Bi armanca ku xelkên Sûrîyê pêşeroja welatê xwe, cewherê pergalê û destûra ku vîna wan dinimîne gengeşe bikin, Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), kocivîneke gotûbêjî bi navê ʺKomcivîna Sûrî Ya Gotûbêja Niştimanî, ber bi Sûriyeke Azad, Pirreng û Demokratîk veʺ, li dar xist, ew jî li bajarê Reqayê di 27. 2. 2025 de ku 200 kes tê de beşdar bûn, ew jî hemû reng, sabarên(statû) siyaysî, rêxistinî, civakî, ramanî, jin, rêxistinên civaka sivîl û tevî yên ku raman û rêbazên wan ne li gor Rêveberîya Xwesre bûn jî, ew jî ji hundirê û ji dervî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bûn. Jixwe ji dervî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûrîyê 100 kesayet beşdar bûn, ew jî ji van herêman bûn: (Siwêda – Lazqiyê – Safîta – Banyas – Selemiyê – Ceblê – Dera – Colan – Heleb û gundewarê wê – Şam û gundewarê wê – Tertûs – Hema – Hums – Idlib), her wiha bêtirî 100 kesayet ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve beşdar bûn. Êdî tevî ku beşdarvan bi nerîn û hizirên xwe cûdabûn jî, lê xwedî hestekî pir xurt ji berpirsyarîyê li ser qonaxa hestiyar a ku Sûryê tê re derbs dibe bûn, ew jî bi rêya pêşkêşkirina raman û çareseriyên jidil ji bo pêşeroja Sûrîyê dûrî rojevên siyasî, partîtî, tîreyî (mezhebî) û nijada teng ku berjewendîya Sûrî li ser her tiştî de be. Komcivîn cihreng bû ku hemû rengên Sûrî dinimand ku kesê kurd, ereb, siryan, tirkumen, elewî, dirzî, sinî û êzdî, ji bo pêşeroja welatê xwe Sûriyê li ser maseyekê li hev kom kirin bêyî çavdêrî û pêdedanên hinin din. Jixwe komcivîn bi vekiriî (zelal) û pejrandina yên din hat naskirin, di komcivînê de gelek gotûbêj û nerîn hatin pêşkêşkirin. Êdî di dawîya komcivînê de, beşdarvanan li ser xaline hevbeş li hev kirin û ji hêla komîteya ku ji hêla beşdarvanan ve hatibû bijartin, wek encamên komcivînê hatin komkirin û amadekirin.
Pêşniyarên û derencamên “Komcivîna Sûrî Ya Gotûbêja Niştimanî ber bi Sûrîyee, Azad, Pirrengî û Demokrat veʺ
Li seranserê erdnîgarîya Sûrîyê, di encama kiryarên rêjîma zordar li seranserî zêdetirî şêst salî de, civak rûbirûyî kêşeyên aloz ên aborî, sîyasî û ewlehî bûne; ku bi rêya wan kiryaran – tevî mîrateya wê ya dîrokî ya kevnar û dewlemendîya wê bi çavkanîyên xwezayî – rêjîmê welat veguherand dewleteke têkçûyî û li şûna avakirina dewleteke hemwelatîbûnê – wek ku di destûra ku ji alîyê vê rêjîmê ve hatîye dîyarkirin- wê rêjîmê, li gorî yasayên olîgarşîya ku li ser welat serdest bû, dewleta veşartî (kûr) ava kir ku wê dewletê azadî bindest kir, maf binpê kirin, û çavkanîyên darayî yên welat jî dizîn. Di dawiyê de bi saya qurbanî û hewldana bi sedan hêzên niştimanî yên Sûrîyê ji hemû pêkhateyan û li navçeyên curbicur ên Sûrîyê, rêjîma zordarîyê li Sûrîyê têk çû. Niha li Sûrîyê nîşaneyên avakirina pergaleke nû ya sîyasî û rêveberî tê dîtin, hêzên cuda yên niştimanî yên Sûrîyê ji bo pêşkêşkirina nêrîn û pêşnîyaran derbarê qonaxa veguhêz a ku welat tê re derbas dibe kar dikin, û desthilata nû ya li Şamê nîşaneyên pejirandinê ji gotûbêja navxweyî re nîşan da, tevî vê yekê jî, rewşeke nezelal li derdora vê qonaxê hîn jî li ser piranîya civakên Sûrîyê serdest e, û xuya ye ku piranîya hêzan nikarin baweriyê di nav xwe de ava bikin; ji ber ku diyar e hişmendîya dûrxistinê li ser gotara sîyasî li gel gelekan hîn desteser e.
Ji bo nêzîkkirina nêrînên bijardeyên sîyasî yên Sûrîyê û qedexekirina hişmendîya dûrxistinê ji desteserkirina biryara qonaxa veguhêz, û li ser bingeha bawerîya me bi pêwîstîya berdewamîya gotûbêja niştimanî û avakirina pergaleke sîyasî ya nû ku tê de hemû xelkên Sûrîyê mafên xwe li gorî rêgezên dadmendîyê û bingehên nasnameya niştimanî bi dest bixin; Em beşdarî xebatên “Komcivîna Sûrî Ya Gotûbêja Niştimanî ber bi Sûrîyeke Demokrat, Azad û Pirrengîʺ bûn, ew jî bi beşdarîya bijardeyên ji rewşenbîr, akdimîsyan, oldar, jin, ciwan, hunermend û hemû pêkhateyên civakê ji hemû pêkhateyên Sûrîyê, da ku li ser reng û awayê pêşeroja ku em hemû di Sûriya nû de dixwazin, di nav xwe de bişêwirin, û ji bo destnîşankirina bingehên avakirina lihevkirina niştimanî ya Sûrîyê, vîna gelê sûrîyê diyar bikin; ew jî bi rêya pevguhertina nêrînên li ser rewşa sîyasî ku Sûrîyê tê re derbas dibe, û gengeşekirina kêşeyên herî girîng ên ku rûbirûyê pirsgirêka gotûbêja niştimanî ya Sûrîyê dibin, herwiha çareserîyên pêkan ji bo kirîzên cuda pêşinyar bikina.
