ANALÎZ

VEGUHERÎNA NÛ YA SIYASETA TIRKIYAYÎ Û BANDORÎYÊN WÊ

Di hevkêşeya navdewletî de, nemaze di alozîyên navdewletî yên mezin mîna alozîya Ukraynayê, pevçûna Rûsî-Rojavayî û alozîya Sûriyayê de, Tirkiya xwedî giranîyeke jeopolîtîk e û tu kes, nemaze dewletên mezin nikarin çavê xwe ji vê yekê bigirin. Li ser vê bingehê, Erdogan hemû dewletan keysbaz dike da ku qaseyeke mezin a destkeftîyan ji dewletên rojavayî û Rûsiyayê di heman demê de, bi dest bixe. Rûsiya ji ber ku di şerê wê bi dewletên rojavayî re, pêdivîya wê bi Tirkiyayê heye, hinek tiştan bi dest wê ve berdide û çavekî xwe li ber siyaseta Tirkiyayê ya li dijî Rûsiyayê digire, her wiha bihaneyan jî jê re dibîne; ku Rûsiya fişarên dewletên rojavayî yên li ser Tirkiyayê ku piştî pênc fermandarên rêxistina “Azrov” a terorîst (Nazîyên nû) anîn Kiyêvê, fêm dike. Ew jî da ku Tirkiyayê bîne bi alîyê xwe de; an jî herî kêm wê di şerê rojavayî-rûsî de, bêalî bihêle. Lê belê, dewletên rojavayî jî, ji ber ku Tirkiya endameke NATO’yê ye, fişarê lê dikin da ku siyaseta wê ya sepandina sizayan li ser Rûsiyayê, bi cih bîne û divê ku pabendîyê bi biryarên wê bike. Bi tevî van fişarên dewletên rojavayî yên li ser Tirkiyayê jî, lê belê dewletên rojavayî nikarin Tirkiyayê neçarî vê yekê bikin; çi ku ditirsin Tirkiya xwe li Rûsiyayê bigire û Rûsiya vê yekê ji bo xwe bi kar bîne û Tirkiyayê bêtir bîne nava meydana xwe. Lê di heman demê de, hesabê rewşa aborîya Tirkiyayê ya jihevketî dike ku dê Tirkiya di demeke nêzîk de, neçarî bicihanîna biryarên dewletên rojavayî bibe. Ev yek ji me re dide diyarkirin ku gengaz e Tirkiya mercên xwe yên ji bo tevlîbûna Siwêdê bo NATO’yê bi rêya daxwazkirina bo tevlîbûna di nava Yekîtîya Ewropayê de, vekişîne. Çi ku Tirkiya, ji bo ku rewşa xwe ya aborî baş bike, pêdivîya wê bi dewletên rojavayî heye.

Bi tevî ku Erdogan gelek destkeftî ji şerê rojavayî-rûsî yê li Ukraynayê û ji alozîya Sûriyayê bi dest xistine jî, lê belê piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomarîya Tirkiyayê de, Erdogan kete quncikeke teng. Nemaze piştî ku nikarî lîreya tirkiyayî ku daketiye astên herî ketî li beramber dolar, ji hilweşînê xilas bike, her wiha binkeftina wî di standina glopa kesk ji bo êrîşkirina li ser herêmên Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyayê û nikarîbûna wî ji bo guhartina peymana Lozanê ya ku sed sal di ser re derbas bûn û Erdogan her demê bang dikir ku dê di bendên wê de, li gor çavnebarîyên osmanî sererastkirinan çêbike. Ji ber ku ev serdem a dawî ye ji bo serokatîya Erdogan li ser desthilata Tirkiyayê û ji bo misogerkirina xwe û malbata xwe, her wiha ji tirsa çêbûna buhara tirkî li dijî rêjîma wî û piştî ku di encama siyaseta xwe ya derveyîn de bi bin ket û ji ber çavnebarîyên wî yên ku li dijî berjewendîyên dewletên rojavayî li Rojhilata Navîn û pergala cîhanî, Erdogan hewl dide ku têkilîyên xwe bi dewletên rojavayî re baş bike. Ev xwenêzkkirina Erdogan ber bi dewletên rojavayî ve, dê bi xwe re bihêle ku Erdogan hin tiştan ji dest bide û dê neçar be ku siyaseta dewletên rojavayî bi sepandina sizayan li ser Rûsiyayê, di demeke nêzîk de bipejirîne. Li beramberî wê jî dê têkilîyên tirkî-rûsî hilweşin û dê wê çaxê Rûsiya nema bikare ku bihaneyan ji Tirkiyayê re deyne; çi ku dê Tirkiya di tewereya dewletên rojavayî de be. Di encamê de dê Rûsiya ji bo kişandina Tirkiyayê ber bi xwe ve bi bin bikeve û di heman demê de, dê Erdogan di siyaseta xwe ya şantajkirina her du alîyan ji bo bidestxistina destkeftîyan de, bigihêje dawîyê.

