ANALÎZ

Bandora Jihevnêzîkbûna Tirkî û Misrî li ser Rêveberîya Xweser

Tirkî di vê demê de bi awayekî berfireh evdalî û bêşermîyê bikar tine, jiber ku dewleta Tirk bi lez û bez berî dema hilbijartinên serokatîya tirkî yên 14 Gulana bê, dixwaze hemû pirsgirêkên xwe çareser bike daku siyaseta (sifir pirsgirêk) cîbicî bike. Jixwe li Tirkî carnan bêperetî (Iflas) û carnan nerihetî û nearamîyê diyar dibe, herwiha bi welatên derdora xwe re di gelek doz û pirsan de nakok dibe, li dawîyê jî ew li çareserkirinê digere. Helbet seredana wezîrê derve yê tirkî Mewlûd Çawûş Oglo ji bo Misrê bi alîyê çareserkirina nakokîyan de diçe.

    Hêjayî gotinê ye ku partîya (AKP) ya desthilatdar li Tirkyê di her bîst salên dawî de destwerdan di her tiştî de heta bi dijminan re jî dikir, ev destwerdan jî ji bo desthelatê yek ji bingehên sereke ye. Herwiha Tirkî jî wekî Îranê pirsgirêkan di herêmê de derdixe, ji xwe her du welat di vî alî de wekî Israîlê ne yan jî Israîl ji wan kêmtir e. Îran bi armanca piştgirîya hevpeymanên xwe (Şî′a) destwerdanê dike, herwiha Tirkî jî bi armanca piştgirîya hevpeymanên xwe (Suna) li Sûrî, Iraq, Qeter, Kuwêt, Misir û lîbyayê destwerdanê dike. Ev welat bi sedema destwerdana Tirkyê parçe parçe dibin, çi bi çekên hêza nerim be (şerê taybet) an jî bi çekên leşkerî be.Tişta ku Tirkî dike mîna kesekî li ser xwarina xelkê dijî û her tiştî dixwe û hêza xwe ji xelkê werdigre, jixwe xema Tirkyê ya sereke ew e ku di siyaseta hemû dewletan de amade be, bi çi awayî û di çi dergehî de be.

  Bê goman Tirkî bi rêya koma Ixwanulmuslimîn – isalama siyasî- armanca xwe pêk anî daku derbasî wan pîlanan bibe, lê ew jidest dixe bihtirî ku ew bidest dixe. Ew li ser çend kaxezên şewitî û bêsûd (çi kes bin û çi kom bin) dilîze, jixwe li Misrê wê li ser berdewamkirina desthelata koma Ixwanulmuslimîn di dema serokê berê Muhemed Mursî de hêvî girêdidan, lê Mursî bê berxwedan di nava gel de şikest. Her wiha hewldana wê ji bo çespandina desthelata Barzanîyan bi rêya avakirina hin baregehên tirkî li Herêma Başûrê Kurdistanê. Jixwe li Lîbyayê jî di sala 2019 de Tirkî piştgirîya hikûmeta berê ya Elwifaq ku bi serokatîya Fayiz Elserac bû, dikir. Jixwe van alîyan jî piştgirîya navneteweyî ji dest dan û bêhêz man.

   Dê ne ya dawî be jî, Tirkyê piştgirîya komên terorîst li herêmên sûrî yên di bin dagîrkirîya wê de dikir, nemaze li herêma Efrînê ya dagîrkirî. Pirsgirêkên Tirkyê bixwe li gel Israil, Qubrus, Yonan û Armînya, pirbûn. Ya teqez jî ew e ku Tirkî bi vê hizr û bawerîya xwe ya dogmayî dê nikarîbe pirsgirêkên xwe çareser bike, her çendî hewldanan jî bike lê ew nepêkan e, ew wekî kesekî ku (dixwaze lê şerm dike). Eger derfet ji Tirkyê re çêbibe dê Kurdan ji kok de rake, eger civaka navneteweyî bi rola xwe ranebe yan jî bi du rûyan be dê Tirkî ji ya xwe newe xwar, jixwe ev yek li gel Kurdan lê di dem û cihekî nediyar de çêbû û çêdibe jî.

