Konferans- Komcivîn

Rûniştina duyemîn a roja duyem a komcivîna Lozanê

Xebat û çalakiyên roja duyemîn a forûma “Sedsaliya Lozanê” ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS ve tê lidarxistin.
Rûniştina duyemîn bi sernavê “Rê û rêbazên rûbirûbûna şerê qirkirinê ku gelê kurd hedef digire” hate lidarxistin, rûniştin ji aliyê çalakvana mafên mirovan, rêvebera Meclîsa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Etîa Yûsif ve hate birêvebirin.
Di rûniştinê de sê semîner hatin dayîn; semînera yekem ji aliyê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP xanim “Newroz Awisal Aslan” ve bi rêya (Zoom) hat dayîn, “Newroz” di gotara xwe de li ser girîngiya lidarxistina konferansa neteweyî ya kurdî, axivî. Di semînera xwe de li ser du xalan axivî; Ya yekem girîngiya lidarxistina konferanseke neteweyî di nav Kurdan de û prensîbên vê peymanê ye, di xala duyem de jî semînervanli ser girîngiya yekkirina gotûbêjên siyasî, dîplomatîk û leşkerî axivî, û di vî warî de amaje bi ezmûna Rizgarkirina Kobaniyê wek modelek ji bo yekîtiya kurdan û bandora wê ya cîhanî, kir.
Semînera duyemîn ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD birêz Salih Muslim ve hat dayîn, Muslim di gotara xwe de li ser “Stratejiya Kurdan di Sedsala Bîst û Yekê de” axivî. Semîner li ser du xalan bû; Ya yekem: Semînervan behsa xeta siyasî ya ku divê Kurd bişopîne, bû, û di beşa duyemîn de jî amaje bi rê û rêbazên avakirina pêwendiya di navbera çar parçeyên Kurdistanê di aliyê civakî, aborî û çandî de hate kirin û avakirina ramana demokratîk. Li cîhanê, da ku milet bikaribin azadî û aramîyê bidest bixin, da ku xelk bikarin li ser bingeheke dîmoqratî bi hev re bijîn, û herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku ti nakokî di navbera gelan de nînin, lê rêjîm ew in yê ku nakokîyan dirust dikin ji bo dabînkirina berdewamî û berdewamiya xwe.
Di rûniştina duyem de li ser Peymana Lozanê rûniştineke hiqşqî hat li darxistin û tê de komîteyek mafnas ku ji komeke parêzeran pêk dihat li ser peymana Lozanê ji aliyê hiqûqî ve axivîn, û di rûniştinê de parêzer û çalakvanê mafên mirovan û nûnerên komîteya yasayî û mafnas ya komcivîna Peymana Lozanê Mihemed Emîn El-Nûayîmî li ser îşaretên yasayî yên betalkirin û bêbandormana Peymana Lozanê, herwiha nakokiya Lozanê bi gelek peymanên navdewletî re, axivî.
Her wiha di nava rûniştinê de jî çend beşdarbûn bi rêya Zoomê hatin kirin, ya yekem ji aliyê hevserokê HDP’ê birêz Medhet Sincar ve bû, tê de behsa rêyên pêkanîna demokrasiyê li Rojhilata Navîn hate kirin û ya herî girîng jî çareserkirina doza kued e. Beşdarbûna duyem jî ji aliyê cîgira heverokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê birêz Tulay Hatim Ogluler ve bû, û tê de behsa encam û bandora peymanên ku bûne sedema êş û azarên gelên herêmê û parçekirina gelên herêmê û welatên wan, ya sêyem ji alîyê Saymon Dabinz serokê sendîkeya karkeran li Berîtanyayê, ya çarem jî ji alîyê Mihemed Emîn Pencewînî ve bû.
Rûniştin bi beşdariya amadebûyan bidawî bû.

زر الذهاب إلى الأعلى