ANALÎZ

Herêma Biewle û armancên Tirkiyiê

Herêma biawle, ew herêma ku ji derveyî devera armanckirina leşkerî û kiryarên şer e, ew jî ji bo rewşên mirovahî yên girêdayî parastina sivîlan e, ên ku di dema şer û pevçûnên çekdarî de nikarin xwe biparêzin.

Her wiha herêma biewle dikeve nav peymana Cinêvê, ew jî ji 4 peymanan pêk tê; ya yekem di sala 1864`an de, paşê di 1906, 1929 de û ya dawî piştî şerê cîhanê yê duyem di sala 1949`an de derketin ku hersê peymanên berî xwe û hin bendên din girtin nava xwe. armanca wê di dema şer de parastina mafên mirovan e, ew jî weke (guhdanî birîndaran, nexweş û dîlên şer û parastina sivîlên ku di herêma şer an jî yên di herêmeke dagirkerî de dimînin).

Herêmên biewle cara yekem di sala 1993`an di şerê Bosna û Hersik de hate pêkanîn, lê ew têk çû, ji ber ku hêzên navneteweyî bi Erkên xwe rabnebûn, di encamê de  Sirbiyan gelek sûcên dijmirovahiyê li wê deverê pêk anîn. Her wiha li gelek herêmên din li cîhanê herêmên biewle hatin avakirin mîna Srilanka 1993`- 2009`an- Rwanda 1994`an. Lê mixabin li van welatan jî hêzên NY bi erkê xwe ranebûn û nebûn bersif ji bo çareseriyê.

Li milekî din jî herêma navber heye, ew jî herêmeke  diyarkirî ye ku dikeve navbera du aliyên ku şer di navbera wan de heye û di bin serweriya hêzên navneteweyî de ye. Armanca wê ew e ku nehêle her du alî çekan li dij hev bikar bînin, ew jî bi diyarkirina herêmekê di navbera wan de peyda dibe. Bêhtirî xwe  ev herêm bejahî e, “weke herêma di navbera Sûrî û Îsraîlê de 1974”. Dibe ku pê re qedexekirina esmanî hebe, weke ku li “Başûrê Kurdistanê  1991” pêk hat. Lê bi rastî ev herêmên navbûrî jî  têk çûn, ji ber ku herêma qedexekirina balafiran li Başûrê Kurdistanê; rê li ber bombebarankirina başûrê kurdistanê ji hêla balafirên Tirkiyê negirt û artêşa Tirkiyê derbasî Başûr bû û baregehên xwe lê ava kirin. Her wiha herêma navber a di navbera Sûrî û Israîlê yan Israîl û Libnanê de jî, nikarîbû rê li ber Israîlê bigire ku herêmên Sûrî û Libinanê biberdewamî bombebaran bike û qada wê ya hewayî binpê bike. Ew jî ji ber ku berjewendiyên dewletên mezin û ewlehiya Israîlê berî hemû giringî û peymanên navneteweyî û herêmî ne.

Di vê dema dawî de têgeha herêma biewle ji bo Bakurê Sûriyê gelekî tê gotin. Jixwe  herêma biewle ji dema ku serokê Emerîka Donald Tramp di (19. 12. 2018) de bi nameyekê li ser Tiwîterê ragihand ku ew ê hêzên xwe  ji Sûriyê vekişînin  ket rojevê. Pê re serokê Emerîka ji bo ku valahiya dê li şûna xwe bihêle dagire, ji hevalbendên xwe xwest ku ji bo avakirina herêmeke biewle li  bakurê Sûriyê, divê hêzên xwe bişînin wê herêmê. Lê ev biryar ji Tirkiyê re bû cihê dilgiraniyê .

Tirkiyê ji destpêka kirîza Sûriyê ve gefan li herêmên bakur û rojavayê Sûriyê dixwe, hêzên xwe li seranserî sînor kom dike, mebesta wê ew e ku hin tawîzan ji Emerîka der barê avakirina herma biewle de qezenc bike ku ev herêm kûrahiya wê nezî 30 km be û di bin kontirola wê de be. Bêguman xwestekên Tirkiyê rastî redkirinekê ji hêla Emerîka  û QSD`ê ve hat, xwestin ku ev herêm kûrahiya wê ne zêdeyî 5 km yan be û di bin çavdêriya hêzên NY de bin, her wiha xwestekên Tirkiyê rastî redkirin Rûsyayê jî hat ku ew jî dixwaze ev herêm vegere bin serweriya artêşa rêjîmê.

Tirkiyê Çi dixwaze?

  • Dixwaze herêma biewle di bin serweriya wê de be, ew jî bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî û angaşt dike ku bi rêya avakirina herêma biewle dê koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê dê vegerin cih û warên xwe û mijara koçberan a ku Tirkiyê pê Ewrûpayê ditirsand wê bidawî bibe. Lê armanca Tirkiyê ya rast ew e ku bi awayekî rewa guhertina demografîk ji herêmê re çêke û koçberan lê bi cih bike û welatiyên herêmê yên resen  koçber bike, weke ku li Efrînê kir, ew jî ji bo kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike yan jî wan di herêmê de bike kêmnetewe.
  • Vejandina peymana milî. Ajansa “Anatolê” a Tirkiyê ya fermî ragihan ku herêma biewle ya ku Tirkiyê dixwaze çêke, wê li ser seranserî sînorê Sûrî û Tirkiyê bi dirêjahiya 460 km û bi kûrahiya 32 km be. Jixwe piştî ku Tirkiyê di rêya baragehên xwe Başûrê Kurdisyanê dagir kir û Bakurê Sûriyê “Bab, Cerablus, Izaz, Efrîn, Idlb” dagirker kir, dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê “herêmên Rêveberiya Xweser” jî dagirker bike, bi vî awayî Tirkiyê dikare armanca dagirkerina piraniya Bakurê Sûriyê pêk bîne.
  • Dûrxistinaa YPG, YPJ û QSD`ê ji Rojavayê Kurdisanê.
  • Bal ji ser dagirkirina Efrînê, guhertina demugrafîk û kiryarên ku dijî mafê gelên wê pêk tên, were dagerandin.
  • Bal ji ser serweriya wê li Idlib, bab, Izaz û Cerablusê ku îro bûye hêlîn û jêdera terorê, were dagerandin
  • Dixwaze serweriya Emerîka ya bejayî û asîmanî li Rojava û bakurê Sûriyê nemîne ku tenê di bin serweriya wê de be .

Li milekî din jî qaşo herêma biewle ya ku Tirkiyê hewl dide ava bike, jixwe bihaneyek e, armanc jê dagirkirin e û pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxîne derveyî Tirkiyê, mîna pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên aborî, yan jî pirsgirêkên nû bin ên girêdayî bi arsteya wê ber bi cemsera rojhilatî ve. Tirkiyê îro di qonaxeke hestiya re derbas dibe, divê helwesta xwe der barê pirsgirêkên hundirîn û têkiliyên xwe bi dewletên herêmî û navneteweyî re  yekalî bike, ji ber ku nema dikare li ser gelek werîsan bilîze.

زر الذهاب إلى الأعلى