   Her wiha Tirkî li misrê jî destwerdan kirn, emê wê yekê jî niha diyar bikin; piştî têkçûna serokatîya Muhemed Mursî ku ew bixwe endamê koma Ixwanulmuslimîn bû, têkilîyên Tirkî û Misrê xerab bûn, jixwe Misr jî vê komê wekî terorîst bi nav dike, lewra Ardogan ku hevbendê Ixwanulmuslimîn e got ku serokê Misrê Ebdulfetah Elsîsî zordar û stemkar e, her wuha Ardogan got ku ew tu carî peywendîyê bi kesekî weke wî re nake. Lê erdheja ku Sûrî û Tirkê rastî wê hatin derî li pêş têkilîyan vekir, ku wezîrê derve yê misrî Samih Şukrî di meha borî de seredana Tirkyê kir, herwuha bi armaca ku hevdilîya welatên xwe bi Tirkyê re bi sedema erdhejê diyar bike, serokê Misrê jî peywendîyeke telefonî li gel Ardogan çêkir. Ev jî tê wateya ku asayîkirina têkilîyên her du welatan ji bo bidawîkirina dehsalên jihevdûrketinê, tenê dem jê re gerek e, ev yek jî li gor gotia Çawûş Oglo ku dibêje: ″ez li gel jibîrkirina nelihevîyê me, herwuha li gel destpêkirina asayîkirina têkilîyê me″.

   Lê du pirs dimînin, pirsa yekem: li gel pêşketina têkilîyên diblumasî, asoya têkilîya Tirkê û Misrê çi ye? Ji bo bersivdayîna vê pirsê, xuya dibe ku têkilî dê ber bi pêşveçûneke lezgîn de biçe, li ser vê bingehê jî mirov dikare du helwestan pêşbînî bike, helwesta yekem siyasî ye û ji kêlîya desthejandina di navbera Sîsî û Ardogan de dest pê kir, ku ew hevdîtin di Mijdara borî de û bi hilkeftina destpêkirina Kûpa Cîhanê ya Futbolê li Qeterê, pêk hat.

Berî ku em li ser rêçûneke erênî biaxivin, gelek dosyayên neçareserkirî hene. Jixwe Tirkî derbarê dosya xêzkirin û nîşankirina sînoran di ava tije gaz ya rojhelatê Deryaya Sipî de dixwaze pêşketinekê bidest bixe, herwuha Tirkî dixwaze tevlî komcivîna Gazê ya Deryaya Sipî bibe ku Misir navenda wê komcivînê ye. Beramberî vê yekê jî Misir ji Tirkyê dixwaze ku piştgirîya hilbijartiên Lîbyayê bike, herwuha dixwaze Tirkî endamên koma Ixwanulmuslimîn ne hewîne, herwuha dixwaze ku hinek telefizyonên misrî yên rikber ku li Tirkyê kar dikin, êrîşên xwe yên ragihandinî li ser Misrê sivik bikin.

Herwuha helwesteke din heye, ew jî aborî ye: bi ser hemû nakokîyên siyasî de, lê hîna têkilîyên aborî û bazirganî ranewestîyane, lêbelê li gorî navenda (Karnîgî) ya lêkolînan ″bihevguhertinên baziganî di navbera her duyan de ji 4.4 milyar dolarî di sala 2007 de, bilindbû û di sala 2020 de gihîşte 11.1 milyar dolarî″. Jixwe Tirkî di sala 2022 wek yekem welat di kirîna kelûpelên misrî de diyar dibû, ku ew kirîn nirxê wê 4 milyar dolarî bû. Bi her hal, Misir bixwe bihewceyî geşepêdaneke diravî û bazirganî ye, nemaze di rewşa bilindbûna rêjeyên buhabûnê de û nizimbûna nirxê pereyên wê de. Tevî hewldanên Misrê ji bo rûbirûbûna kêmbûna pereyên biyanî. Di vê çarçoveyê de, têkilîyên Misrê li gel Siûdiyê rastî jihevdûrketineke veşartî tên, jixwe ne dûr e jî ku nêzîkbûna Misrê li gel Tirkyê weke berdêlekî ji Siûdiyê re be daku veberhênanan bîne nava Misrê. Jixwe kompanyayên Tirkî soz dabûn ku dê veberhênanên nû bi qasî 500 milyon dolarî derbasî nava Misrê bikin.

