Konferans- Komcivîn

Derbarê “sedsaliya Lozanê” de, semînerek li bajarê Hesekê

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS  bi hevrêzî li gel Yekîtiya Rewşenbîran li Herêma Cizîrê, di çarçoveya rêze çalakiyên xwe yên bi boneya sedsaliya Peymana Lozanê de, semînerek bi navê:

                   (Lozan, Peymana Înkarkirina Mafên Gelan)

Di roja şemiyê 29/7/2023 demjimêr 7ê êvarî li baxçeyê xwendinê li bajarê Hesekê, li darxist. Hejmarek rewşenbîr, kesayetiyên civakî û aliyên siyasî yên bajêr, di semînerê de amade bûn.

  Bi xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan semîner dest pê bû, pişt re sinîvîzyonek danasînê li ser komcivîna navneteweyî ya ku Navenda Rojava bi boneya sedsaliya Lozanê li dar xistibû, hate pêşkêşkirin, pişt re sinîvîzyoneke din jî hat pêşkêşkirin, ew jî derbarê komkujî û binpêkirinên herî girîng ên ku Kurd di van sed salên dawî de li her çar parçeyên Kurdistanê, rastî wan hatin, de bû.

  Paşê Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, endamê komîteya rapirsînê Dr. Heval Fatimî li ser rapirsîna peymana Lozanê ku ji aliyê navenda Rojava ve hatibû amadekirin, axivî. Her wiha analîzkirinek li ser rapirsînê pêşkêş kir.

  Di beşa yekem a semînerê de, endama Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cizîrê Kewser Mardînî, li ser serdema beriya “Lozanê” û serdema piştî wê axivî, “Mardînî” di berdewamiya axaftina xwe de li ser Komkujî û binpêkirinên ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd û gelên herêmê rastî wan hatine, axivî. Her wiha balkişand ser qirkirina çandî û dizîna kultûra Kurdan ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê ve, û got: “ Gelê Kurd li hemberî siyaset û binpêkirinên ku li dijî wan tên meşandin, radest nebû, û li ber xwe da.”

   Mardînî di derbarê çawaniya derbaskirina Lozanê de jî, diyar kir ku rêya vê yekê yekkirina helwesta Kurdan û berdewamkirina berxwedan û têkoşînê ye, her wiha diyar kir ku gelê Kurd di van demên dawî de tekez kiriye ku dikare siyasetê bike û xwe bi rê ve bibe. Di dawîya axaftina xwe de got: “Yekîtîya Kurdan, berxwedan û çalakkirina dîplomasîya Kurdan, wê li qadan encamên berbiçav derxe holê.”

   Di beşa duyem ji semînerê de, endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Dr. Ehmed Sîno li ser peymanên ku rê li ber peymana Lozanê vekirin, axivî. “Sîno” di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girêdana di navbera peymana Lozanê ya 1923an û ragihandina Komara Tirkiyê de, ku tenê Çend meh di navbera damezrandina Komara Tirkiyê û îmzekirina peymanê de bûn,  di nava axaftina xwe  de “Sino” diyar kir ku ew kiryar û siyasetên nijadperestî yên kuştin, koçberkirin, pişaftin û guhertina demografîk ji aliyê dewleta tirk û dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê parve dikin ve, li ser kurdan û gelên din ên herêmê tê meşandin, encama peymana Lozanê bûn.

“   Sîno” di xala duyem de behsa pêwîstiya hemahengiya di navbera Kurd û pêkhateyên din de ji bo valaderxistina peymana Lozanê, kir,  amaje jî bi çend xalên derbarê Kurdan de di vî warî de kir, ku ji wan jî:

 – çalakkirina diyaloga navxweyî, û nakokiyên navxweyî li aliyekî werin danîn.

– Diyarkirina xêzên sor,  û nabe ti alî wan xêzan derbas bikin.

– Neteweya Kurd bingehê her pêwendiya di nava partiyan de be.

– Divê hêzên Kurdistanî li hemû parçeyan helwesta xwe bikin yek û hemahengîyê di navbera xwe de bikin, ew jî ji bo rûbirûbûna hemahengiya di navbera dewletên ku Kurdistanê dagîr dikin de.

– Pêwîst e hemû tevger û partiyên Kurdistanî ji xeleka teng derkevin.

 – Avakirina lêvegereke û dîplomasiyeke kurdî li ser asta derve.

 – Danpêdana bi Rêveberiya Xweser pencereyekê li ser doza Kurdî vedike, ew jî ji bo

      valaderxistina peymana Lozanê.

   Paşê û di navbereke kurt de, beşdarên çalakîyê li pêşangeha wêneyan geriyan, ku wêneyên herî berbiçav ên komkujî û binpêkirinên li dijî Kurdan di 100 salên borî de ji îmzekirina peymanê de, tê de hene.

Paşê derfet ji bo axaftin û pirsên amadebûyan hat vekirin, ku piraniya wan li ser mijara gotarê bûn.

    Hêjayî gotinê ye ku di çarçoveya semîner û çalakiyên ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve li bajarên Rojava derbarê sedsaliya Peymana Lozanê de, ev semîner hatiye lidarxistin.

زر الذهاب إلى الأعلى