Di dawîya xebatên vê komcivînê de, em gihiştin komek raman û pêşinyaran û em wan ji raya giştî, alîyên pêwendîdar ( Li Şan û herêmên Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhelatê Sûrîyê)re pêşkêş dikn; û li ser vê yekê jî em li ser van xalan tekez dikin:
- Pêvajoya gotûbêja niştimanî ya Sûrîyê, bêyî berçavgirtina rêgezên demokrasî û bingehên niştimanî yên zelal ên ku hemû xelkên Sûrîyê li ser wan li hev kirine, bi ser nakeve û dibe sedema berdewambûna kirîzên welat.
- Em fermanên derve yên li ser pêvajoya gotûbêja niştimanî ya Sûrî, yên ku armanca wan dûrxistina yek ji pêkhateyan û gurkirina gotara kînê di nav Sûrîyan de ye, napejirînin.
- Hêza Sûrîyê di cihêrengîya pêkhateyên wê de ye, û ev cihêrengî tenê bi pêkanîna nenavendîbûnê di birêvebirina welat de dikare were bersivandin; ji ber ku ew misogerkirina pêkanîna aştîya navxweyî ye, ku ji bo rakirina sizayên li ser Sûrîyê û geşedana rewşa aborî ya welat, mercê sereke ye.
- pêwîst e nasnameya niştimanî ya giştî ne li dij nasnameyên xwecihî û şaxî be, jiber ku her pêkhateyek di dîroka siyasî ya nû ya Sûrîyê de xwedî bandor e; lewra pêwîst e ev rastî bi fermi were naskirin, û hemû pêkhate bi xurtî di pêvajoya jinûdeavakirina sîstema desthelatê û di amadekirina destûra Sûrîya nû de bi xurtî beşdar bibin.
- Ji bo çareserkirina encamên zordarîya ku xelkên sûrîyê ji dema damezrandina dewleta Sûrîyê ve rûbirû bûne, em li ser pêkanîna dadmendîya veguhêz, û bi her awayî vegerandina mafan ji xwedîyên wan re, tekez dikin.
- Em li ser pêwîstîya vegera xweber û ewle ya hemû penaber û koçberan ji bo bajarênên wan, û pêkêşkirina piştgiriya pêwîst ji wan re ji bo bidestxistina ewlehîya wan ya mirovî, tekez dikin.
- Zordarîya ku piranîya civakên Sûrîyê pê re rû bi rû mane, û cihêrengîya çandî û neteweyî ya ku Sûrîyê pê tê naskirin, pêwîstî dike ku “girêbeseke civakî” bi beşdarîya hemû pêkhateyên sîyasî û civakî bêyî dûrxistina tu kesî, were nivîsandin; ev yek jî wek bingeh û lêvegereke tekane ji bo nivîsandina destûra nû ya welat were dîtin.
- Beşdarbûneke girîng ya jinê di şoreşa Sûrîyê de hebû û roleke wê ya bibandor di parastina civakên xwecihî de jî hebû; û em her bêparkirineke ji mafên wan û bêparkirina wan ji her payeyek serwerî û rêveberî di sazîyên cuda yên fermî û sivîl de, napejirînin.
- Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê xwedî taybetmendîyeke dîrokî, sîyasî, civakî û çandî ye û em dûrxistina sazîyên wê ji pêvajoya avakirina pergala sîyasî, rêveberî, aborî û çandî di Sûrîya nû de napejirînin.
- Gencîneyên niştimanî yên hemû xelkên sûrîyê ne, û divê li gor rêgezên dadmendîyê û bi awayekî ku xizmeta pêvajoya geşepêdanê û bextewerîya hemû welatîyan li herêmên curbicur ên Sûryê bike, xelkên sûrîyê beşdarî rêvebirina wan gencîneyan bibin.
- Em li ser wê yekê tekez dikin ku pêwîst e hêzên dagîrker ji xaka Sûrîyê vekişin, herwiha pêwîst e her hêzeke bîyanî ku zîyanê digihîne yek ji pêkhateyên Sûrîyê jî, ji xaka Sûrîyê vekişe.
- Em daxwaza avakirina enîyeke niştimanî ya demokrat dikin ku hemû sûrîyan li xwe bigre.
- Beşdaran li ser wê yekê li hev kirin ku komcivîn û panêlên gotûbêjî li hemû herêmên sûrî li dar bixin; ew jî jibo pêşeroja welatê xwe gengeşe bikin.
- Beşdaran tekezî li ser rola rêxistinên civaka sivîl û tevgerên ciwan û jinan kir.
Beşdarên “Komcivîna Sûrî Ya Gotûbêja Niştimanî: Ber bi Sûrîyeke Azad, Demokrat, û Pirrengî veʺ
Bajarê Reqa- Herêma Bakuur û Rojhilatê Sûrîyê: 27.2.2025