Dê têkilîya Erdogan bi dewletên rojavayî û Rûsiyayê re, di dema nêzîk de, çawa be?

Li Sr Asta Dewletên Rojvaî:

Siyaseta Erdogan hişt ku têkilîya wê bi dewletên rojavayî re hilweşe, taybet piştî ku berê xwe da dewletên rojhilatî “Çîn û Rûsiya”. Êdî aniha hewl dide ku têkilîya xwe bi dewletên rojavayî re sererast bike. Di vê dema dawîyê de bi rêya dergeha Ukraynayê xwe nêzîkî dewletên rojavayî dike û li gor wê jî, wê rê da ku pênc fermandarên rêxistina Azrov (Nazîyên nû) ku Rûsiya şerê wê dike (Paqijkirina Ukraynayê ji nazîyên nû), derbasî Ukraynayê bibin. Her wiha dê tevlîbûna Siwêdê bo NATO’yê bi rêya daxwazkirina bo tevlîbûna nava Yekîtîya Ewropayê wek mercekî tevlîbûna Siwêdê nava NATO’yê, erê bike. Diyar e ku piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomarîya Tirkiyayê de, hinek hesabên Erdogan ên cuda hene; ew jî girêdayî rewşa aborî û ya hundirîn (Buhara Tirkî) û rewşa ewlekarîyê ya malbata wî ne.

Diyar e ku dewletên rojavayî nema bawerîyê bi Erdogan tînin. Jixwe têkikîyên dewletên rojavayî bi Tirkiyayê re, ji gava ku Erdogan hatiye li ser desthilatê, dest pê bûne. Li gor wê jî, palementoya Tirkiyayê rê neda hêzên Amerîkayê ku xaka wê ji bo lêdana rêjîma Sedam Hisên bi kar bîne, piştre jî pergala S400 ji Rûsiyayê kirî, her wiha geşbûna têkilîyên tirkî-rûsî, hemahengîya zêde ya di navbera wan di alozîya Sûriya û Ukraynayê de û çavnebarîyên Tirkiyayê yên ji bo dagirkirina hin parçeyan ji Sûriya û Iraqê (Mîsaqa Millî) ku nakeve xizmeta dewletên rojavayî de, hemû jî hiştin ku têkilîyên dewletên rojavayî bi Erdogan re hilweşin; çi ku Tirkiya hewl dide bi rêya çavnebarîyên xwe yên berfirehbûnê, wek hêzeke mezin derkeve pêş. Lê belê dewletên rojavayî rê nadin Tirkiyayê ku wek hêzeke cîhanî derkeve pêş (Vegera Osmanîyê bi teşeyê xwe yê nû) û li gor wê jî dê dewletên rojavayî, her çi qasî Tirkiya vegere dawa wê jî, dê gelek tiştan pêşkêşî wê nekin. Dê alîkarîyên dewletên rojavayî ji Tikriyayê re, begihêjin asta ku wê ji alozîya wê ya aborî dernexin; çi ku dê bi awayekî lezgîn û li beramberî mercan be. Her wiha dê hilweşîna lîreya tirki û aborîya wê bidome. Bi tevî ku Erdogan hesabên dewletên rojavayî yên nû dizane jî, lê belê ew neçar e xwe bigihîne dewletên rojavayî. Her wiha hîn jî xwedan kaxezin li gor dilê dewletên rojavayî ye; ku dikare bi rêya wan hin destkeftîyan bi dest bixe û nemaze li ser asta kesayetî; ku nehêle buhara tirkî rabe û ewlekarîya malbata xwe bi dest bixe. Jixwe ev yeka han dê Tirkiya di dema pêş de bi Rûsiyayê re bixe nava alozîyekê.

Li Ser Asta Rûsiyayê:

B tevî ku siyaseta Rûsiyayê heya niha di bêalîkirina Tirkiyayê di alozîya Ukraynayê de û di gelek dosyayan de ew bi xwe ve girê daye, her wiha di alozîya Sûriyayê de gelek sûd jê girtiye jî, lê belê dawîya siyaseta Rûsiyayê bikeftin e. Çi ku Tirkiya ji alîyê dewletên rojavayî ve hatiye çêkirin û bandoreke wê ya mezin di alîyê leşkerî û aborî de li ser heye, her wiha piranîya derbeyên leşkerî yên ku çêbûne, bi rêya tora Gladyoyê ku destê wê yê dirêj e, pêk hatine. Ev yek gava em bi desthilatên Rûsiyayê re berawer dikin, em dibînin ku desthilatên Rûsiyayê li ser wê nîvtune ne.