   Pirsa duyem jî ev e: Pêşketina têkilîyan di navbera Misr û Tirkyê de çi bandorê li Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilarê Sûryê dike? Ya herî tekez ew e, Tirkî bi Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryê re hevsînor e, lewra Tirkî çi bi êrîşeke leşkerî be yan jî bi çalakkirina hêzên nerim be, her demê dê hewl bide ku ziyan û zirarê bighîne Rêveberîya Xweser. Ji bo em vê yekê bihtir zelal bikin, jixwe Tirkî xwe weke dijminê Rêveberîya Xweser dibîne, jiber ku Tirkî Rêveberîyê weke gefekê ji sînorê xwe yê başûr re dibîne, ev dijminatîya Tirkî ji Rêveberîyê re ji ber ku Rêveberî xwedî projeyeke çaksazî ye û dijminatîya wê ne ji ber tu sedemekî dine. Tişta ku li Sûryê û Tirkyê rûdide ew e ku di rewşeke aloz de derbas dibin, ne tenê -wekî Tirkî goman dike- nirxandina qonaxekê yan jî helwestekê ye.

   Projeya Rêveberîya Xweser rewşê diyar dike piştre jî çareserîyê dide, lê nirxandina tirkî ji qonax û helwestê re çi rast be û çi şaş be jî, ne zelal e. ji ber vê nezelalbûnê, Tirkiyê du caran êrîşî herêmên Rêveberîyê kir, her car jî qonax û helwest şaş dinirixand, dibe ku şaşîtîya Tirkyê yekcar bidawî nebe, ji ber ku ew rastîyê bi çavekî tenê dibîne. Dibe ku Tirkî ji vê yekê zêdetir here, û berê vê nirxandinê bide lîstikeke siyasî ya qirêj, jixwe her çendî qelenê wê kiryarê li ser wê giran be jî, lê ew di kirina vê yekê de tu carî dudil nabe. Jixwe Tirkî ev lîstik berê bi Filenda û Swêdê re gelek caran bikar anîye, ew jî di dema imzekirina peymana tevlîbûna wan ji bo NATO de, ku Tirkî di wê demê de merc li ser wan danîbûn ku her du welat ji bo ku  tevlî NATO bibin gerk e Rêveberîya Xweser wek (terorîst) bidin nasîn. Tirkî kaxeza gefdana siyasî li dijî kesê ku ne bi nerîna wê re ye, baş bikar tîne, nemaze bi 5 milyon kes re ku li herêmên Rêveberîya Xweser dijîn.

Tê pêşbînîkirin ku Tirkî di nêzîkbûna Misrê de gefdana siyasî li dijî Rêveberîya Xweser bikar bîne. Jixwe Tirkî baş dizane ku revenda kurd li Misrê mezin e û bandora wê revendê li ser navenda biryarê heye. Lewra dê Tirkî hewl bide ku helwesta Misrê ya piştgir ji Rêveberîya Xweser re, biguherîne. Lê Tirkî careke din dikeve şaşîtîya nirxandina qonax û helwestê de, ji ber ku helwesta Misrê tenê bi armanca parastina aramîyê ye, her wiha Misir rêya guftûgoyê û danûstendinên diplomasî ne rêya rûbirûbûnê,  dipejirîne.

   Dawîya gotinê: dibe ku partîya AKP a tirkî bi serokatîya Ardogan,berî hilbijartinên serokatîyê yên tirkîyê karîbe têkilîyan li gel dewletên herêmî baş bike, lê ya teqez ew e ku ew dê nikaribe gelê tirk razî bike, ew gelê ku ji siyaseta AKP nemaze ya aborî, dilteng bûye. Vê yekê û nemaze piştî encamên erdheja wêranker, AKP li ber ketinê hiştîye,.

زر الذهاب إلى الأعلى