ANALÎZ

Êlên Ereb û kirîza Sûriyeyê

Di vê demê de girîngiya gelên herêmê bi hevgirtin û hevalîkariyê heye, da ku li hember pilanên derve û hundir rawestin, ew pilanên ku armanc dikin ku tevliheviyeke hundirîn çêkin, da ku şer û pevçûn di navbera gelên herêmê de rûbide, ji bo xizmeta hin aliyên ku naxwazin aştî û aramî bibe para gelên herêmê, ji ber ku ev yek dê bandorê li berjewendiyên wan bike û hebûna wan lawaz bike, Lewre jihevxistin û parçekirina gel bûye dirûşma van aliyên ku tiliyên wan di kirîza Sûriyeyê de heye .

Herêmên Rêveberiya Xweser ji wan herêmên ku aştî û aramî lê peyda dibe ye; bi taybetî piştî ku rêxistina Daişê ya terorîst a ku ji hêla Tirkîye û hin dewletên herêmî ve dihat destekkirin têk çû, ew rêxistina ku li herêmê talan kir, dizî, şewitanid û her wiha jinên herêmê jî kirin cewarî. Loma dema ku pilanên dewleta Tirkiye ya dagirker têk çûn, berê xwe da êlên ereb ên li herêmê, da ku bi rêya wan tevliheviyê li herêmê çêke, êdî ji bo ku vê yekê pêk bîne, sûd ji hin şêxên êlên ereb yên ku baz dane Tirkîyeyê girt ku hin ji wan şêxan jî berê endam û emîr di rêxistina Daişê de bûn. Her weha sûd ji parçebûn û belavbûna êlên ereb girt, ew jî ku li dewletên derdorê bûne koçber û penaber û di navbera Rêjîma Sûriyeyê yan rêxistina bi navê Rikberiya Sûriyeyê yan jî bi dewleta Trikîyeyê de girêdayî ne.

Tirkiyê di bin sîwana navên cur bi cur de, çend civîn li dar xistin. Civîna herî dawîn jî ya êlên Sûriyeyê li Izazê hate lidarxistin, li pey civîneke li herêma Sicoyê pêk hat û hin kesayetên êlan li gel serokê rêxistina bi navê Hevgirtina Sûrî ya Rikber lê amade bûn, di dawiya civînê de komikên bi navê “Encumena Bilind a Hoz û Êlên Sûriyeyê” û “Encumena Rûsipiyan” hatin ragihandin. Di konfransê de hoz û êlan piştgiriya xwe ji bo pêngavên leşkerî yên ku dibe Tirkiyê li dij HSD`ê li Rojhilatê Ferêt pêk bîne ragihandin, her wiha dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve pîroz kir. Jixwe Rêjîma Sûriyeyê ji hêla xwe ve jî sûd ji hin êlên ku hîna jî alîgiriya wê dikin girt û çend civîn bi wan re li dar xist, yek ji wan civînan li Dêrezorê di dawiya adara 2021`an de bi navê “Çalakiyên Dîdara Êl û Hozên Ereb” hate lidarxistin, armanca wê jî ew bû ku şer û pevçûneke navxweyî li herêmên Rêveberiya Xweser çêke; her wekî rûdanên “taxa Teyê” ya ku Asayîşê ew ji milîsên Berevaniya Niştimanî(Eldifaûlwetenî) paqij kir. Serkêş û kesayetên girêdayî rojevên derve nikarîn zarên êlên xwe li dor xwe kom bikin û wan li dij Rêveberiya Xweser sor bikin, lewre tu giraniya wan ne di nav êlên wan de û ne jî di nav civaka Sûriyeyê bi giştî de ma.

Ji ber girîngiya rola êlan di rewşa Sûriyeyê de û ji bo ku li hember pilanên ku li dij gelê herêmê têne hûnandin rawestin, êlên ereb yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîdara êl û hozên ereb li herêma “Meşlebê” li Reqayê li dar xist. Li gorî Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, gelek rûspî û şêxên êlên ereb yên Reqayê û herêmên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dîdarê amade bûn, her wiha şandeyên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” li Reqayê beşdarî dîdarê bûn. Beşdarên dîdarê bang li hemû zarên Sûrî kirin da ku nakokî û neliheviyan bidin alî û bi destên hev bigirin û êdî ji bo razîkirina hin hêzên derve şerê hev nekin ku ev gavên han kirîza Sûriyeyê kurtir dikin û rê ji Trikîyeyê re vedikin ku xaka Sûriyeyê bêtir dagir bike û xelkê wê koçber bike.

Di vê çarçoveyê de, heta ji dewleta dagirker a Tirkîyeyê û Rêjîma Sûriyeyê û piştgirên wê “Rûsya û Îran” were, dê hewl bidin ku piştgiriya êlan bi dest xwe ve bînin, da ku bandora wan li herêmê zêde bibe, sûdê ji êlan bigirin û di dema pêwîstî de li ser ragihandinê wan ji bo her bûyera ku li herêmên Rêvberiya Xweser rû bide çalak bikin, her wiha şaneyên xwe yên veşartî di her xwepêşndanê de bi cih bikin, da ku nijadperistiyê belav bikin û tevliheviyê di navbera zarên herêmê de çêkin.

 

زر الذهاب إلى الأعلى