ANALÎZ

Bûyerên Dêrazorê û Têkçûna Pirojeyên Dijminane

     Ji ber bûyerên li herêma Dêrazorê qewimîn ku di encamê de hin  serok û rîspiyên  ereban  hatin reşkuştin, ev yek bû cihê nakokî û nerazîbûnê di nav hoz û êlên ereban li herêmê. Jixwe di serî de berdevê êla Elbegara; silêman Elkesar û Silêman Elwês hatin reşkuştin û yê herî dawî jî şêxê hoza Eligêdat Miteşer Elhifil bû. Ev kesana li  ser destên kesine nenas ku bi matoran û bi çekên bê deng hatin kuştin.

 Tişta biguman ew e ku ev kuştin hemdemî morkirina lihevkirina beşgeha petrolê ya Emerîkî, “Delta Crescent Energy”, bi Hêzên Sûriya Demokrat re, ji bo pêşxistin û veberhênana zevîyên petrolê  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serpereştiya Emerîkayê, ev jî li gor axaftina Mayik Pompiyo.

 Reşkuştina li rojhilatê Dêrazorê  bi taybetî li bajarê Bisêra, gundên Dîban, Sihêll, û Hewayce rûdan, hişt ku şermezarkirineke berfireh çebibe, pê re  reşkirin, derew, tevlihevî û gûrkirina bûyerê di rêya  ragihandineke dijminane ev bûyer bi awayekî nerênî dijî pêkvejiyana aştîyane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin. Ev medya û ragihandina dijminane ku girêdayîye alîne navxweyî û herêmî, armanca wan ew e ku herêmê  ber bi tundûtûjiyê û şerekî navxweyî metirsîdar de bajon.

Nerîneke giştî

Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilat ji rêxistina sawkar a Daişê, yekser şerê ragihandinê û helwestên dijber ji hêla welatên  herêmî û navneteweyî ve li dijî Hêzên Sûriya Demokratik, Rêveberiya Xweser û hevpeymana navteweyî dest pê kir ku di warê ragihandin û ramyarîyê, têgîn û rêbazên qirêj, mîna dagirkirina kurdî li ser navçeyên Erebî, dagirkerîya hêzên hevpeymana navneteweyî bi serpereştîya Emerîkî,tên bikaranîn. Bêguman eger ne ji destwerdana  hêzên herêmî bi serperiştîya QSD`ê û alîkarîya  hewayî ya hevpeymana navneteweyî bûna, ne pêkanbû tu alîyek ji alîyên ku îro şerê pirojeya demokratîk li herêmê dikin; herêm ji destê  rêxistina sawkar Daişê rizgar bikiranan.

Li vê herêmê pirsgirêkine berbiçav tên jiyankirin, nemaze li gundewarên Rojhilat û Bakurê Dêrazorê, ew jî rajeyên rêveberî û sazîyên girêdayî rewşa jiyanî ya êl û welatîyan, ne baş e. Vê yekê hişt ku êlên herêmê timî ji encumenên herêmî yên Rêveberîya Xweser bixwazin ku van pisgirêkan çareser bikin û rajeyan peyda bikin. Bêguman, ji mafê gelê herêmê ye ku doza pakirina rajeyan ji bo herêma xwe bike, lê tişta ku rêgirîyê li pêşîya pêşketin û geşepêdana binesaziyê li vê deverê dike, rewşa ewlehî ya nearam nemaze li Dêrazorêr, ew jî ji ber hebûna şaneyên veşartî yên rêxistina sawkar ên Daişê ku rojane bi kiryarên cûr bi cûr gefan li  gelên herêmê dixwe. Vê yekê hişt ku Hêzên Sûriya Demokratik bi gelek kampanya li dij van şaneyan rabe.

