Komcivîn

Gotinên di destpêka komcivînê de

Gotina Rêveberîya Xweser:

Ev gotin ji alîyê hevseroka Rêveberîya Xweser ya Demokratîk birêz Evîn Swêd ve hat pêşkêşkirin, di wê axaftinê de Swêd behsa sîstema navendî kir ku nerîn qedexekirin û azadî jî dorpêç kir, herwiha behsa hemû kiryarên ku rêjîma çûyî derheqê gelê sûrî de kir, herwiha behsa nimûneya Rêveberîya Xweser ku ezmûna yekem e di Sûrîyê de jî hat kirin; ku hemû pêkhateyên wê dest bi birêvebirina xwe dûrî rêjî kirin, ew jî bi rêya hevgirtina pêkhateyan û xweparastina xwe û axa xwe, herwiha behsa Sûrîyê piştî rûxîna Esed û pirsgirêkên ku welat tê re derbas dibe, herwiha behsa paşguhkirina hikûmeta  şamê ji beşdarbûna pêkhateyên gelê Sûrîyê re jî hat kirin.

Gotina Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî:

Ebdî di axaftina xwe de hevî kir ku ev komcivîn derfetê ji gelê sûrî veke ku nerînên xwe derbarê pêşeroja welatê xwe de diyar bikin, herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku ev qonaxa ji dîroka Sûrîyê dubare nabe û pêwîst e em vê qonaxê biser bixin. Pişt re ebdî behsa êşa gelê sûrî li ser destê Rêjîma basî kir, herwiha behsa desteserkirina rêjîmê ji desthelatê re û hilweşandina jîyana siyasî kir û got ku ew yek bû sedema rûxîna rêjîmê, û pêwîst e sûd ji wê ezmûmê were girtin.

Ebdî amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta demkî pêkhateyên sûrî paşguh dike; lewra pêwîst e hemû pêkhate di pêvajoya siyasî û nivîsandina destûrê de beşdar bin.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku danûstandinên bi hikûmeta nû re berdewam in, û wan li ser yekîtîya xaka sûrî li hev kirine, û pêwîst e hebûna dagîrkerîya tirk li ser xaka sûrî jî newe jibîrkirin.

Ebdî ji hikûmeta veguhêz xwest ku fişarê li grûpên çekdar bike daku êrîşên xwe li ser Herêmên Bakur û Rojhelatê Sûrîyê rawestînin.

Gotina D. Şêx Murşid Xeznewî:

Xeznewî di axaftina xwe de behsa Rewşa sûrî bi giştî kir û amaje bi wê yekê kir ku pêwîst ehikûmeta nû rêzê ji gelê sûrî re bigire, herwiha daxwaza sîstemeke Cîhangêr û nanavendî kir, û tekezî li ser wê yekê kir ku ew system ne li dijî ol e, Xeznewî behsa doza kurd jî kir û tekez kir ku pêwîst eew doz were çareserkirin.

Gotina Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel birêz Nûrî Mehmûd:

Mehmûd behsa rewşa sûrî piştî rûxîna rêjîma Esed kir, û behsa desteserkirina hikûmeta nû ji desthelatê re û nebeşdarkirina pêkhateyên Sûrîyê di biryara siyasî de jî kir, herwiha behsa Yekîneyên Parastina Gel û damezrandina wan li ser bingeha niştimanî û şorişgêrî jî kir.

Axaftina Yekîneyên Parastina Jkinê birêz Destîna Kobanî:

Di axaftina xwe de behsa hikûmeta nû û rewşa jinê di Sûrîya nû de kir, herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku pûwîst e jin di pêvajoya siyasî de were beşdar kirin.

زر الذهاب إلى الأعلى