Di şerê xwe yî aborî li dij Çînê, serokê Emerîka Donald Turump, çirûskeke gurkirinê nû avêt , ew jî dema kompaniya “Google” ya cîhanî hemû xebat û têkiliyên xwe yên bazirganî bi kompaniya “Hewawî” ya Çînê rawstand. Bê guman ev dê rêgiriyê li ber çalakiyên kompaniya Çînî, di bazarên cîhanî de çêke. Her wiha kompaniya ” alfabet ” a bi ser “Google” ve jî, hemû alîkariyên xwe der barê perçeyên yedek û programên girtî û vekirî, bi kampaniya “Hewawî “re rawestand. Ev yek dê bihêle kompaniya Çînî, ji hin nûjenkirinên pergala “Android” bê par bimîne, her wiha şiyanên gihiştina çendîn spandinên “Google” winda bike.
Jixwe nakokiyên li ser tora pêwendiyan”Hewawî”, tenê şereke ji şerên aloziya demdirêj a di nav her du welatan de ye. Tê zanî ku pirsgirêka Taywan, nakokiyên li ser sînorên deryayî bi Çînê re û ewlehiya hevpeymanên Waşingtonê, dîsa derket holê. Bêguman Çîn weke hêzeke nûjen û modern di warê karînên pêşveçûn û hilkişîn de dewleteke seyr e, li gor bernameyeke azwer û bêdeng bi rêve diçe. Di warê aborî, teknîkî û leşkerî li ser nexşeyê û di bazaran de berfireh dibe .
Bi vê yekê eşkere dibe ku em ji cîhaneke tek cemser a Emerîkî, ya ku piştî hilweşîna yekîtiya Sovyetê di salên notî de hatibû damezrandin, ber bi geşbûna cemseran ve diçin.
Heger hêzên mezin di himbêzkirin û rêxistina vê gerdûnê de bi ser nekevin, ev milmilane di pêşerojê de, wê bigiêje herêma Rojhilata Navîn û wê dabeş bike, mîna milmilaneya Emerîka û yakîtiya Sovêta ya berê.
Çîn bi awayekî nerm dikarîbû derbasî Asya û Afrîkayê bibe. Saziyên rojavayî , baş çavdêriyê li Çînê dikin û der barê armancên dawî yên Çînê de gumanbar in û di gumanê de ne ku Çîn ji bo karibe serweriya xwe li ser çavkanî û bazaran pisepîne, pirojeyên mezin û veşartî pêk tîne.
Jixwe şoreşa teknîkî ya ku Îro em tê de jiyan dikin û dibe sedema şerekî sar, ne tiştekî nû ye. Berê jî, ji ber çêkirina çekên navokî, pêşbaziya li ser pêşxistina van çekan û metirsiyên ku bi xwe re anîn li seranserî cîhanê, bû sedema peydakirina gelek şeran.
Tevî girîngiya aliyê aborî , di encamê de, nakokiya îro li ser “Hewawî” piranya xwe ewlehî û leşkerî ye û serdestiya Çînê di warê tora ragihandinê de, pir Emerîka dilgiran dike, ji ber ku piraniya çekên stratejîk, çi balefir bin an çekên navokî bin û çi jî Noqav bin, di rêya vê torê re tên birêvebirin. Heke ev pêşbazî; pêşbaziyeke aborî ba, dibe ku Emerîka girêbestine hevpar bi Çînê re û di bazarên wê de li dar bixsta, weke ku di her hevparkirinên berjewendiyên pazirganî de pêk tê. Weke tê zanîn ta niha Çîn roleke siyasî li ser şanoya navneteweyî nalîze, bi taybetî li Asya û Afrîkayê. Lê ev rûbirûbûna Emerîka û Çînê, dibe ku Çînê bêdeng nehêle û rewşê bajo ber bi milmilaneyeke ne diy ar ku dîsa cîhanê vegerîne ber bi cîhaneke pir cemser, her yek ji wan jî li dij yê din tev bigire. Di dema ku cîhan bi giştî, hêviyên xwe li ser hevkarî, pêkvejiyan û peymanan ava dikir; kompaniya “Hewawî” bi weşana tora xwe ya nû (nifşê 5’em), deriyê nakokiyan vekir. Bi vê nakokiyê nîşaneyên şerê sar diyar dibin. Tê pêşbînîkirin ku milmilanya hêzên mezin gurtir bibe ku yek ji encamên vî şerî , nakokiya Rûsya û Emerîka li ser Ukrayna û Qeremê ye ku bû sedema destwerdana Rûsya di Sûriyê de. Lê pirs ev e, Çîn weke ku em wê nas dikin dewleteke bêalî û xwe dûrî şerê sar dixist, di vî şerî de ; di şerê “Hewawî” de, gelo wê siyaseta xwe ya kevn û bêalî berdewam bike, yan jî wê xwe ji bo şerkî giran amade bike?
Bê guman Çîn bê helwest namîne.
Ji ber ku ev milmilaneya vekirî di navbera Waşington û Pekînê de ji alîkî ve û bi Moskovayê re ji alîkî din ve û dema Emerîka her du dewlet weke “pêşbazên stratejîk” li ser qada navneteweyî li hember xwe dan nîşan, hişt ku hevkarî û nîzîkatiyeke Çînî-Rûsî derkeve pêş û ev tişt bû karvedaneke li hemberî helewsta Emerîka. Çîn leşkerkirina deryaya Çîna başûr û piştgiriya waşngitonê ji bo serxwebûna Taywan û Hong Kongê red dike, her wiha ji reftar û tevgera Waşngtonê di deryaya Çîna rojhilat jî, dilgiran e. Li ser eniya Rûsyaya jî, Emerîka cezayên giran li ser Rûsyayê ferz kiriye, her wiha xwe ji peymana mûşekên navikî û kurtavêj kişand , ji bo peymana “START3” xwe amade dike û serdestiya Rûsya li rojhilatî Ewrûpa, Venzwêla û Okyanûsa Aram(Pasifik), dorpêç dike.
Nakokî û gurbûna di navbera Emerîka û Çînê de, hişt ku Çîn gavine mezin ber bi Rûsyayê ve bavêje. Her du welat dizanin ku nêzîkatî û hevkariya wan a leşkerî, li hember gef û pêvajoyên lêşkerî yên Waşngtonê, dê rêgirî û berbesteke leşkerî, biafirîne.
Ji bo wilo her du welatan, di meha Îlona 2018`an gerwerzî(manawera) bi navê”Fostok2018″ di navbera her du artişan de hat encamdan ku nêzî 1000 balefir û 300 hezar serbazên Rûsyayê, ji bilî komgeştiyên ku tê de beşdar bûn, her wiha Çînê jî ji aliyê xwe ve bi hezarn leşker û bi sedan balefirên şer tê de beşdar kirin û di vê mehê de ji ber aloziya “Hewawî” nêzîkatiya Çîn û Rûsyayê bêtir geş bû. Di encamê de, 7`ê pûşberê serokê Çînê serdana Rûsyayê kir. Tê xuyakirin ku dijminatiya wan a hevbeş bi Waşngtonê re, dibe ku hevpeymaniyeke leşkerî mîna hevpeymaniya NATO`yê, di navbera Ejderê Çînî û Hirçê Rûsî de, were ragihandin.