Konferans- Komcivîn

Rûniştina sêyem ji roja yekem a komcivîna ji bo Lozanê

Rûniştin bi serenava “Peymana Lozanê û Bandoriyên Wê Li Ser Gelê Kurd” dest pê kir û ji aliyê semînervan di zanîngeha Rojava de, mamoste Sorgul Ebdiselam hat birêvebirin. Di rûniştinê de sê semîner hatin pêşkêşkirin:
Semînera yekem ji aliyê rêveberê navenda rojava ya lêkolînên stratejîk, Munzur Şiyar ve hat pêşkêşkirin. Di semînerê de behsa peymana Lozanê û siyasetên ku dewletên dagirkerê Kurdistanê hat kirin (Nijadperestî, Koçberkirina bi zorê… hwd)
Semînervan di semînera xwe de behsa mercên ku bi avakirina dewleta Tirkayê re hatine û siyasetên nijadperestî, qirkirin û mandelekirinê ku dewleta tirk der heqê kurdan de dane meşandin, kir. Her wiha amaje pê kir ku peymana Lozanê wêrekî da dewletên dagirkerê Kurdistanê ku siyasetên mandelekirin, qirkirin û pişaftinê li ser gelê kurd bidin meşandin. Munzur Şiyar di semînera xwe de behsa neyîniyên dewlet-neteweyê ya ku cîhan li serê hatiye avakirin jî kir û da diyarkirin ku ev nimûne ye; ya ku hiştiye piraniya neteweya tirk bi rêya pişaftina gelên din, xwe di çarçoveya neteweperestiya tirk de bibînin.
Munzur Şiyar axaftina xwe berdewam kir û behsa kiryarên dewleta tirk ên der heqê gelê kurd de kir; mîna komkujî, koçberkirin, surgunkirin, pişaftin, her wiha hewlên tirkkiina kurdan bi hemû rêbazan jî kir. Pê re jî amaje pê kir ku siyaseta kembera erebî, wêrekiya xwe ji siyasetên Tirkiyayê digire.
Piştî wê jî senevizyonek der barê komkujiyên dewletên dagirkerê Kurdistanê de û kiryarên wan der heqê serhildan û şoreşên kurdî yên ji sed salî û vir de, hat pêşkêşkirin.
Semînera duyem jî ji aliyê hevserokê Partiya Jiyana Azad PAJK, Siyamend Meînî ve, bi rêya ZOOM’ê hat pêşkêşkirin. Di semînerê de behsa sedem, bandorî û mercên peymana Lozanê hat kirin û piştre semînervan behsa kiryarên dewleta tirk der heqê gelê kurd de kir û diyar kir ku Lozan sedema bicihanîna van kiryaran û parçekirina Kurdistanê bû. Her wiha behsa êrîşên dewleta tirk ên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê jî kir.
Di dawiya semînera xwe de jî, Meînî behsa girîngiya yekîtiya kurdî û pêkanîna kongra neteweyî kir; ku dê bibe wek rêgirtina li ber Lozanê û encamên wê. Her wiha amaje pê kir ku azadkirina rêber Ebdullah Ocalan yek ji sedemên çareserkirina pirgirêka kurdî ye.
Semînera sêyem ji aliyê mamoste û semînervanê di zanîngeha Rojava de, Sîpan Ismaîl ve hat pêşkêşkirin. Tê de behsa peymana Lozanê û bandoriyên wê yên siyasî, aborî, çandî û civakî li ser gelê kurd kir. Her wiha amaje pê kir ku mercên giştî yên girêdayî kurdan hatine guhartin û kurd nema yên berê ne; aniha bûne xwedî proje, siyaset û hêz, lewre jî Lozan careke din dubare nabe.
Rûniştin bi guftûgoyên beşdaran bi dawî bû.

زر الذهاب إلى الأعلى