Konferans- Komcivîn

Pêşveçûna rûniştina Komcivîna bi navê ʺKoçberî û Koçberkirin Li Herêma Bakur û Rojhelatê Sûrîyê: Sedem, Encam, Pêşnîyar û Çareserî

Jixwe ev rûniştinê bi beşdarbûna 4 kesayet û rêveberîya D. Ebîr Hesaf pêş ve çû.

  1. Ebîr Hesaf bi pêşkêşkirina gelek pirsan li ser koçberîyê û sedemên wê dest pê kir û tekez kir ku armanca vê koçberîyê; valakirina herêmê ye.

Jixwe Hesaf ji beşdarvanên vê rûniştinê xwest ku beşdar bibin, ew jî ev in:

Rêzdar Şîraz Efrînî – Endama hevrêzîya Kongreya Star.

  1. Cîhad Hesen – Heserokatîya Komîteya Kar û Barîên Civakî û Kar a Encûmena Sivîl a Reqayê.
  2. Salih Zobe – Diktora aborî û endamê encûmena giştî ya Partîya Sûrîya Pêşerojê.

Rêzdar Şîraz Efrînî gotareke bi navê ʺ Dûrketina civakî û derûnî û lawazîya girêdanê, weke e handereke ji koçberîyê re, her wiha rola koçberî û guhertina demografîk di kiryarên pişaftina çandî de.ʺ

Rêzdar Şîraz bi axaftina li ser dîrok, sedem û armancên koçbnerîyê dest bi gotara xwe kir, paşê tekez kir ku koçberêya di dema niha de bi sedema destwerdana li ser rewşa civakî ye ku perçekirin çêkir ku hişt civak tûşî koçberîyê bibe, jixwe ew jî girêdayî ye hişmendîya zilamtî ya ku dewlet û sermayedarî afirand û civak ji wateyên xwe vala kir, jixwe vê yekê hişt ku civak perçe bibe û rê li ber koçberîyê vekir. Di dawîyê de rêzdar Şîraz ji bo rê li ber koçberîyê were girtin, hin çareserî pêşkêş kirin.

 Ji hêla xwe ve, rêzdar Cîhad Hesen gotara bi navê ʺSiyaseta koçberkirinê ya ku rêjîmên dijî Rêveberîya Xweser bikar tînin, bi rêuya binpêkirinên leşkerî, şerê taybet û dorpêçkirin weke karîgerekî hanader jik koçberîyê re, her wiha bandora nerênî ya koçberîyê li ser warên siyasî, leşkerî û guhertina demografîkʺ.

Rêzdar Cîhad gotara xwe bi nîşeyeke dîrokî li ser koçberî û sedemên wê dest pê kir û li ser karîgerên ku bandorê li koçberîya li Rojhilata Navîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dikin; axivî, her wiha siysetên herêmî û navneteweyî; di serî de ʺÎran û Tirkîʺ ku siyaseta koçberkirinê li herêmê meşand, girte dest. Her wiha birêz Cîhad siyasetên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkanîyê û herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pêk tînin, armanca wan koçberkirina kotekî ya li herêmê ye.

Jixwe rêzdar Cîhad li ser encamên koçberîyê axivî û tekez kir ku ev jî windakirina hêzên ciwana û zanistî ji herêmê.

Her wiha li ser rola ragihandinê axivî ku rola wî hander e ku mebesa min jê ragihandina dewleta Tirk a dagirker, ragihandina Qeterê û ragihandina kurdî ya Başûrê Kurdistanê weke rûdaw, Rêbaz û Ark in.

  1. Salih Zobe gotarek bi navê ʺAlozîya aborî û rola wê di diyardeya koçberîyê de, her wiha encamên koçberî û koçberkirina zanistî (kesên pispor) li ser ewlehîya aborî ya Bakur û Rojhelatê Sûrîyêʺ.
  2. Salih diyardeya koçberîyê anî ziman û tekez kir ku diyardeya koçberîyê di salên dawî de pirtir bû, paşê encamên koçberîyê li ser koçberan bi xwe, li ser şênîyê resen û li ser herêmên ku şênîyê wê hatine koçberkirin, diyar kir, ew jî ji ber hêsanîya pêngava guherîna demografîk e.
  3. Salih tekez kir ku karîgerên ewlehî û aborî, karîgerên herî bbandor ên koçberîyê ne.
  4. Salih koçberîya nerewa anî ziman ku ew weke cûreya herî metirsîdar a koçberîyê, bi taybet li ser ciwanan bi nav kir.
  5. Salih hin tiştên ku bandorê li aborîyê dikin û aborîyê paş dixin, anîn ziman.

Her wiha D. Salih hin pêşnîyarên ji bo rabûna aborîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, ew jî ji bo başkirina rewşa aborî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê; pêşkêş kirin.

Jixwe derîyê nerînên beşdarvanan hate vekirin ku li ser mijara rûniştinê û rewşa aborî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bûn, her wiha hin pêşnîyar hatin pêşkêşkirin, ew jî ji bo li dij Tirkîya dagirker û başkirina rewşa aborî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, ew jî ji bo sînorkirina koçberîyê, her wiha astengîyên ku koçberên Efrîn li Şehbayê dijîn, weke dorpêçkirin û bombebarankiorina domdar li ser herêmê ya ku armanca wê ew e ku welatî ji herêman koçber bibin, hatin diyarkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى