Konferans- Komcivîn

Runiştina sêyem ya roja duyem ji komcivîn

Xebat û çalakiyên roja duyemîn a komcivîna “Sedsaliya Lozanê” ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS ve tê lidarxistin.
Rûniştina sêyemîn bi sernavê “derbaskirina Lozanê û çareseriya herî baş” bi rêvebirina Seroka Desteya Rêveber a Tora Rêveberên Aştiyê û endama desteya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêz Stêrk Qasim, tê lidarxistin. du semîner di vê rûniştinê de hatin pêşkêş kirin:
semînera yekem ji aliyê endezyar Nûrşan Hisên rêveber di Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê ve, hate pêşkêşkirin, semîner li ser mijara “neteweya demokratîk weke nimûne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi hev re jiyankirina aştiyane û demokratîk” hate pêşkêşkirin. Huseyn di axaftina xwe de li ser du xalan tekez kir: Yekem, bingehên dîtaneyî, felsefî û exlaqî yên ku Neteweya Demokratîk li xwe digire, jixwe Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingehên navborî ava dibe. Ya duyemîn: Neteweya Demokratîk weke alternatîf ji netew-dewletê re. Huseyîn di dawiya semînera xwe de got ku nimûneya Rêveberiya Xweser ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriya guncaw e.
Semînera duyemîn ji aliyê cîgirê hevserokatiya encumena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, birêz Hemdan El-Ebid ve hate pêşkêşkirin, semîner jî li ser mijara “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek nimûne ji bo çareseriyê.” Ew semîner li ser du xalan hat parvekirin, ya yekem ku semînervan li ser sedemên herî girîng ên ku bûne sedema damezrandin û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk axivî, ji ber ku ew bûye sedema ewlehî û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de. Di xala duyemîn de, bal li ser cudahiya di navbera Rêveberiya Xweser û modelên rêveberiya heyî de hat kişandin, her wiha li ser girîngtirîn destkeftên Rêveberiya Xweser di warê bihevrejiyana aştiyane ya gelan, ol û zimanan de axivî. semînervan diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya Sûriye û Rojhilata Navîn, nimûneya herî guncaw e.
semîner bi beşdarbûna amadebûyan, her wiha beşdarbûnên bi rêya Zoomê jî bi dawî hat.

زر الذهاب إلى الأعلى