Li milekî din jî ew alîyên ku dijminatîya ezmûna demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dikin; şerê li dij şaneyên veşartî ji hêla kurên herêmên bi xwe weke xebateke sawkarîyê li dij gelê herêmê dibînin û ev alî ji nebûna aramîyê li vê herêmê sûdê werdigirin da ku gelê herêmê bajon ber bi şerkî navxweyî.

Xala girîng di vî warî de jî ew e ku parçebûna di nav êlan de, ji ber ku ev êl, bi taybetî êla Şiêtat, Igêdat û Bekare, di navbera Hêzên Sûrîya Demokrat, rejîm û çetên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê û Îranê de, hatine dabeş kirin

Sedem û Rehendên Reşkujiyan

    Reşkujîyên ku berî çend rojan rû dan, dikeve bin bername û pilanên sîstematîk ên ragihandinê, ramyarî û leşkerî li dij herêmê. Ji dema rizgarkirina herêmê ji sawkarî; Tirkî, rêjîm Sûrîyê û Rûsya; pilana xirab ya li dij pêkhate û qebîleyan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, nerawestandne. Em dikarin sedemên van kiryar û helwestên rejîm Sûrî, Tirkî û Rûsîyê di vê çarçoveyê de li gor van xalên jêrîn rêz bikin:

  • Rêjîm Hewl dide ku bi saya berxwedana gel, weke ku serokê rejîm Sûriyê jî bi nav kir, dîsa xwe zindî bike: Rêjîm Baas bi hemû karînên xwe hewil dide ku aşitîya navxweyî têk bibe û êl û hozên ereban li beranberî Hêzên Sûrîya Demokrat û Hevpeymana Navneteweyî bike. Bi morkirina peymana di navbera QSD`ê û beşgeha “Delta Crescent Energy” de, û berdewamîya yasaya Sîzer li dij rêjîmê, pir bandora xwe li ser navendîya rêjîmê kir. Ji ber ku veberanîna zevîyên petrolê li vê herêmê ji hêla beşgehên biyanî, gaveke ber bi danpêdanekê ramyarî û leşkerî bi Rêveberiya Xweser ya ku rojhilatê Firatê bi rêve dibe ye. Çendên caran berî van bûyeran serkirdên rêjîmê, di serî de Beşar Esed di meha berfanbarê de; daxuyanî dane tê de gefan li Hêzên Sûrîya Demokratîk dixwin. Ne tenê wilo vîdyoyên ku di medya civakî de ji hêla leşkerên rêjîmê belav dibin ku bi ser êla Şiêtat ve ne, wan jî gef li Hêzên Sûrîya Demokratîk û hevpeymana navneteweyî dixwarin û bangî êlên li ser rojhilat û bakur çemê Feratê dikirin ku li dij Hêzên Sûrîya Demokrat rawestin û ev bang gelek caran ji hêla rejîm Sûrîyê ve hatine dubarekirin da ku êlan  li dij QSD`ê gûr bikin.

2- Têkbirina pêkvejiyana di navbera pêkhateyan, bi destên tirkîyê: Tirkî yek ji sûdwergerên herî sereke ne ji tiştên ku li  Bakur û Rojhilatê Sûrîyê diqewimin. Ji ber ku ji berjewndiyê wê ye ku têkilîyên di navbera QSD`ê û êlên Ereban têk biçe. Her pirojeyeke demokratîk ku kurd di nav de bin li ku dibe bila bibe, Tirkî  wekî gefekê li ser ewlehîya neteweya xwe dibîne. Jixwe helwesta Tirkêyê di rêya çeteyên dijberîya Sûrîyê ya bi ser Tirkiyê ve û encumena bi navê Encumena Êlên Erebî li Sûriyê, di kongireke rojnemevanîyê de li bajarê Ruhayê berî çend rojan, tê de doza qewitandina QSD`ê ji herêmên rojholat û destwedanaTirkîyê dikirin. Tirkîyê ji bûyerên qirêj  ên ku di rojên dawî de pêk hatin, ne dûr e. Her wiha Tirkiyê lihevkirina di navbera QSD`ê û beşgeha “Delta Crescent Energy”, şermezar kir.

Dibetîtên Ku Dibe Herî pêk werin

 Di demên dawî de, pêşbazîyeke xurt di navbera rejîm Sûrîyê û hevalbendên wê ji elîkî ve û Tirkîyê ji aîkî din ve derketîye holê. Her du alî dixwazin êlên ereban, li rojhilatê herêmê  razî bikin û wan bi alîyê xwe ve bikişînin û wan li dij hebûna Emerîkî û Rêveberîya Xweser gûr bikin. jixwe rejîma Sûrîyê û hevalbendên xwe, nemaze Îran û ji aliyekî din ve Tirkî, dizanin  ku derxistna hêzên Emerîkî ji navçeyê wê ne hêsan be, ji ber ku wê dengeya hêzan li herêmî têk biçe. Lewma ji bo têkbirina aramîya herêmê bêtir giranîyê didin ser handana niştecihên herêmê ku li dij hebûna hevpeymanê û QSD`ê  serî hildin.

    Berambwerî vê rastîyê û di rêya çavkanîyên ciyewaz ên ku nêrînên  gelê herêmê lêkolîn kirin, tilîya tawanbarîyê ber bi rejîm Sûrîyê, hevalbendên wê û Tirkiyê ve diçin, ew jî li gor  van bebedîyan:

  • Helwestên ku ji hêla Tirkîyê û alîgirên wê ve derketin holê, dide xuyakirin ku destên Tirkiye di van kuştinan de hebû, mebest jê ku tevlihevîyê û êlên ereban li dij QSD`ê gur bike û di heman demê de nijadperestîyê derxînin holê. Jixwe ev helwest di redkirina Tirkîyê ji lihevkirina ku di navbera QSD`ê û beşgeha Emerîkî û daxwaza wê ya berdewam ji bo êlên navçeyê ku QSD`ê ji nav xwe der bixin, her wiha di daxuyanîya Nesr Elerîrî serokê Hevpeymana Sûrîyê ya bi ser Tirkiyê ve,  hat zelal kirin.

       Bêguman, ne tenê Tirkîyê ji vê rewşa nearam li herêmê sûdmend e, lêbelê   rejîm Sûrîyê û hevalbendên wê jî sûdmend in, ji ber ku rejîm û hevalbendên xwe  tu sabareke (statu) ramyarî taybet ji bo pêkhateyên herêmê yan jî çareserîyeke ramyarî ji bo pêşeroja Sûrîyeke nû, napejirînin û ev yek di axftina Beşar Esed de hat xuyakirin dema got:“ ji bo derxistina Emerîka ji Sûrîyê tenê berxwedana gel çareserî ye“.

 Nîşaneyên  xurt hene ku rejîm li pişt vê kuştinan bû, yek jê civîna efserên rejîmê bi êlan re li bajarê Dêrazorê ku di encamê de encumeneke lêşkerî bi serpereştîya rejîmê, ji hemû hozên êla Igêdatan hat damezrandin û banga serhildanê li dij Hêzên Sûrîya Demokratîk kir, ji bo wilo jî rejîmê herêmên ku ji wan xwestibû ku li dij QSD`ê rabin û xwesteka rejîmê pêk neanîbûn topbaran kir.

2-Ya ji xala berê bêtir pêkan e: Hêzên ku li dij lihevkirina di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û beşgeha Emerîkî “Delta Crescent Energy” de radiwestin, ew bi xwe ne yên ku peymanê weke dijminatîyê dibînin û berjewendîyên wan li Sûrîyê gef dide, ew in yên ku li pişt kiryarên qirêj  li dij êlên ereb li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ne.

Di encamê de, hat xuyakirin ku neştecihên herêmê, êl û hemû pêkhateyê wê, li pişt Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demoratîk in û hat eşkerekirin ku hemû hewldanên hêzên dijminane ber bayê çûn.

زر الذهاب إلى الأعلى