Konferans- Komcivîn

Rûniştina duyem ji roja yekem a komcivîna ji bo Lozanê

Rûniştina dueyem bi serenava “Xwendineke Dîrokî Li Ser Peymanên Ku Der Heqê Kurdan De Pêk Hatine De” bû. Ev rûniştin ji aliyê endamê Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk û semînervan li zanîngeha Rojava, Dr. Heval Fatimê ve hat birêvebirin. Tê de du semîner hatin pêşkêşkirin:
Semînera yekem ji aliyê lêkoler û nivîskar Faris Osman ve hat pêşkêşkirin. Tê de, Osman kurteşîroveyeke dîrokî li ser peymana Sevrê 1920’an pêşkêş kir; ku tekezî li ser mafê gelê kurd ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya ji bo dewleteke kurdî, hat kirin. Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku nûnerên dewleta tirk êrîşî her biryareke ji bo mafê gelê kurd, kir. Pê re jî amaje bi hevkarîya di navbera gelê kurd û gelê ermen a di peymanê de jî kir û behsa peymana Qahireyê 1921’ê jî kir.
Osman axaftina xwe wiha bi dawî kir: Eger ne ji bêbextiya dewletên mezin ba, dê peymana Sevrê di dîroka kurdî de xaleke veguherîner ba.
Semînera duyem ji aliyê endama desteya serokatiya partiya yekîtiya demokrat, Foza Yûsiv ve hat pêşkêşkirin. Tê de, Foza Yûsiv behsa dîroka peymana Lozanê, sedemên rastîn û dozên ku seba wê derketin holê, kir. Her wiha bal kişand li ser helwesta Brîtaniyayê ya dualî jî; ku ji aliyekî ve destek dida gelê kurd û ji aliyê din ve jî, berjewendiyên xwe yên bazirganiyê bi Tirkiyayê re, diparast. Pê re jî amaje bi helwesta Soviyetê ya dijberî gelê kurd jî kir. Her wiha Yûsiv bal kişand li ser xaleke girîng; ew jî ku Inglizitasnê destek da kurdan, ne ji bo kilê çavên kurdan, lê belê ji bo ku pêşmafiyan ji Tirkiyayê bi dest bixe.
Her wiha Foza Yûsiv semînera xwe bi axaftina li ser berdewamiya serhildan û şoreşên kurdan, ji dema Lozanê û heya niha, bi dawî kir. Her wiha tekezî li ser vê yekê kir; ku divê kurd li gor mercên navdewletî yên hemdem hişyar be û ji dîrokî sûdê wergire. He wiha tekez kir ku heyanî ev nasname heye, dê hebûna kurdan hebe.
peyamek ji aliyê serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK, rêzdar Bafil Talebanî ve jî hat û tê de; kurteşîroveyek li ser peymana Lozanê û bandoriyên wê, hat vegotin. Peyam di rûniştina duyem a komcivînê de hat xwendin.
Rûniştin bi guftûgoyên beşdaran bi dawî bû.

زر الذهاب إلى الأعلى