehkirinê û nijadpesersîyê bi kar tîne û her boneyekê, ger çi qasî zehmet û biêş be jî ji bo tunekirina kurdan bi kar tîne. Di serî de gazin ji hejmara koçberên sûrî yên li ser xaka xwe dikirin û dikir behane ku herêmeke ewle ji wan re ava bike, li gor wê hin parçeyan ji Sûriyê dagir bike û alîkarîyên ku ji wan re dihatin bidizie. Aniha jî hejmara koçberên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine dike behane da ku ji wan re dagirgehan ava bike, çeteyên xwe di wan de bi cih bike û rûyê wê yê mirovî û ta bi kevirên wê jî bigihere; li gor wê jî kurdan tune bike û dê sûriyan ji bo pêkanîna vê yekê bi kar bîne. Lewre jî divê hem li ser asta navdewletî û hem jî erebî livûtevgereke bilez çêbibe û werin haydarkirin ku ev alîkarîyên ji bo jinûveavakirinê têne dayîn nakevin nav berjewendîyên xelkê Sûriyayê, lê belê dikevin xizmeta pêkanîna meremên Erdogan ên siyasî û helmeta wî ya hilbijartinan; heke li ser termê xelkê Sûriyayê be jî, ev yek derbasdar e. Divê xelkê Sûriyayê bizane ku Erdogan û rêjîma wî ne ji bo wan kar dikin; jixwe erdhejê rûyê wî yê kirêt eşkere kir û me dît bê çawa di proseyên xelaskirinê û alîkarîdayînê de Tirk ji sûriyan li pêştir didît, ta asta ku derîyên xwe yên sînorî jî di rûyê wan de girt û venekir ta ku fişara navdewletî li serê çênebû. Êdî dem hatiye ku xelkê Sûriyê bizanin ku di azarên hatine û dê bên bi serê wan de, kesekî wan ji wan pê ve tune ye, her wiha xelkê Sûriyê bi hemû pêkhate, mezheb yan jî neteweyên xwe ve xeleka ewlehîyê ya Sûriyê ne, ne Tirkiya ku şoreşa wan têk bir û ew ji hev xistin û koçber kirin û piranîya wan kirin çeteyên xwe. Çareserî di xelkê Sûriyê bi xwe de ye, sûriyên azad dê di xakeke ku ne milkê wan e de nemînin. Kesê azad li ku be û di bin çi mercan de be, napejirîne bibe kole. Kesê azad bi azadî û mirovahîyê henaseyên xwe dikişîne; ne ku ji bo jiyankirina xwe wan dixeniqîne. Divê Sûriya bi xelkê wê, ne bi keysbazîya Erdogan û çeteyên wî yên ku her demê li ser qirika wan şûrekî tûj e û kengî bixwaze wan serjê bike, were avakirin. Berîya her tiştî, mirov be!

زر الذهاب إلى الأعلى