Bi tevî ku di van salên dawîyê de têkilîyên wan xurt bûne jî, lê belê ev nayê wê wateyê ku Rûsiya dikare bandorê li ser siyaseta Tirkiyayê bike; çi ku ew hêza wê tune ye ku Tirkiyayê ji alozîya wê ya aborî derxîne, nemaze hevdemî şerê bi Ukrayna û dewletên rojavayî re. Encex bi rêya projeyên aborî yên hevpar ev yek pêk were, lê belê ev jî demeke dirêj dixwaze heyanî ku Tirkiya berhemên wê bi dest bixîne. Jixwe ev yek nakeve xizmeta Erdogan; çi ku pêdivîya wî bi çareserîyên bilez heye û encex ev bi destê dewletên rojavayî pêk were.

Vegera Tirkiyayê bo himbêza dewletên rojavayî, tê wateyê hilweşîna têkilîyên bi Rûsiyayê re. Êdî bihaneyên ku Moskoyê ji biryarên Enqerayê yên li dijî wê datinîn, nema didomin û gava Erdogan bi hêvîya başkirina aborîya Tirkiyayê bikeve himbêza dewletên rojavayî, dê bigihêje asta qutbûnê. Dê ev qutbûn bandorê li alozîya Sûriyayê jî bike û dê ev yek aloztir bibe gava ku Rûsiya ji ber çûyîna Erdogan ber bi dewletên rojavayî ve (Bi hevkarîya li gel hêzên rêjîmê û milîsên îranî) dest bi cenga Idlibê û bakurê Sûriyayê ya rizgarkirina wan ji rêxistinên terorîst bike. Ne dûr e, ku hevkarî di navbera Rûsiya û Hêzên Sûriyaya Demokratîk de jî wek bertekeke li hember vê nêzîkbûnê, ji bo şerê li dij terorê, hevkarî çêbibe.

Lê belê Rûsiya bi her awayî hewl dide ku nehêle rewş bigihêje vê astê, çi ku şerê wê bi dewletên rojavayî re demdirêj e û dê vekirina enîyeke nû li pêşberî wê nekeve xizmeta wê û encamên wê li ser Rûsiyayê ziyandar bin. Lewre jî hewl dide bi rêya pêkanîna têkilîyan di navbera Enqera û Şamê de, Tirkiyayê bikişîne ber bi xwe ve.

Di vê rewşê de, rewşa Tirkiyayê ji ya Rûsiyayê ne baştir e; çi ku dewletên rojavayî hewl didin ku Tirkiyayê bikişînin şerekî bi Rûsiyayê re; her çi qasî neyekser be jî. Dê ev yek ji alîyekî ve hêza leşkerî û aborî ya Rûsiyayê kêm bike û wek hêzeke cîhanî ya mezin ji meydanê dûr bixe, ji alîyê din ve jî dê nehêle ku Tirkiya bibe hêzeke mezin. Di heman demê de, dê derbeyekê li têkilîyên rûsî-tirkî bide û nakokîyên dîrokî di navbera wan de ku di seranserî dîrokê de xizmeta dewletên rojavayî kirine, ji nû ve vejîne.

Di vê çarçoveyê de û bi tevî siyaseta pragmatîk a ku Erdogan dimeşîne jî, lê belê çûyîna Erdogan ber bi dewletên rojavayî ve, dide diyarkirin ku çi qasî tevlîhev e û nikare di navbera têkilîyên xwe yên bi rojava û rojhilat re û alozîya aborî ku dê bandorê li rewşa hundirîn jî bike de, hevsengîyê çêbike. Ji bo ku xwe ji çêbûna hin alozîyin nû dûr bixe, hin guhertinên ji kokê ve pêk anîn û hin kesayetên nû di wezaretên xwedan deshtilat de erkdar kirin; ev jî bi hêvîya ku çareyekê ji hilweşîna aborîyê re bibîne, alozîyin nû çênebin û têkilîyan ji nû ve bi dewletên rojavayî re deyne. Dibe ku Erdogan di siyaeta xwe ya pragmatîk de hîn jî her du alîyên şerker şantaj bike, lê belê dê ev siyaset dom neke û di demeke nêzîk de bi awayekî neyînî bandorê li Tirkiyê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى