Konferans- Komcivîn

Xebat û çalakiyên roja duyem a komcivîna sedsliya peymana Lozanê

Komcivîn di roja xwe ya duyem de bi du tevlêbûnan û gotinan dest pê kir:
Tevlêbûna yekem a lêkoler û nivîskarê frensî, Patrêz Franşiskî bû ku tê de nameya piştgiriya bi kurdan û şoreşa Rojava re, pêşkêş kir. Her wiha Franşiskî amaje bi destekeftiyên şoreşa Rojava kir; ku di nava çend salan de Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyayê, hat ava kirin.
Tevlêbûna duyem jî ji aliyê endamê parlementoya Katalonyayê, rêzdar Roben Dankîstrok ve pêk hat. Roben axaftina xwe bi spaskirina ji bo lidarxistina komcivînê, dest pê kir. Her wiha spasiya nûnerên Rêveberiya Xweser ên li derve jî kir; ku ew ji bo beşdarbûna komcivînê vexwendin. Di axaftina xwe de, Roben bal kişand ku karê wan bi hemahengiya li gel Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyayê re, bi rê ve diçe; lewre jî ew hewl didin ku têkiliyên xwe li gel Rêveberiya Xweser xurtir bikin û bêtir destekê bidinê. Roben axaftina xwe bi durişmeya “Bijî kurd û Kurdistan” bi dawî kir.

زر الذهاب إلى الأعلى