Piştî heşt salan ji dûrketin, aloziya siyasî û diblomasî di navbera her du welatan de ku ji ber piştgiriya Tirkiyê ji tevgera Ixwanûlmuslimîn ya Misirî re bû ku serkêşên vê tevgerê piştî hilweşandina destlata serokomarê berê yê Misrê Mihamed Mursî di 2013 de, reviyan Stenbolê, Tirkiyê bû navenda rêkberiya Misrî. Misir û Tirkiyê ji bo xweşkirina têkiliyan û çareskirina pirsgirêkên di nav her du walatan de, hewil didin ku careke din aloziya di nav xwe de bi rêyên diplomasî çareser bikin.
Bêguman nakokiyên di navbera Misir û Tirkiyê de, ji pirsgirêka Ixwanûlmuslimîn kûrtir û wêdetir e, ji ber ku dema buhara gelan li herêmê dest pê kir ku Misir yek ji wan welatan bû, roleke Tirkiyê di gurkirina aloziya Misrê de hebû û piştgirî da tevgera Ixwanûlmuslimîn, her wiha nakokiyên wan ji bo sînorên deryayî, vekolîna gaze û rêkên bazirganî yên kevn, derketin pêş.
Tevî ku ev nêzîkatiya di nav wan de ta niha di asteke nizm de ye, lê nîşane û xwestekên vegera têkiliyan hene. Jixwe di vê dema dawî de hin guhertinên berbiçav di siyaseta Tirkiyê de derketin holê; bi taybetî piştî guhertinên ku li Amerîkayê rû dan û Co Baydin bû serokê Amerîkayê ku di encamê de gotara siyasî û ragihandinî ya Tirkiyê li beramberî welatên herêmê hat guhertin; bi taybetî li hember Misir û Siûdiyê. Berî çend rojan Tirkiyê ji bo vegerandina têkiliyên bi Misrê re gotarên xwe pir nerm kirin. Erdogan jî ragiyand ku ew amade ye ku bi serok Sîsî re bicive û têkiliyan bi Misrê re dîsa vegerîne û da zanî ku Misir li Rojhila Navîn welatekî girîng e û roleke wê ya mezin di herêmê de heye. Li milekî din jî pêwendî bi rêya telefonî bi qiralê Siûdiyê re encam da.
jixwe sedemên ku dihêle Tirkiyê xwe nêzî Misir û wêlatên ereban bike jî ev in:
- têkçûna Erdogan di Lîbyayê de ku dixwest dest deyne ser dahatên vî welatî û mezaxtina şerê xwe li Sûrî, Îraq , Yonanistan û Ermenistanê Qerebû bike û Lîbya bike bingeha Ixwanulmislimîn a terrorist û aramiya Misrê û rojhilata Navîn bi giştî têk bibe.
- Guhertina ku dibe di siyaseta Amerîkî bi hatina Co Baydin de, rû bide, ji ber ku gelek dosyayên nakokdar di nav wan de hene wek:
–Dosyaya kirîna mûşekên S400 ên Rûsî. Amerîka ji bo vê dosyayê pir tengezar e, ji ber ku Amerîka dizxwaze ewlekariyê di rêya Natoyê peyda bike û dide zanîn ku dibe kirîna Tirkiyê mûşekên Rûsî, Natoyê lewaz bike û yekîtî û çalakiya wê têk bibe.-Dosya mafê mirovan: Rêveberiya Amerîka ya nû, siyaseta Tirkiyê derbarê mafê mirova de şermezar kir û got ku divê ev binpêkirin werin rawestandin, ji ber ku rêjîma Tirkiyê bi hezaran ji rikberî, xwendekar, siyasetmedar û endam û parlamenterên partiya HDP’ê binçav kirine. ji bo van kiryaran, Amerîka da zanîn ku ev yek li dijî rêgez û nirxên demokratî û piraliya partîbûnê ye.
–Dosyaya kurdî: Ev mijar di nav her du aliyan de, dibe mijara herî nakokdar. Ji alîkî ve Amerîka ji bo şerê li dijî Terorê, kurdan dibîne hevkarekî baş, lê Tirkiyê dibîne ku her hêzeke kurdî, li ser ewlekariya Tirkiyê metersî ye.
3– Nêzîkatiya dewleta Qeterê bi dewlêtên kendavê re û dûrketina wê ji xizmeta berjewendiyên Tirkiyê li herêmê. Tê zanîn ku Qeter piştgiriya rêjîma Tirkiyê di gelek dosyayan digirt, bi taybetî dosya Sûrî, Lîbya û Ermenîstanê ku qeterê hemû lêçûnên destwerdan Tirkiyê di van welatan de davêt ser mile xwe.
4– Ji bo ku xwe ji tenêtî û tecrîdê li Rojhata Navîn rizgar bike: Têkiliyên Tirkiyê berî desthilata AKP’ê bi derdorê re sifir pirsgirêk bû û Tirkiyê xwedî roleke herêmî girîng bû. Lê di serdema AKP’ê de, pirsgirêk û aloziyên diblomasî yên Tirkiyê bi derve re; bi taybetî li Rojhilata Navîn gelekî çêbûn.
5– Ji bo ku ji nû ve sînorên deryayî diyar bike û dest deyne ser jêderên wizeyê bêyî ku rûbirûyî Misrê bibe, ji ber vê yekê pêwendiyên diblomasî bi Misrê re dest pê kir, çimgî di dema niha de pir hewcedarî Misrê ye, ji ber ku Misir kilîta Rojhilata Navîn e . Êdî dema ku têkiliyên bi Misrê re baş bibin, bêguman dê têkiliyên wê bi dewletê Kendavê, Qubris û Yonistanê re jî baş bibin.
6– Kêmbûna gelerîbûna Erdogan: Têkçûna AKP’ê di hilbijartinên şarederiyan de, nêzîkbûna hilbijartinên serokatiyê ku wê di 2023’an de werin lidarxistin û aloziyên aborî û bihêzûna partiyên rikber .
Di dawîyê de em dikarin bêjin ku gelek dosya hene dibin rêgirî li pêşiya nêzîkatiya her du welatan( Lîbya- tegera Ixwanûlmuslimîn – sînorên deyayî) û demeke dirêj dixwaze.
Lê ya bala mirov dikişîne ew e ku gelo bi rastî jî Erdogan dixweaze dev ji van kiryaran û siyaseta xirab berde yan jî ev pêvajo xapandineke siyasî ye, armanc jê Tirkiyê ji vê alozî û dorpêça siyasî rizgar bike?
Helbet, di rojên pêş de cediyet û rastiya Tirkiyê di vê nêzîkatîyê de dê were xuyakirin.