ANALÎZ

HÊZÊN SÛRIYAYA DEMOKRATÎK Û EZMÛNA ZEHMET

Mijûlbûna tevaya cîhanê bi şerê Ukrayna û Rûsyayê re ji alîyekî ve, ji alîyê din jî gefên Erdogan ên ji bo pêkanîna êrîşekê li ser bakur û rojhilatê Sûriyayê ji bo piştgirîya helmeta hilbijartinên ku dê di nîva vê salê de pêk werin, her wiha dorpêçkirina firqeya çarem bo taxên bakurê Sûriyayê û nehiştina derbasbûna madeyên bingehîn jê re, van hemûyan rê vekir ku şaneyên razayî yên li herêma rojhilatê Feratê ya ku di bin serwerîya QSD’ê de ye, tev bigerin û êrîşekê bi ser navendeke Hêzên Ewlekarîya Hundirîn a li taxa El-Derhîyê ya bajarê Reqayê pêk bînin. Di vê êrîşê de Hêzên Sûriyaya Demokratîk li hember wan rawestiyan, yek ji wan kuşt û yekî din jî ku kembera bumbeyî lê bû, girt. Her wiha di vê êrîşê de çar endamên Hêzên Ewlekarîya Hundirîn û du şervanên QSD’ê şehîn bûn.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk general Mezlûm Ebdî bi twîtekê di twittera xwe de da xuyakirin: “Livûtevgera şaneyên terorîst hevdemî gefên Tirkiyayê yên ji bo têkbirina aramî û ewlehîya herêmê, pêk tên”. Li beramberî vê êrîşê Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi hevkarîya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Asayîş) bi rêya pêkanîna qedexeya çûnûhatinê û ragihandina rewşa awarte li bajarê Reqayê, operasyoneke berfireh dane destpêkirin; di encama wê de û bi alîkarîya xelkê herêmê bi dehan endamên şaneyên DAIŞ’a terorîst hatin girtin.

Ev ne operasyona yekem e pêk tê, lê belê berîya wê bi salekê Hêzên Ewlekarîya Hundirîn mîna wê li Kampa Holê da destpêkirin; da ku DAIŞ’ê û şaneyên wê ji kok ve rake.

Ji bo ku QSD bikare destkeftîyên ku bi xwîna hezarên şehîd û birîndar bi dest xistine biparêze, her wiha ji bo ku parastina destkeftîyên gelên herêmê bi hemû rengên xwe ve ku xwîna wan li ser vê xakê rijiyaye, li pêşîya wê gelek bijare hene. Ew jî ev in:

  1. Ji bo ku aramî û ewlehîya herêmê biparêze, divê li beramberî çi operasyoneke nû, çi ji alîyê Tirkiya û DAIŞ’ê û çi alîyekî din ve pêk were, bisekine. Ev yek bi serdana du berpirsên berz ên Koalisyona navneteweyî ya li dij DAIŞ’ê û serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya li bakur û rohilatê Sûriyayê re, hat nûkirin. Jixwe tecrubeyeke mezin a QSD’ê di warê leşkerî de çêbûye, her wiha xwedî pisporî û tektîkên şerî ye ku di encama şerên giran ên li dij DAIŞ’a terorîst de wergirtiye, heye. Her wiha çekên xwe jî li pêş xistine û xwedî bi dehhezaran şervanên perwerdekirî ye ku dikarin li her qadeke şerê bejahî yên cihêreng, şer bikin. Ev dihêle ku di şerekî bê de jimareke zehmet be û bêy wê tu lihevkirin di Sûriyayê dê ne pêkan be.
  2. Ji hikûmeta Şamê re hin destjêberdanan bike; ew jî ku rê bide artêşê derbasî Minbic, Til Rifet û Kobanîyê bibe, Hêzên Sûriyaya Demokratîk ji wan herêman vekişe û tevaya xeta sînorî radestî artêşa hikûmeta Şamê bike û hemû sazîyên hikûmetê vegerin wan herêman. Jixwe ev yek eger mafên hemû pêkhateyan bi kurd, ereb, siryan û hemû pêkhateyên din ve bi cih neyîne, dê gaveke pir dûr be.
  3. Rûsya bibe navbeynkar di navbera QSD’ê û hikûmeta Şamê de da ku hemû nakokîyên heyî çareser bikin û QSD’ê di nava hêzên hikûmetê de (sazîya wê ya berevanîyê) bipejirîne û taybetmendî û xweserîya wê bi statuya wê ve bê ku tiştekî jê biguhere, biparêze. Her wiha danpêdanê bi Rêveberîya Xweser di nava Sûriyayeke nenavendî de, bike.
زر الذهاب إلى الأعلى