ANALÎZ

Erdogan û siyaseta şerê qirêj

Erdogan ji bo pêkanîna armancên xwe yên qirêj, ji bo ku xwe bêtir li Rojava û Başûr Kurdistanê berfireh bike û Rêveberiya Xweser  têk bibe, hemû kiryarên qirêj bi kar tîne. Loma bi berdewamî û bi alîkariya hin aliyên herêmî û navneteweyî bûyer û teqînan li herêmên hestiyar çêdike ku piraniya qurbaniyên wê jî sivîl in. Armanc jê ew e ku bandorê li raya giştî bike û hin aliyên taybet tewanbar bike ku armanc jê  hin hêzên  navneteweyî  bi aliyê xwe ve bîne û nerîn û nêzîkatiya  wan li ser hin aliyan biguhere û  Tevliheviyekê derxe hole, da ku baş pilanên xwe yên mêtinkerî  li herêmê pêk bîne.

Jixwe ev  kiryar bi armanckirina nexweşxaneyeke li Efrînê û pêkanîna komkujiyekê ku bi dehan kes hatin kuştin, piraniya wan sivîl bûn û berî wê jî şehadetkirina endamên Pêşmerge piştî ku Tirkiyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî PKK`ê li Metîna û Avşîn kir, baş zelal bû. Di heman demê de û bi zanebûn û bê belge, daxuyaniyên Tirkiyê dest bi êrişa li ser HSD û PKK`ê kir û ew bi vê komkujiyê tawanbar kir. Ji bo bûyera nexweşxaneya Efrînî jî, çalakvanên Rewngeha Sûrî li Efrînî, dan zanîn ku endamên polîsên sivîl û leşkerî, bi fermana saloxgeriya Tirkiyê, li nexweşxaneya Şîfaa û derdora wê ya li Efrînê hatin bicîhkirin û nehiştin ku rojnemevan û çalakvan nêzî nxweşxaneyê bibin da ku bûyerê ji nêz ve pişopînin û jêdera topbaranê diyar bikin, ew jî ji ber ku jêdera topbaranê herêmên bakurê Helebê bû ku milîsên Îran û Rêjîmê li wê deverê ne. Di vê der barê de jî berpirsê navenda ragihandina HSD`ê eşkere ku çeteyên bi ser Tirkiyê ve ku berî pêkanîna bûyerê bi 15 xulekan hişyarî dan hêzên xwe ku dê nexweşxane were toparankirin, di heman demê de jî Tirkiyê bargehên xwe yên nêzî nexweşxaneyê berî bûyerê bi 2 saetan vala kirin. Her weha gelek pisporên leşkerî piştrast kirin ku duristiya armanckirina nexweşxaneyê, pêdivî bi pisporî û amûrên  taybet heye ku li gel HSD`ê peyda nabin û diyar kirin ku ji ber ku jêdara mûşekan herêmên di bin destên Rûsya û rêjîmê de ne, destên wan di vê bûyerê de heye.  Bêguman tenê sûdmendê komkujiya nexweşxaneya Efrînê Tirkiye ye ku hewl dide Amerîkayê ji HSD`ê dûr bixe. Ji aliyekî din ve jî, dibe ku hevrêzîyeke di navbera Rûs û Tirkiyê de hebe, ji ber her du aliyan berî niha jî gelek nexweşxane û dibistan toparan kirine ku bi sedan sivîl bûne qurbanî.

Ji bo bûyera Başûrê Kurdistanê jî ku di encamê de çend pêşmerge şehîd ketin, hin agahiyên destpêkê dan zanîn ku bûyer ji aliyê hêzên Tirkî ve yên ku li ser çiyayên pêşberî bajarokê Amîdiyê li parêzgeha Dihokê bi cî bûne, pêk hat. Hêjayî gotinê ye ku çeka erebeya Pêşmerge kir armanc, pir pêşketî bû ku tenê li gel hêzên tirkî li wê herêmê heye û ev çek di destên Gerîleyan de nîne, her wiha ne jî ji berjewendiyên PKK`ê ye ku şerê Pêşmera bike û şerekî kurdî kurdî derxe hole; bi taybet ku îro li dijî  dewleta Tirk di şer û berxwedaneke mezin de ye. Jixwe Pêşmergeyê birîndar li nexweşxaneya Dihokê winda bû, ew jî piştî ku gotibû ku moşekeke balafira tirkiyê li erebeya wan da.

Di vê der barê de, Erdogan hewil dide ku wêneya HSD`ê reş bike û van bûyeran weke kaxezeke fişarê di hevdîtina xwe de li gel Makron û Baydin di civîna Natoyê de li Birokselê li ser Amerîka û Fransa ku her du alîgirên HSD`ê ne, bi kar bîne. Her wiha û bi alîkariya Rûsya û rêjîmê, dê hewil bide ku fitneyeke kurdî-kurdî û kurdî-erebî derxe û danûstandinên kurdî kurdî li Sûriyê têk bibe.

Ji ber wilo, ev  bûyer dikevin nava rêzeoperasyonên saloxgerî û leşkerî yên Tirkiyê ku bi dehan sal in didome û dikeve  çerçova şerê taybetî yê ku Tirkiye li herêmê dimeşîne û ev kiryar ne tiştekî nû ye.

زر الذهاب إلى الأعلى